Di kongreyê de Serokê Giştî yê heyî Ozgur Ozel yekane namzet e. Delegeyên bajarê Stenbolê, endamên Meclîsa Partiyê (MP) û Desteya Dîsîplînê ya Bilind (DDB) wê dengê xwe bi kar nînin.
Li gorî rojeva kongreyê ji bo Serokê Giştî, MP a ji 60 endamî û DDB a ji 15 endamî wê dengdan bê kirin. Piştre jî wê bi lîsteya blok hilbijartina organên partiyê pêk were.
KILIÇDAROGLÛ TEVLÎ NABE
Temaşevan tevlî kongreyê nehatin kirin. Ji bo endamên çapemeniyê jî qadeke taybet hate avakirin. Hate ragihandin ku Serokê Giştî yê berê Kemal Kiliçdaroglû wê tevlî kongreyê nebe. Her wiha hate ragihandin ku hin delegeyên nêzî Kiliçdaroglû û Gursel Tekîn ê weke qeyûm li Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHP’ê hate tayînkirin wê li salonê nebin.