Emperyalîzm pirî caran wekî pêvajoyek tê pênasekirin ku hem pevçûnên navneteweyî û hem jî îstismara aborî di nav dewletên neteweyî de û di navbera wan de pêş dixe. Divê emperyalîzm îro çawa were fêmkirin û têgihîştina mekanîzmayên wê çawa dikare beşdarî analîzkirina alozîyên siyasî yên hemdem bibe û bibe alîkar ku bersivên polîtîkayên guncaw werin şekildan? Fikra klasîk a emperyalîzmê bi têgehek nû ya neo-emperyalîzmê ve hatiye guhertin, ku niha ji ber duqatbûna rêzika cîhanê di bin gefê de ye. Rêyên pêşerojê dikarin bi şêweyên ultra-emperyalîzm an super-emperyalîzmê biqedin, an jî bi rîya bilindbûna dewletên hêvîdar veguheztina ber bi globalîzasyona sosyalîst ve hêsan bikin.
Fikra klasîk a emperyalîzmê, ku ji hêla Vladimir Lenîn ve hatî formulekirin, ew bû ku dabeşkirina axê ya cîhanê di navbera dewletên kapîtalîst ên serdest ên Ewropî û deverên kolonyal de ji hêla pêwîstiya berfirehbûna kapîtalîzmê ve tê destnîşankirin. Vê nêzîkatiyê balê dikişîne ser rûbirûbûna siyasî ji rûbirûbûna di navbera çînên di dewletên kapîtalîst de ber bi şerên di navbera dewletên kapîtalîst ên serdest û pevçûnên di civakên kolonyalîst ên bindest de. Veguherîna kapîtalîzmê ji bo sosyalîzmê dikare bi şoreşa di civakên ku ji hêla kolonyalîzmê ve hatine bindestkirin de were bidestxistin. Girîngî li ser dewletên bindest ên Rojhilat bû, ne li ser nakokiyên kapîtalîzmê di dewletên kapîtalîst ên serdest de. Şoreşa Cotmehê ya 1917’an nêzîkatiya Lenîn piştrast kir.
Lêbelê, kapîtalîzm têk neçû. Emperyalîzm nemiribû, wekî ku Lenîn îdîa dikir, lê derbasî qonaxek pêşketîtir a kapîtalîzma gerdûnî ya piştî-pîşesaziyê bûbû. Dabeşkirina cîhanê ji bo deverên kolonyal qonaxek ji pêşveçûna wê bû, ne lûtkeya wê bû, wekî ku Lenîn bawer dikir. Di sedsala bîstan de, koloniyên berê wekî dewletên vasal ên girêdayî aborî bi bloka kapîtalîst a serdest re ji nû ve hatin yek kirin. Ev ne kolonîzasyona siyasî bû, lê di dînamîkên bazarê yên asîmetrîk de kok vedida, ku ji hêla korporasyonên navneteweyî yên darayî û ne-darayî ve dihat piştgirî kirin û bi nasnameya çandî ya kolonyal rewa bû.
Pêşbîniya siyasî ya Lenîn di aliyekî de rast bû – girêdanên aborî yên herî lewaz di zincîra kapîtalîst de qut bûn. Lê girêdanên herî xurt li ber xwe dan û zincîr hate sererastkirin û xurtkirin. Hevrêzkirina transnasyonal a kapîtalîzmê bi rêya korporasyonên pirneteweyî, saziyên aborî yên navneteweyî û çînek kapîtalîst a transnasyonal (pir neteweyî) şûna forma emperyalîst a neteweyî ya kapîtalîzma monopolîst girt. Bilindbûna Yekîtiya Sovyetê û bloka dewlet-sosyalîst a Ewropî demkurt bû. Ew navberek bû. Li şûna ku ji emperyalîzma kapîtalîst ber bi sosyalîzmê ve veguherînin, dewletên komunîst ên Ewropî yên dawiya sedsala bîstan, di bin zexta Rojavaya hegemonîk de, ji hêla rêberên xwe ve û ji hêla siyasî û aborî ve têk çûn. Dewletên Yekbûyî di Şerê Sar de bi ser ketin. Kapîtalîzma emperyalîst a klasîk veguherî neo-emperyalîzmê.
Bilindbûna Neo-Emperyalîzmê
Neo-emperyalîzm bi gelek awayên serdestiya fermî û nefermî ya welatên kapîtalîst ên bingehîn ve tê pênasekirin. Bi azadîya tevger û danûstandinê ya ku ji hêla globalîzasyonê ve tê peyda kirin, neo-emperyalîzm ne tenê veberhênana aborî ya biyanî lê di heman demê de “serkêşên” çandî jî vedihewîne da ku pejirandina rola serdest a hegemon (exlaqî, aborî, siyasî, çandî) li welatê mêvandar misoger bike.
Ew ji lîberalîzma klasîk fikra têkiliyên aborî yên îstismarkar di navbera dewletên hegemonîk û yên girêdayî de diparêze. Wekî din, her çend pirsgirêkên aborî û siyasî bimînin jî, ew balê diguhezîne faktorên çandî û îdeolojîk. Hêza aborî û siyasî ya kolektîf a mezintir a dewletên bingehîn ên Rojavayî formeke neo-emperyal a hêzê diafirîne. Di kombînasyonên cûrbecûr de, berjewendiyên aborî, siyasî, çandî, olî, leşkerî, şaristanî û neteweyî/îdeolojîk beşdarî berfirehkirina bingeha hegemonîk a Rojavayî dibin da ku dewletên bindest jî di nav xwe de bigire.
Eger emperyalîzma klasîk êdî dabeşbûnên di sîstema jeopolîtîk a cîhanê de rave neke û neo-emperyalîzm nearam be, kîjan pêkhatina civakî dikare şûna wê bigire? Nîqaşa siyasî û aborî çar rêyên potansiyel dinirxîne. Ev rêgeh avakirinên îdeal in – qismî teorî, qismî çavdêriyên bûyerên dawî û qismî jî pêşketinên siyasî û aborî yên xwestî. Ya yekem, emperyalîzma ultra-kapîtalîst: yekbûna şîrketên pirneteweyî ku komeke aborî ya serdest a transneteweyî pêk tîne. Ya duyemîn, emperyalîzma ser-dewletî: dewletek hegemonîk wekî hêzek cîhanî ya yekane derdikeve holê. Ya sêyemîn, sîstemek cîhanî ya duqatkirî ku ji bingehek kapîtalîst a hegemonîk û bingehek dijber a reqabetê pêk tê. Ya çaremîn, sosyalîzma gerdûnî: pêkhatinek civakî ya nû ku ji kapîtalîzmê derbas dibe.
Wê dewam bike…