Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Yildirim: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê komîsyon li Birêz Ocalan guhdarî bike
Rojane

Yildirim: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê komîsyon li Birêz Ocalan guhdarî bike

Ahmet Yildirim destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê divê nêrînên Ocalan bêne wergirtin û got, "Birêz ocalan aktorek e ku rêxistin fesix kir û çek da danîn. Heta ku pêşniyarên şênber jê neyên wergirtin, pêvajo birêve naçe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Tirkiyeyê lêgerînên li aştiyê û komîsyona çareseriyê ya li meclîsê ava bû, cihê xwe yê di rojevê de diparêzin. Siyasetmedar Ahmet Yildirim pêvajo nirxand.

Yildirim ragihand ku lêgerînên aştiyê yên Rêber Apo nû nînin, herî kêm beriya 32-33 salan destpê kir û got, “Piştî hilweşîna reel sosyalîzmê di 17’ê Adara 1993’an de li Bar Eliasê bi qasidên Serokkomar Tûrgût Ozal re hevdîtin kir. Ew hevdîtin weke prototîpa deklarasyona 27’ê Sibatê bûn.”

Yildirim bi bîr xist ku Rêber Apo wê demê jî got, avaniya têkoşîna çekdarî guherî ye û divê ev yek bi aştiyê bi encam bibe.

Yildirim destnîşan kir ku Rêber Apo li gorî şert û mercên guherî yên cîhanê xwe, rêxistin û têkoşîna xwe revîze kir, li gorî cîhan a hemdem çareseriyeke guncaw destnîşan kir, lê belê ji ber ku desthilatdariyên li Tirkiyeyê ‘jiber a Tirk’ û fobî nekarî ji ser xwe biavêjin, lêgerîna li aştiyê ne bi bi dînamîkên navxweyî yên welêt, lê bi neçariya ji bûyerên herêmî dan destpêkirin, ku ev yek cihê nerazîbûnê ye.

Yildirim pêvajoya li Ewropayê weke mînak nîşan da, ku piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn aştî ava kir û bi bîr xist ku ev dîroka bi êş veguherî aştiyeke mayinde.

Yildirim anî ziman ku li Tirkiyeyê di şer de nêzî 50 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan û got, bi xwespartina li vê êşê nabe ku bi salan siyaseta kîn û tolhildanê bê sorkirin. Yildirim diyar kir ku Tirkiye ku parçeyek ji Rojhilata Navîn e li şûna êşên li vê cografyayê ji nû ve dubare bike, divê li mînakên derve binihêre û ‘aştiyeke model’ ava bike.

Ahmet Yildirim ragihand ku yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ew e ku siyasetmedar hesabên xwe yên hilbijartinê datînin pêşiya paşeroja hevpar a 86 milyon mirovî û got, “Kî vê yekê îro dubare bike wê li pêşberî dîrokê berpirsyar be.”

Yildirim karê komîsyona li meclîsê nirxand û anî ziman ku komîsyon niha tenê bi nêzîkatiya ‘nîşandana nêtê’ tevdigere.

Yildirim destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê komîsyon teqez gavên şênber biavêje. Yildirim ragihand ku ev gav jî divê bi guhertinên qanûnî yên li Civata Giştî ya Meclîsê şênber bibin û got, “Gavên ku meseleya 100 salî çareser bike divê bêne avêtin.”

Ji bo jî destnîşan kir ku piştî hevdîtinan, li dû 1’ê Cotmehê divê pêşnûmeyên qanûnî yên şênber pêşkêşî Meclîsê bêne kirin, naxwe komîsyon wê keda xwe bi xwe têk bibe.

Ahmet Yildirim anî ziman ku ji bo rêveçûna pêvajoyê yek ji gavên girîng ên divê bêne avêtin ew e ku rayedaren dewletê û komîsyon li Rêber Apo guhdarî bike û got, “Li şûna ku vê yekê li pêşiya raya giştî nîqaş bikin, divê biryareke bi wêrekî werbigire, ya divê komîsyon Birêz Abdullah Ocalan vexwîne Enqereyê, yan jî kesên ji her partiyê bi xwe biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.” Yildirim got, “Divê pêşniyarê şênber jê werbigirin ku rêxistina xwe fesix kir û dawî li çek û tundiyê anî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Çakir: Naskirina mafên gelê Kurd mafekî mirovî û Îslamî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi partiyên siyasî re hevdîtin kir daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA’yê bernameya çalakiyan a 8’ê Adarê eşkere kir

TJA wê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi dirûşma 'Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Kan madenê hilweşiya: 13 kes birîndar bûn

Li navçeya Beypazari ya Enqereyê kana madenê hilweşiya. Di encamê de 13 karker birîndar bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?