În, 6 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şirnexê bi giştî 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdhejên 6’ê Sibatê: TJA’yê nerazîbûn nîşanî ‘normalîzekirina’ binpêkirinan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê derman xilas bûn: Mafê tenduristiyê nabe ku bibe mijara bazariyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê meş: Nayê jibîrkirin, nayê efûkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê bîranîna erdhejê: Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berê me li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn
Rojane

Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn

Xelatên 32’yemîn yên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, ku ji aliyê Rojnameya Yeni Yaşamê ve hatin organîzekirin, di merasîmeke li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê de hatin dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Xelatên 32’yemîn yên Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad, ji bo bîranîna Mûsa Anter ku di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JİTEM’ê ve hate qetilkirin, hatin lidarxistin. Merasîma li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê, bi beşdariya gelek rojnamevan, çalakvan û hunermendan pêk hat. Xelat di şeş şaxên cuda de hatin belavkirin: Nûçeya bi Tirkî, Nûçeya Vîdyoyî, Nûçeya bi Kurdî, Wêne, Karîkatur û Rojnamegeriya Jinê.

NÛÇEYA BI TIRKÎ

Di beşa Nûçeya bi Tirkî de xelata yekemîn ji bo xebata “Rêwîtiya Welatê Xerîbiyê” ji Bir+Bir Express’ê ji Adem Ozgur re hate dayîn. Xelat ji aliyê parêzera Bûroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk ve, ji ber ku Ozgur di sirgûnê de ye û nikaribû beşdar bibe, ji rojnamevan Omer Sonmez re hate pêşkêşkirin. Ozgur di peyama xwe de got: “Xelata bi navê Mûsa Enter wergirtin ji bo min hem şanaziyek mezin e hem jî berpirsyariyeke giran e. Hilgirtina mîrateya Apê Mûsa tê wateya berdewamkirina vegotina çîrokên Kurdan û hemû civakên bêdengkirî.”

Raziye Ozturk jî di merasîmê de silavên Rêber Apo ragihand û got ku pêvajo bi piştgiriya civakî dikare bi ser bikeve.

Xelata Taybet a Juriyê di vê şaxê de ji bo nûçeya “Jiyana wan tarî bû dema ku bavê zarokê ku bi wan re şer kiribû qeymeqam derket: Tiştên li qereqola Mezitlîyê qewimîn mirovan matmayî dihêle” ji HalkTv.com.tr’ê ji Cengiz Karagoz re hate dayîn. Xelat ji aliyê Zeynep Çelik a ji Înîsiyatîfa Ez Hewcedarê Aştiyê Me ve hate pêşkêşkirin. Çelik bang li çapemeniyê kir ku zimanê aştiyê bikar bîne û got: Hewcedariya me hemûyan bi aştiyê heye.

NÛÇEYA VÎDYOYÎ

Di beşa Nûçeya Vîdyoyî de xelata yekemîn ji bo hevpeyvîna “Vatanda İşkence” ji Voys Media’yê ji Tunca Ogreten û Murat Baykara re hate dayîn. Xelat ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kılıçgun Uçar ve hate pêşkêşkirin. Uçar bal kişand ser rola girîng a çapemeniyê di Pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk de.

WÊNE

Di beşa Wêneyê de xelata yekemîn ji bo xebata bi temaya “Koç” ji Zana Deniz re hate dayîn. Xelat ji aliyê Engin Cengiz ê ji MKM’ê ve ji rojnamevan Aziz Oruç re hate pêşkêşkirin. Zana Deniz di peyama xwe de diyar kir ku xelat ji bo hemû rojnamevanên şehîd hatiye wergirtin û bi taybetî behsa xebatên Cihan Bilgin û Nazım Daştan ên li Rojava kir.

KARÎKATUR

Di beşa Karîkaturê de xelata yekemîn ji bo xebata “Keder Değil” ji Nuri Dogan re hate dayîn. Xelat ji aliyê Rojdan Erez ê ji Kovara Modernîteyê ve hate pêşkêşkirin. Dogan di peyama xwe de got ku azadiya çapemeniyê beşeke azadiya gelan e. Xelata Taybet a Juriyê di vê şaxê de ji Mahmut Ulusan ê ku li Girtîgeha Eregli ya Konyayê girtî ye, hate dayîn û xelat ji aliyê Musa Şanak ve jê re hate şandin.

ROJNAMEVANIYA JINÊ

Di beşa Rojnamevaniya Jinê de Xelata Taybet a Juriyê ji bo nûçeya “Tevnek Bi Tevnek Têkoşîna Aşitiyê” ji nûçegihana JİNNEWS’ê Elfazi Toral re hate dayîn. Xelat ji aliyê çalakvana TJA’yê Hatice Başkale ve hate pêşkêşkirin. Toral bal kişand ser berpirsyariya jinên rojnamevan di gihandina rastiyê de û behsa berxwedana Dayikên Aşitiyê kir.

XELATA RÛMETÊ

Di merasîmê de Xelata Rûmetê ji bo rojnamevanên di têkoşîna rastiyê de şehîd bûne, Cihan Bilgin û Nazım Daştan, hate dayîn. Xelat ji aliyê rojnamevanên Ender Onder û Huseyin Kalkan ve ji malbatên wan re hate pêşkêşkirin.

PEYAMA YENİ OZGUR POLİTİKAYÊ

Xebatkarên Rojnameya Yeni Özgür Politikayê di peyama xwe ya ku di merasîmê de hate xwendin de, bal kişandin ser rola girîng a çapemeniya azad di vê qonaxa veguhêz de. Şeva xelatan bi performansa hunermend Haluk Tolga û Koma Vejîn bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Em ê mîrateya Apê Mûsa û hevalên wî di her qadê de bidomînin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrîşa li ser xwepêşandêran şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikaranîna hêzê ji hêla komên hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Neviyê Şêx Seîd: Bila gelê Kurd li ber PDK’ê rabe

Neviyê Şêx Seîd û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat diyar kir ku PDK…

Ji aliyê Stêrk TV

Mêşên hingiv ji bo xwe ji parazîtan biparêzin, xwe ji hev vedigirin

Zanyaran tespît kirin ku mêşên hingiv di dema gefa parazîtan de xwe ji hev vedigirtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Şirnexê bi giştî 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Erdhejên 6’ê Sibatê: TJA’yê nerazîbûn nîşanî ‘normalîzekirina’ binpêkirinan da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kobanê derman xilas bûn: Mafê tenduristiyê nabe ku bibe mijara bazariyê!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?