Di demekê de ku li Sûriyeyê parçebûnên siyasî û civakî yên kûr hene û tu lihevhatineke nîştimanî li ser siberoja welat çênebûne, hikumeta demkî ya Sûriyeyê vê sibehê ragihand ku wê navndên dengdanê li pêşiya endamên desteya hilbijartinê vekiriye da ku endamên parlamentê tayîn bike.
Tevî ku hikumeta demkî hewl dide hilbijartinan wekî gaveke ber bi avakirina rewatiya xwe ve bide nîşandan, lê hilbijartin rastî rexneyên tund tê, ji ber ku di aliyê qanûnî û siyasî de bi pirsgirêk in.
Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de “hilbijartinên parlamentoyê” tên kirin. Ev hilbijartin têne kirin ku demekê de ku tu qanûnên taybet ên hilbijartinan nehatine derxistin an jî tu pîvanên ku temsîla tevahiya pêkhateyên gel mîsoger bike tune ne. Li aliyekî din jî sîstema navenda mezin ên hilbijartinan li ser asta “parêzgehê”, li şûna navçeyên biçûk dewam dike. Di heman demê de çalakiyên partiyên siyasî sekinîne. Di encamê de dibe ku temsîla gelek aliyan ji meclisê tune bin.
Hikumeta demkî bêyî ku bi tevahî hêzên nîştimanî bişêwire, bi tena serê xwe guhertinên bilez li qanûna hilbijartinê kirin. Bo nimûne, dema propagandayê kir hefteyek tenê, her wiha maf da Komîteya Bilind ku ji ber sedemên ewlehiyê namzedan ji hilbijartinê derxîne.
Çavdêr biryara Ehmed El Şeri ya erêkirina rêziknameya demkî ya hilbijartinan wekî kiryareke ji bo xweşikkirina şeklî ya desthlata heyî bi nav dikin, lê welat di nava aloziyên siyasî, civakî û aborî de asê maye. Di demeke wiha de ev hilbijartin naveroka xwe vala nîşan didin û dûrî demokrasiyê ne.
Sîstema demkî ya hilbijartinê balê zêde dikişîne ser desthilata rêveber, ji ber Ehmed El Şeri ji 3 paran pareke endamên meclisê bêyî hilbijartin erkdar dike. Di heman demê de li ser avakirina komîteyên hilbijarinan ên şaxî disekine. Ev “Meclisa Gel” dike sûretê desthilata xwe û rûyê wê pê xweşik dike. Li aliyê din desthilata xwe li ser zagonsaziyê zêdetir dike.
Gelek aliyên opozîsyona Sûriyeyê van guhertinan wekî “dubarekirina rêbaza otorîter” bi nav kir û diyar kir qanûnên ku bi yekalî hatine nivîsandin nikarin rewatiyê çêbikin, lê belê serdestiya aliyekî li ser hesabê gelê mayî yê Sûriyeyê ava dikin. Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku her hilbijartinek bêyî hevpeymanek civakî ya berfireh neyê lidarxistin, nikare wekî rewa an nûnertiya gelê Sûriyeyê were hesibandin. Di heman demê de rê nade aliyên dozgeriyên yên serbixwe, rêxistinên navneteweyî ewkî Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê ku çavdêriyê li rêxistinkirina hilbijartinan bike. Tê zanîn ku Neteweyên Yekbûyî gelek caran bang kiribû ku divê hilbijartinên Sûriyeyê di çarçoveyeke siyasî ya giştî de bên li dar xistin û di bin çavdêriya navneteweyî de û bi beşdariya tevahiya Sûriyeyiyan pêk werin.
Ligel şert û mercên aloz ên demografîk û lojîstîkî, dîsa ligel hebûna bi mîlyonan kesên koçber û penaber û nebûna belgeyên nasnameyê, Komîteya Bilind mekanîzmayeke hilbijartinê ya nerasterast diyar kir. Ev mekanîzme jî xwe dispêre dezgehên hilbijartinê ku ji hêla hikûmeta demkî ve bêyî şêwirînê hatine tayînkirin.
Hilbijartinên qaşo meclisa gel ne herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ne jî tevahî tevgerên siyasî û sivîl ên ku piraniya Sûriyan temsîl dikin di nav xwe de nagire. Rêveberiya Xweser hilbijartinan wekî “şanoyek yekalî” nirxand û diyar kir ku her pêvajoyek hilbijartinê ku hemû pêkhateyên etnîkî û siyasî negire nava xwe têkçûyî ye.
Şêniyan Siwêdayê di nava çend rojan de bertek nîşanî hilbijartinan da û wekî gaveke otorîter a hikumeta veguhêz bi nav kir. Di heman demê de Komîsyona Îslamî ya Bilind a Ewleiyên li Sûriye û Dîasporayê hilbijatin red kir û destnîşan kir ku hilbijatin ne rewa ye û nûnertiya îradeya Sûriyeyan nake.
Ji ber siyasetên hikumeta navendî ya Şamê welat parçe kiriye. Lilbijartin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê nayên kirin. Gelek herêmên din ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, teqez e ku dê li van herêman hilbijartinên sembolîk werin kirin. Li gorî hin raporan, hin mazetan bi qasî 200 hezar dolar dane da ku endamtiya “Meclisa Gel” bi dest bixin.
Di encamê de wê hilbijartin sînordar bin, anku dê li gelemperiya Sûriyeyê neyên kirin. Li gorî gelek çavdêran “Madem nîvê gelê Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî hatiye dûrxistin ne mumkin e hilbijartin nûnertiya tevahiya gelê Sûriyeyê bike.”
“Parlamentoya” nû ya ku dê were hilbijartin ji aliyê tevahiya hêzên nîştimanî ve nayê qebûlkirin. Di encamê de wê parçebûnê zêde bike û rêya çareserî û lihevkirina nîştimanî di navbera hêzên Sûriyeyê de têk bibe û gelek alî xwe paşguhkirî bimînin. Ev yek bi îdiayên hikûmeta demkî yên der barê dan û standinên bi hêzên Sûriyeyê re, bi taybetî jî bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê re, nakok in.
Di heman demê de îhtîmalek mezin heye ku ji ev hilbijartin ji aliyê Yekitiya Ewropa an jî Neteweyên Yekbûyî ve neyên naskirin. Di encama vê yekê de jî dê helwesta hikumeta demmkî di dan û standinên siberojê de lawaz be.