Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever (Yûnûs Demîr) ê ku 16’ê Hezîrana 2023’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû, bi bîr anî.
Karayilan diyar kir ku şehîd Şivan Gever di têkoşîna xwe ya 31 salan de li her parçeyê Kurdistanê şer kiriye, fedekariyên mezin raber kiriye û anî ziman ku ji Dersimê heya Amedê, ji Kobanê heya Şengalê û berxwedana Zapê di gelek berxwedanan de bi roleke dîrokî rabûye. Karayilan destnîşan kir ku şehîd Şivan Gever di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de 5,6 caran birîndar bûye, lê ti carî dest ji têkoşînê bernedaye û bang li gelê Geverê kir ku divê xwedî li vî şervanê bi wêrek derbikeve.
Nirxandina Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan a derbarê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever bi vî rengî ye:
“Heval Şivan Cîlo Gever, Yûnûs Demîr hevalekî me yê endamê Komîteya Navendî ya Partiya me PKK’ê me bû. Di xebata me ya têkoşîna azadiya Kurdistanê de roleke mezin lîst. 16’ê Hezîrana 2023’yan li herêma Avaşîn a xeta Barzanê bi komek hevalan re şehîd bûn. Weke ewlekarî, Kerîm Amed, Şervan Kobanê pê re bûn. Bê guman ew ji bo me windahiyek cidî bû. Hevalê Şivan Cîlo di têkoşîna me de wek hevalekî kedkar û ji her karî re amade, dihat naskirin. Heval ji Geverê bû, li ser hîmê nirxên Kurdîtiyê û welatparêziya li Geverê mezin bûbû û ji malbateke kedkar bû. Bi xwe jî weke kedkarek dixebitî. Hostayê dîwar bû. Di karê feyans û hwd de wek kedkarek dixebitî. Li kêleka vê pêşveçûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî bala wî kişandibû. Lewma demekê hem xebitî û hem jî milîsî ji tevgerê re kir. Piştre ji hevalan bandor bû û di sala 1993’yan de li Zagrosê tevlî nava refên gerîla bû. Weke me got, heval Şivan hevalekî kedkar bû. Dibistan heya seretayî xwendibû. Ango dema tevlî bûyî, weke gelek hevalan ne kesek wisa rewşenbîr bû. Bi hestên welatparêzî, Kurdewarî û dilsozî heval Şivan tevlî nav refên me bû. Mirov dikare bêje koka dilê welatparêziya Geverê weke derketinek bû, hîn di sala 93’yan de wek ciwanekî Kurd ê 25 salî tevlî nava refên me bû. Ji roja tevlî bûyî û heya roja dawî, her tim ked daye. Bi kedkariya xwe tê nasîn. Çar salên destpêkê li Cîlo û giştî Zagrosê wisa Çarçela û her derê xebatê dimeşîne, tevlî şer dibe. Carekê li Geverê di çalakiyê de ji singê xwe birîndar dibe. Piştî wê derbasî herêma Xakurkê, Soran dibe. Sê salan jî li wir dimîne. Wek leşkerekî bi tecrube di gelek çalakiyan de cih girtî, bi taybet di çalakiyên êrîşê de cih girtî, wisa ji her karî re xwe amade dibîne. Lewma hêza me dema 99’an ji Bakur vekişiya, di 2000’an de jî pir kêm hinek heval mabûn. Pêwîstî hebû hinek heval biçin cem wan, pêşveçûnên nû bi wan re parve bikin, bi wan re bibin takwiye. Yanî pêwîstî hebû em hinek eyalet wisa takwiye bikin. Vesaziya hinek hevalan ji bo Bakur hate çêkirin. Heval Mahmut Şirnex ji bo Amedê, heval Şivan ji bo Erziromê hatin vesazkirin.
Herêma Mûş, Varto, Çewlîk, Erzirom yanî wisa heya Panosê tê. Zehmetiyên xwe hene. Heval Şivan 5 salan li vir ma û her kesê digot, eger Şivan ji wir derkeve wê kar hemû xira bibin. Ji ber ku heval Şivan fermandarê herêmê bû. Lê pir tişt bi xwe dikirin. Mesele hevalên ku çûban Dersimê, wî bi xwe digihand Dersimê. Di navbera Dersim, Amed û Çewlîkê de pir serwer bûbû, dol dol nas dikir. Li kuderê çi kiriba, dizanî. Li ser araziyê pir serwer bû. Zanebûna wî li ser araziyê pir zû çêdibû. Pratîsyenek bû. Hem fermadarê herêmê bû, hem dibû kurye, hem dibû çalakvan. Ji her karî re jêhatî bû. Piştre ji wir hate vekişandin, perwerde dît. Di gelek pratîkan de cih girt. Hevalekî wisa bû ku ji her derê re amade bû. Demekê li Garê perwerdeya akademî dît û piştî wê pêwîstî çêbû û çû Kobanê. Qasî 3 salan li Kobanê ma. Piştre derbasî Şengalê bû û piştre jî demek dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Di nava refên me de zêdeyî 30 salan pratîk meşand. Her tim li çiya maye, ti carî ji çiya derneketiye û her tim li kuderê pêwîstî heba ew li wir amade bû. Yanî di pratîka meşandî de, xizmetê xwe ji bo her çar parçeyên Kurdistanê heye. Li Geverê mezin bûye. Lê malbata wî eslê xwe ji derdora Avaşînê ye, yanî li aliyê Başûr. Bi çanda Kurdewarî mezin bûye. Di nav refên me de destpêkê şervan e, piştre bi keda xwe pêşiya xwe vedike, dibe fermandarê tîm, manga, taxim, yekîne, herêm, eyalet, qad, piştre bû endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û piştre jî ji bo Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin.
Hevalekî ku ji sifirê destpê kir û bi keda xwe wisa xwe ava kir. Bi vî rengî rol lîstiye. Hevalekî wisa pratîsyen ku tim di nava pratîkê de cih girtî, jîr û pispor bû. Li ser xeta Rêbertî jî tim dixwîne. Dibe hevalê Şivan weke hevalên din pir ne xwende bû, lê ji bo xetê fêm bike, Rêber Apo fêm bike, di xeta azadiyê, xeta azadiya jin û rêhevaltiyê de kûr bibe, bi jiyana xwe, xwe pêş xist. Bi hewldana xwe ya xwendin û fêmkirinê xwe gihand astekî. Mirov dikare bêje, hevalê Şivan bi xwe xwe mezin kir. Çend caran beşdarî perwerdeyên akademiyan bû, perwerde dîtin, lê wî bi xwe jî hinekî xwe perwerde kir. Di pratîkê de fêrî her tiştî bû. Taybetmendiya wî ya herî mezin kedkarî ye. Heval Şivan wisa bi ked tê naskirin. Li her araziyê dikare xwe biparêze. Li cihekî ku qet rê nebe, kes rê nas nake, ew dikare lê derbas bibe. Yanî bi dûrbînê lê dinêre, plan çêdike, pêşiya xwe dibîne û dimeşe. Bi tedbîr helbet. Wê hevalan çawa dîzayn bike, çawa tevbigere, çawa biparêze, li araziyê çawa şer bike, çawa hêzên xwe bi cih bike, çawa ji nav dorpêçê derkeve, yanî di van mijaran de pispor bû.
Li çiyayên Kurdistanê, li çiyayê Zagrosê dest bi dibistanê kiriye û ji Zagrosê heya Çewlîk, Erzirom, Mûş, Dersim, Amed, li gelek deverên Kurdistanê geriya û li beşên din ên Kurdistanê ji Şaho heya Hewraman li hemû deverên Rojhilatê Kurdistanê, car din li hemû deverên Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê di pratîkê de fedakar û kedkar bû.
Taybetmendiya duyem a heval Şivan, pir dilnizm bû. Çiqas kar meşandiba jî, çiqas karên mezin meşandiba jî qalê nedikir. Bi wêrek bû, pir bi biryar bû, qet dudilî pê re nebû. Li ser xeta Rêber Apo xwedî sekin bû. Di xeta azadiyê de xwedî sekin bû. Lê her kesê jî dizanî ku kesekî sade ye, dirûst e, paqij e û tenê xizmetê dike, çi jê were xwestin nabêje na. Ji her cure fedakariyê re amade ye. Weke fedayiyek Apoyî di erdnîgarî û şer de bûye pispor. Yanî egîdekî heqîqî bû. Xizmetê dike, lê ti carî qalê nake. Pir nediaxivî, zêde nîqaş nedikir, lê karê xwe cidî dikir. Cidiyet pê re hebû. Karek li pêşiyê ba, bi cidiyetek mezin li ser wî karî disekinî. Fedakarekî mezin ê dilnizm bû. Mesele, dibe ku gelek kes nû bibîhîzin; weke tê zanîn berxwedana Kobanê berxwedanek dîrokî ye, yanî hem bi navê tevahî gelê Kurd hem jî bi navê tevgera me, li wir li hemberî DAÎŞ’ê şerekî îradeyê hate meşandin, li wir DAÎŞ hate şikandin. Di wê demê de jî DAÎŞ xwedî hêzeke zêde bû. Di serdema xwe ya herî bilind de bû û di nava xwe de gelek xwekujer derxistibûn holê, êrîş li ser êrîşan pêk dianîn. Teknîka di destê artêşa Iraqê de, li Mûsilê hemû ji wan standibû, teknîka di destê Sûriyeyê de li Reqayê hemû ji wan standibû, bi wê teknîkê êrîşî Kobanê kirin. Li Kobanê şerekî dijwar û mezin çêbû. Weke tê zanîn di wî şerî de serketin hate bidestxistin. Başe, dema ew serketin hate bidestxistin yê ku şer koordîne dikir kî bû? Heval Şivan Cîlo bû. Şivan Cîlo wê demê li Kobanê koordîneya şer, ango fermandar bû. Fermandarê giştî bû. Raste, tenê nebû, ekîbek bûn. Bi hev re kar dikirin. Lê yê ku koordîne dimeşand, heval Şivan bû. Wê demê mesele û nîqaşên taktîkî çêbûn; divê ne şerê cephe, bi rêbazên gerîla taktîk bên meşandin. Li ser vê yekê nîqaş hebûn, di wan nîqaşan de weke tê xwestin bi teknîk û nivîsandinê encam nedihat girtin, wê çaxê heval Şivan bi hêzekê çû wir. Ji bo ku ev meseleyên di rê û rêbazên taktîk de tên nîqaşkirin, çareser bibe. Giraniyek çêbû, yanî hemû heval ketin meriyetê û bi vî rengî li Kobanê serketin hate bidestxistin. Yanî ev qehremanên bênav in. Mesele, li ti derê roportajek nekir, qet li cihekê behs nekir ku wan Kobanê çawa rizgar kir. Wê çaxê koordîne ew bû.
Bi kurtasî hevalê Şivan, hevalekî wisa bû. Gelekî mutewazî bû. Her tişt ji bo gel û rêxistinê dikir. Û çi qas dikir jî xwe hîn jî weke deyndar didît. Yanî dinya jî fetih bikirina, Şivan tim Şivan bû. Tu caran dev ji mutewazîbûna xwe bernedida û pir sade, durist û xwezayî bû. Dinya jî fetih bikira, dîsa hema weke leşkerek û neferekî bû. Hevalekî wisa bû. Piştre dema ku Kobanê rizgar bû û tevgera li gundan dest pê kir û piştî wê jî jixwe di pêngavên Minbic û Tebqadê de jî cih girt. Koordîneya giştî hebû lê belê ew jî weke fermandarê Kobanê beşdar bû. Hevalê Şivan jî di wan pêngavan de rola xwe lîst. Weke me anî ziman ew şerê gelekî wisa kollektîf bû û helbet gelekî hevalan têde rola xwe lîst. Her wiha heval Şivan jî beşdarî pêngavan hemûyan bû lê belê tu caran qal nedikir. Piştre jî ji wir di sala 2017’an de derbasî Şengalê bû. Li Şengalê ji hevalê Egîd Jiryan ku ew jî ji egîdekî ji Geverê ye û weke navê xwe ew jî egîdek bû, ji wî erk dewr girt. Wê demê hevalê Egîd, li wir bû, erka xwe ya li wir temam kir û wî jî di rizgarkirina Şengalê û pêşîlêgirtina fermanê de roleke dîrokî lîst. Piştre dixwest derbasî Botanê bibe. Yanî daxwaziyeke wî ya wisa mezin hebû. Ji ber wê yekê jî heval Şivan çû şûna wî û wî jî erk dewrî Şivan kir. Û piştre jî hema bibêjin salekê heya salek jî temam nebûbû, ez bawer im di meha Nîsana 2018’an de bû, Tevgera me biryar da ku em weke HPG ji Şengalê vekişin. Vêca wê serdemê heval Şivan jî li gel hêza xwe yanî li gel hejmareke zêde ya hevalên xwe beş bi beş ji wir vekişiyan û piştre jî ew bi xwe hat. Wisa ji Şengalê hat û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li xeta Zap, Avaşîn û Xakurkê xebatên xwe meşandin. Heval Şivan ji sala 2018’an û heya şehadeta sala xwe ya 2023’yan li van herêman bû. Li wan deran jî kedeke mezin da. Her wiha di berxwedana Zapê ya di sala 2022’yan de heval Şivan dîsa koordîne bû. Wî û hevalê Alan li qadê koordîneya şer dan meşandin. Di dîroka me de yek ji berxwedan û şerê herî dijwar, berxwedana Zapê ye. Wê serdemê heval Şivan jî li wir li gel refeke hevalan bi hev re erka koordîneya şerî bi rê ve bir. Yanî di sala 2023’yan de jî hewl dida ku dubare ji bo Zapê û Avaşîn pêngavên nû biavêjin. Di dema wan hewldanan de dijmin cihê wan ferq dike û bi êrîşên hewayî yên berfireh ku du rojan berdewam kir, êrîşî hevalan dike. Di encama wan êrîşên berfireh de ew û komeke hevalan tevlî karwanê şehîdan dibin. Bêguman weke ku min di destpêkê de jî anî ziman şehadeta wan ji bo me windahiyeke girîng bû. Hevalê Şivan di nava Tevgera me de ji asta herî jêrîn dest pê kir û heya asta Endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê, Endamtiya Konseya Fermandariya HPG’ê û weke fermandarê Herêmên Parastinê yên Medyayê cih digirt û roleke dîrokî pêk anî. Di dema berdewamiya van erkên pîroz de gihîşte şehadetê. Niha mirov çi qasî qala egîdên wisa bike jî yanî hevalên wisa xwe li ser fikir û ramana Rêber Apo perwerde kiriye û bi welatparêziyeke kûr xwe av daye û tev digere, kêm e. Yanî hevalên wisa bêyî bedel her tiştên xwe didan. Yanî ya ku ez dizanim di jiyana xwe ya şoreşgeriyê de pênc-şeş caran birîndar bûye. Ya ku ez dizanim sê caran xelat wergirt. Xelatên serkeftinên bi dest xistine. Jixwe piştî ku dibe rêveber êdî xelat wernegirtin. Ji rêveberan re xelat tune ye. Berpirsyariyên wan zêde ne. Yanî dema ku di nava fermandariyên jêr de cih digirt yên weke tîm û yekîneyan, dema ku di wan de fermandarî dikir, xelat wergirtin. Kesekî wisa bû. Dîroka Tevgera me gelek egîdên hêja û gelek fedekarên mezin ava kirin û ji vana yek jî Şivan Gever e. Pir girêdayî nirxan bû. Pir girêdayî xeta Rêber Apo, nirxên Tevgerê û şehîdan bû. Tê bîra min ku di dema rexnedayîna xwe de hêstir ji çavan dibarîn. Rexneya dida, kêmasiyên xwe rexne dikir. Dema ku erkek li pêşiya wî bû, dixwest pêk bîne. Xwedî rêhevaltiyeke pir kûr bû. Hevalekî gelekî rêzdar bû. Bi dilnizmiya xwe ji her kesî re hurmet raber dikir. Hevalekî wisa bû. Gelekî girêdayî nirx, doz û xetê bû. Yanî hevalekî wisa bû ku çi ji destê wî dihat, dikir. Bêguman her tişt ji dest nedihat. Helbet her kes xwedî astekê ye. Heval Şivan jî wisa bû. Yanî ne ji ber ku şehîd bûye, em tiştan dibêjin. Na, ne wisa ye. Girêdayî asta xwe tiştên ku ji dest dihat, dikir.
Dema ku mirov li dîroka têkoşîna wî dinêre û 30-31 sal derbas bûne, dibîne ku ji gelek qadan derbas bûye, gelek fedekarî kirine û bi baweriya xwe her tişt hin xurttir kirine. Bêguman ev yek bingeha xwe ji pêşketinê, ji weltaparêziya kûr a herêma Geverê digire. Gelê me yê li Geverê divê li egîdên wisa xwedî derkevin. Li doza wan xwedî derkevin. Divê hîn zêdetir xwedî lê derkevin û bi egîdên wisa serbilind bibin. A rastî di mirovahiyê de însanên wisa hêja, durist, paqij, bi tenê xizmetê dikin û tiştekî naxwazin, bilindbûnek e. Dema ku kesek wisa ji herêmekê derdikevin, ew herêm helbet divê bi wan serbilind be. Dijmin jî ji van welatparêzên li Gever, Colemêrgê û xeta li wir ya giştî pir ditirse. Heta ku dijmin ji bo ku wan welatparêzan biperçiqîne û ji bo tevlî Tevgera Apogerî nebin di astên jor de kiryarên kontrayî kujerî pêş xist. Weke tê zanîn di serî de welatparêzê hêja Savaş Bûldan û gelek kesên din wisa şehîd kirin. Ji bo çi bû? Ji bo ku gel bitirse û bi paş de gav biavêje. Lê belê me dît ku bi taybet bi giştî hem li Colemêrgê û hem jî li Geverê, di şexsê ciwanên Geverê de derketinên miqabîlî wê çêbû ku derketineke egîdî bû. Derketineke pir mezin bû. Di destpêkê de gelek hevalên weke Rustem (Yucel Zeydan), Egîd Civyan, Welat Herînkî, Rizgar Gever, Berçem Cîlo û Rojîn Dersim, Gever Erdem, Elî Gever û Elî Kanîroj hene. Yanî gelek hevalên wisa yên ku em navên wan bilêv bikin, hene. Bo mînak fedaiyê her dawiyê yê tevî sê hevalan, Bager Gever ku bi lehengî çalakiyeke fedaî pêk anî. Egîdê serdemê ye. Ev hemû egîdên ji qadê ne ku ji herêma Geverê derketine. Ji van ê dawiyê yê weke ku em di asta fermandariyê de îlan dikin, hevalê Şivan Gever e. Li rex wan weke nûnerê ciwan û pêşengê ciwan heval Ronî Baz Gever e. Hevalê Ronî jî ji aliyê tevlîbûnên ciwan de weke pêşengekî derket pêş. Em ê derheqê hevalê Ronî de jî çend tiştan bibêjin. Niha heval Şivan li Geverê weke nûnerê gelê Geverê kesekî ji gel bû beşdarî nava refên me bûbû. Her wiha hevalê Ronî jî weke nûnerê ciwanan tevlî dibe û wisa dibe pêşengekî Komeleya Ciwanên Kurdistanê. Dibe koordînasyonê wan û di nava tevgera me de di astên herî jor de erk meşandin û cihê xwe girt. Yanî çi hevalê Şivan çi jî hevalê Ronî weke ewladên ji herêma Gever û Colemêrgê, li ser kokeke saxlem ku di bingeha wê de welatparêziyeke kûr heye, wisa mezin bûne û dikarin wisa di nava şoreşê de roleke bi vî rengî bi pêşengtî bilîzin. Bingeheke wê heye û em bawer dikin ku ev bingeh û naverok di pêşerojê de jî di şexsê ciwanên ji herêmê de rolên pêwîst bilîzin.
Niha di şexsê hevalên Şivan û Ronî de tişta ku derdikeve holê çi ye? Bi taybet ya heval Şivan ew e ku qet neçûye dibistanê. Lê belê ger em li welatparêziya herêmê ya Colemêrg, Şemzînan û Geverê binêrin ku nûnerên wê yek jî hevalê Tekoşer bû ku ji eslê xwe ji Şemzînanê ye û li Geverê mezin bûye. Yanî tişta ku mirov têkildarî van hevalan dibîne çi ye? Welatparêziya kûr e. Ev heval dema ku fikir û ramana Rêber Apo nas dikin bi fesefeya Apoyî re dibin yek û dibin lehengên mezin. Di şexsê heval Şivan de ev yek tê ser ziman. Yanîweke kedkarekî bi rê ketiye û bûye Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê. Ev yek rola heval Şivan raber dike. Rast e. Lê belê di esasê xwe de hêz, fikir û ramana Rêber Apo raber dike. Apogeriyê raber dike. Yanî dikare kesekî jirêzê wisa bike pêşeng. Wisa hêz bidiyê. Heman tişt di şexsê hevalên jin de derbasdar e. Bo mînak em dikarin navên hevalên weke Berçem, Rojbîn û gelek hevalên din ên hêja yên ji wê herêmê bidin. Em nikarin navên hemûyan li vir bibêjin lê belê ev heval weke sembol temsîla hemûyan in. Yanî jina Kurd dema ku li ser bingeha welatparêziyê fikir û ramana Apogeriyê nas dike, dibe egîdek. Di pratîkê de ev yek hatiye îspatkirin. Jinên mêrxwas ên leheng, li vî welatî bi vî rengî derketine holê. Ev yek di dîroka Tevgera me de bi sedan caran, bi hezaran caran hatiye îspatkirin. Ev berxwedanên wisa di şexsê van hevalên leheng de pêş ketî, bi esasî pêşeroja gelê me, gelê Kurd ava kirin. Ev ne paşeroj in, ev pêşeroj in. Pêşerojê ava dikin. Gelê me û em roja îroyîn dikarin girêdayî bingeha van lehengan dikarin xwe bi her awayî ava bikin. Dikarin di serdema nû de, di tevgera gelêrî û demokratîk de û di pergala Komara Demokratîk de xwe bike hêz û îrade. Ji bo vê yekê jî divê gelê me her tim li lehengên wisa xwedî derkeve. Em weke rêhevalên wan ku me bi wan re rêhevalî kiriye, keda wan li ser me heye û em deyndarên wan in. Em girêdayî xeta wan û xeta Rêber Apo soza serkeftinê didin wan. Em ê xewn û xeyalên wan bikin heqîqet, bîranînên wan zindî bigirin û wan bikin kesên nemir. Li ser vî esasî ez dibêjim ku şehîd namirin, şehîd namirin.”