Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Farûk Halakû bû Berpirsê Îdarî yê Meclîsê yê DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 148 karker jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Tayînkirina endamên parlamenta hikumeta demkî destpê kir
Rojava

Tayînkirina endamên parlamenta hikumeta demkî destpê kir

Di demekê de ku li Sûriyeyê parçebûna civakî û siyasî dwam dike, hikumeta demkî dest bi tayînkirina nerewa ya endamên xwe yên parlamentê kir

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di demekê de ku li Sûriyeyê parçebûnên siyasî û civakî yên kûr hene û tu lihevhatineke nîştimanî li ser siberoja welat çênebûne, hikumeta demkî ya Sûriyeyê vê sibehê ragihand ku wê navndên dengdanê li pêşiya endamên desteya hilbijartinê vekiriye da ku endamên parlamentê tayîn bike. 

Tevî ku hikumeta demkî hewl dide hilbijartinan wekî gaveke ber bi avakirina rewatiya xwe ve bide nîşandan, lê hilbijartin rastî rexneyên tund tê, ji ber ku di aliyê qanûnî û siyasî de bi pirsgirêk in.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de “hilbijartinên parlamentoyê” tên kirin. Ev hilbijartin têne kirin ku demekê de ku tu qanûnên taybet ên hilbijartinan nehatine derxistin an jî tu pîvanên ku temsîla tevahiya pêkhateyên gel mîsoger bike tune ne. Li aliyekî din jî sîstema navenda mezin ên hilbijartinan li ser asta “parêzgehê”, li şûna navçeyên biçûk dewam dike. Di heman demê de çalakiyên partiyên siyasî sekinîne. Di encamê de dibe ku temsîla gelek aliyan ji meclisê tune bin.

Hikumeta demkî bêyî ku bi tevahî hêzên nîştimanî bişêwire, bi tena serê xwe guhertinên bilez li qanûna hilbijartinê kirin. Bo nimûne, dema propagandayê kir hefteyek tenê, her wiha maf da Komîteya Bilind ku ji ber sedemên ewlehiyê namzedan ji hilbijartinê derxîne.

Çavdêr biryara Ehmed El Şeri ya erêkirina rêziknameya demkî ya hilbijartinan wekî kiryareke ji bo xweşikkirina şeklî ya desthlata heyî bi nav dikin, lê welat di nava aloziyên siyasî, civakî û aborî de asê maye. Di demeke wiha de ev hilbijartin naveroka xwe vala nîşan didin û dûrî demokrasiyê ne.

Sîstema demkî ya hilbijartinê balê zêde dikişîne ser desthilata rêveber, ji ber Ehmed El Şeri ji 3 paran pareke endamên meclisê bêyî hilbijartin erkdar dike. Di heman demê de li ser avakirina komîteyên hilbijarinan ên şaxî disekine. Ev “Meclisa Gel” dike sûretê desthilata xwe û rûyê wê pê xweşik dike. Li aliyê din desthilata xwe li ser zagonsaziyê zêdetir dike.

Gelek aliyên opozîsyona Sûriyeyê van guhertinan wekî “dubarekirina rêbaza otorîter” bi nav kir û diyar kir qanûnên ku bi yekalî hatine nivîsandin nikarin rewatiyê çêbikin, lê belê serdestiya aliyekî li ser hesabê gelê mayî yê Sûriyeyê ava dikin. Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku her hilbijartinek bêyî hevpeymanek civakî ya berfireh neyê lidarxistin, nikare wekî rewa an nûnertiya gelê Sûriyeyê were hesibandin. Di heman demê de rê nade aliyên dozgeriyên yên serbixwe, rêxistinên navneteweyî ewkî Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê ku çavdêriyê li rêxistinkirina hilbijartinan bike.  Tê zanîn ku Neteweyên Yekbûyî gelek caran bang kiribû ku divê hilbijartinên Sûriyeyê di çarçoveyeke siyasî ya giştî de bên li dar xistin û di bin çavdêriya navneteweyî de û bi beşdariya tevahiya Sûriyeyiyan pêk werin.

Ligel şert û mercên aloz ên demografîk û lojîstîkî, dîsa ligel hebûna bi mîlyonan kesên koçber û penaber û nebûna belgeyên nasnameyê, Komîteya Bilind mekanîzmayeke hilbijartinê ya nerasterast diyar kir. Ev mekanîzme jî xwe dispêre dezgehên hilbijartinê ku ji hêla hikûmeta demkî ve bêyî şêwirînê hatine tayînkirin.

Hilbijartinên qaşo meclisa gel ne herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ne jî tevahî tevgerên siyasî û sivîl ên ku piraniya Sûriyan temsîl dikin di nav xwe de nagire. Rêveberiya Xweser hilbijartinan wekî “şanoyek yekalî” nirxand û diyar kir ku her pêvajoyek hilbijartinê ku hemû pêkhateyên etnîkî û siyasî negire nava xwe têkçûyî ye.

Şêniyan Siwêdayê di nava çend rojan de bertek nîşanî hilbijartinan da û wekî gaveke otorîter a hikumeta veguhêz bi nav kir. Di heman demê de Komîsyona Îslamî ya Bilind a Ewleiyên li Sûriye û Dîasporayê hilbijatin red kir û destnîşan kir ku hilbijatin ne rewa ye û nûnertiya îradeya Sûriyeyan nake.

Ji ber siyasetên hikumeta navendî ya Şamê welat parçe kiriye. Lilbijartin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê nayên kirin. Gelek herêmên din ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, teqez e ku dê li van herêman hilbijartinên sembolîk werin kirin. Li gorî hin raporan, hin mazetan bi qasî 200 hezar dolar dane da ku endamtiya “Meclisa Gel” bi dest bixin.

Di encamê de wê hilbijartin sînordar bin, anku dê li gelemperiya Sûriyeyê neyên kirin. Li gorî gelek çavdêran “Madem nîvê gelê Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî hatiye dûrxistin ne mumkin e hilbijartin nûnertiya tevahiya gelê Sûriyeyê bike.”

“Parlamentoya” nû ya ku dê were hilbijartin ji aliyê tevahiya hêzên nîştimanî ve nayê qebûlkirin. Di encamê de wê parçebûnê zêde bike û rêya çareserî û lihevkirina nîştimanî di navbera hêzên Sûriyeyê de têk bibe û gelek alî xwe paşguhkirî bimînin. Ev yek bi îdiayên hikûmeta demkî yên der barê dan û standinên bi hêzên Sûriyeyê re, bi taybetî jî bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê re, nakok in.

Di heman demê de îhtîmalek mezin heye ku ji ev hilbijartin ji aliyê Yekitiya Ewropa an jî Neteweyên Yekbûyî ve neyên naskirin. Di encama vê yekê de jî dê helwesta hikumeta demmkî di dan û standinên siberojê de lawaz be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hiştin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê ji bo ‘jiyaneke aştiyane’ daxwaza sîstemeke perwerdeyê ya nû kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK: Siyaseta Kurd divê berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibîne

KNK'ê diyar kir ku di vê dema dîrokî de divê siyaseta Kurd berjewendiyên neteweyî di…

Ji aliyê Stêrk TV

Sînorên Ewropayê bi hişê çêkirî tê dorpêçkirin

Zêdebûna dengê rastgiriya tund di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de li Ewropayê bû sedema şoqeke mezin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

Jinên ji Amedê diyar kirin ku li Rojava, Îran û Helebê êriş li jin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo şehîdan merasîm hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê paşve gav avêt: Pênaseya ‘Ereb’ hate rakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?