Sêşem, 23 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş daxwaza Kiliçdaroglû ya ji bo hevdîtinê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Bi gotinan pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn
Çand û Hûner

Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

Dokûmantera Vejîna Kurd a ji qirkirinê ber bi jiyana azad ve, wê vê hefteyê beşa 'Rojên Rojhilata Navîn' biweşîne û qala serdemeke girîng bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dokûmanter wê bi beşa ‘Rojên Rojhilata Navîn’ re ku vê hefteyê bê weşandin, pêvajoya PKK’ê ya li kampên Fîlîstînê, Berxwedana Keleha Arnonê ya destsanî ya li Lubnanê û çîroka vê berxwedanê ya heta bi Kongreya 2’emîn a PKK’ê vebêje.

Berxwedana Keleha Arnonê hem ji bo tevgera Kurd hem jî ya Fîlîstînê, bû sembola ‘ruhê berxwedaneke bê sînor’.

Vejîna Kurd di beşa ‘Dilê Rojhilata Navîn’ de Berxwedana Arnonê û pêvajoya Kongreya 2’yemîn a PKK’ê digihîne hev û balê dikişîne ser serdemeke girîng.

Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn a PKK’ê ya Tebaxa 1982’an serdemên krîtîk e ku hem piştevaniya enternasyonal a tevgera Kurd, hem jî pêvajoya plankirina têkoşînê li xaka xwe ya tevgera azadiyê vedibêje.

NÎŞANEYA FEDAKARIYÊ: KELEHA ARNONÊ

Keleha Arnonê ku kelek di dilê Rojhilata Navîn de ye, bû nîşaneya lehengî û fedakariyê. Keleha Arnonê ku li başûrê Lubnanê ye, di sala 1982’an de li hemberî dagirkeriya Îsraîlê bû yek ji çeperên sembolîk ên berxwedanê. Komên Fîlîstînî li vê derê demeke dirêj li hemberî artêşa Îsraîlê li ber xwe dan. Hin ji kadroyên tevgera Kurd jî di van çeperan de li gel Fîlîstîniyan şer kirin. Keleha Arnonê ne tenê çepereke leşkerî bû, di heman demê de weke ‘Keleha Piştevaiya Gelan’ dihate dîtin.

Ji bo PKK’ê ev yek tecrûbeyeke girîng bû ku navneteweyîbûna têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkiliya xwişk û biratiyê ya bi gelê Fîlîstînê re nîşan dida.

Di 6’ê Hezîrana 1982’an de piştî bi dagirkeriya Îsraîlê ya li Lubnanê re PKK’yiyan li gel şervanên Fîlîstînî Keleya Arnon (Arnoun) parastin. Li hemberî bombardûman û dorpêça bi rojan çeper neterikandin. Di şer de 11 PKK’yî şehîd bûn, nêzî 15 kadro jî dîl hatin girtin.

HABAŞ: ME KENGÎ WEKE PKK’YIYAN LI BER XWE DAN, WÊ DEMÊ EM Ê FÎLÎSTÎNÊ AZAD BIKIN

Şoreşgerên Fîlîstînî yên wê demê kadroyên PKK’ê yên şehîd bûn weke ‘Lehengên Arnonê’ û ‘Şêrên Beyrûdê’ pênase kirin û bi bîr anîn. Piştî vê berxwedana dîrokî damezrînerê Eniya Rizgaryia Gel a Fîlîstînê George Habaş bi vê gotinê qala PKK’iyan kir, “Me kengî weke hevalên PKK’yî li ber xwe dan, em ê hingî Fîlîstînê azad bikin.”

JI ARNONÊ BER BI KURDISTANÊ VE

Berxwedan û şehadetên li Arnonê di heman demê de wê ruhê Kongreya 2’yemîn a PKK’ê diyar bikira ku di 20-25’ê Tebaxa heman salê de wê bihata lidarxistin. Bi kongreya 2’yemîn re ku weke xaleke werçerxê ya dîroka PKK’ê derbasî nava rûpelên dîrokê bû, têkoşîna azadiyê ya Kurd berê xwe da welêt.

Bi kurtasî Rojên Rojhilata Navîn ji bo fêhmkirina kodên genetîk ên tevgera azadiyê ya Kurd girîng e.

Di vê beşa dokûmanterê de ji berxwedêrên Keleha Arnonê ya dîrokî Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, Sakîne Karakoçan û Sabrî Ok qala şahidiya xwe dikin.

Her wiha dîmenên qet nehatine weşandin ên Kongreya 2’yemîn a PKK’ê wê yekemcar bêne weşandin.

Kurdiya Beşa Rojên Rojhilata Navîn a dokûmanterê wê 24’ê Îlonê êvara Çarşemê li Stêrk TV bê weşandin.

Versiyona wê ya Tirkî jî wê 26’ê Îlonê êvara Înê bi dema Ewropayê saet di 19:00, bi dema Amedê jî saet di 20:00 de li Medya Haber TV bê weşandin.

Beşên dokûmanterê yên heta niha hatine weşandin li ser van navnîşanên înternetê dikarin bêne temaşekirin:

https://t.me/taradokumanter

Serrûpel

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî ‘berevajîkirinê’ da
Nûçeya Pişt re Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hevdîtinan dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji şer dûr dikevin

51 sal berê, di dawîya Mijdara 1973’an de, di dîrokê de krîza herî mezin a…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Nobeda li ser sînorê Qamişloyê: Rojava rûmeta me ye, em ê biparêzin

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê çalakiya nobedê 2…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin

TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand û got, “Roj roja berxwedanê ye. Roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

FilmAmed destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?