Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Şevket Çakir pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin. Çakir anî ziman ku pêvajo ji bo bicihanîna daxwaza aştî û azadiyê ya gelê Kurd gaveke dîrokî ye û destnîşan kir ku aştî ne tenê armanceke siyasî ye, di heman demê de daxwaza Xwedê ye.
Çakir diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoya dîrokî de li înkar û îmhayê rast hat, li hemberî vê yekê bi berdêlên mezin li ber xwe da û got, “Gelê Kurd bi salan e daxwaza aştiyê dike. Ji bo li Kurdistanê li ser bingeha maf û hiqûqê aştiyek pêk were, gelê me berdêlên giran da.
Aştî mafek e ku Xwedê ji me dixwaze. Di Sûreya Bakara de Xwedê fermanê dide, ‘Bi hev re ber bi aştiyê ve biçin’. Pêxemberê jî di nava şert û mercên zehmet de aştî hilbijart. Îro em jî dema ku mafên gelê Kurd diparêzin divê heman biryardariyê nîşan bidin.”
Çakir bi bîr xist ku Rêber Apo alîgirê aştiyê ye, bi taybetî bal kişand ser hewldanên aştî û diyalogê yên salên 1992-2012’an û anî ziman ku di van pêvajoyan de daxwaza aştiyê şênber bû. Çakir got, “Rêber Apo di nava têkoşîna xwe ya 52 salan de timî aştî ji xwe re kir armanc. Aliyê Kurd gelek caran bi daxwaza aştiyê siyaset meşand. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
MÎNAKA PEYMANA HÛDEYBIYEYÊ
Çakir girîngiya aştiyê bi bibîrxistina Peymana Hûdeybiyeyê anî ziman û got, “Wê rojê hinekan rexne li Pêxemberê me kir, her wiha ew bi firotina dozê sûcdar kir. Halbûkî qîmetê aştiyê di ser her tiştî re bû. Pêxemberê me di metna peymanê de navê ‘Xwedê Resûlû’ ji îmzeya xwe rakir û tenê bi navê xwe îmze kir. Vê mînakê nîşanî me da ku ji bo aştiya mayinde divê fedakarî bê kirin û gavên mezin bêne avêtin. Îro em jî dema ku mafên gelê Kurd diparêzin divê heman biryardariyê nîşan bidin.”
‘JI BO AŞTIYA MAYINDE DAXWAZÊN ME ŞÊNBER E’
Çakir diyar kir ku aliyê Tirkiyeyê bi gotina ’em xwişk û bira ne’ hewl didin xwe ji berpirsyariyê vegirin û destnîşan kir ku divê daxwazên gelê Kurd bêne misogerkirin.
Çakir got, armanca pêvajoyê bidawîkirina şer, misogerkirina mafên ziman, çand û hemû mafên gelê Kurd e, sererastkirina edaleta civakî ye û bi vî rengî dewam kir, “Divê weke gel ziman, çand û mafên me bêne naskirin. Pêwîste sererastkirinên hiqûqî bên ekirin ku ev mafên me misoger bêne misogerkirin. Ev yek hem mafekî mirovî ye hem jî mafekî Îslamî ye. Gelê me ji bo jiyaneke mirovane, azad û aştiyane berdêlên giran da.”
Şevket Çakir bal kişand ser girîngiya aştiyê ji bo tevahiya mirovahiyê û got, “Rizgarkirina canekî rizgarkirina tevahiya mirovahiyê ye. Aştî ne tenê daxwazek e, berpirsyariya hevpar a mirovahjiyê ye, mafê gelê Kurd e. Ev pêvajo firsendek e ku êşên me yên bi salan bi dawî bike, mafên me yên mirovî misoger bike. Em alîgirê aştiyê ne û ji bo ev pêvajo bi ser bikeve em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”