Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim di serî de daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî yên li ser mijara entegrasyona leşkerî bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.
‘EM BI REWŞEKE NÛ RE RÛ BI RÛ NE’
Salih Muslim anî ziman ku ew bi rewşeke nû re rû bi rû ne û got, têkildarî daxuyaniya Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî got, “Ji ber me hîn hevdîtin bi general re nekiriye, li ser detayên van bûyeran tam serwer nînim. Lê belê ez ê hewl bidim vê yekê şîrove bikim û tiştên pê zanim bînim ziman.
Tiştên ku general got, ji bo me ne xerîb e. Hûn jî zanin, Peymana 10’ê Adarê hebû; yek ji xalên vê peymanê li ser entegrasyonê bû. Meseleya entegrasyonê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê sivîl ve hemû rêveberiyê dihewîne. Lê belê hikumeta demkî ya Şamê vê pêvajoyê dereng dixîne û hewl dide neke. Hikumeta Şamê bi bandora hêzên li pişt xwe vê peymanê cidî nabîne û hewl dide jê bireve. Ji ber vê yekê ev meseleya entegrasyonê taloq bû û rawestiya. Di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de têkiliyek, hevdîtin hebû lê belê nediçû serî.
Hûn jî zanin, herî dawî Sefîrê Bilind ê DYE’yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack li gel Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) Amiral Brad Cooper serdana Rêveberiya Xweser kirin. Vê serdanê cidiyetek raxist pêş çavan. Ji ber ku dema Peymana 10’ê Adarê hate mohrkirin ew bi xwe jî weke çavdêr di nava vê pêvajoyê de hebûn. Di rewşa heyî de zanin ku bicihnehatina vê peymanê ne ji ber me ye, lê ji ber helwesta aliyê hember e.
Lewma beriya bi demeke kurt heyetek li gel rayedarên Rêveberiya Xweser û QSD’ê çû Şamê û bi hikumeta veguhêz a Şamê re hevdîtin kir. Rayedarên Rêveberiya Xweser û hikumetê di bin çavdêriya vê heyetê de hin mijar nirxand.
‘RÊVEBERIYA XWESER WÊ DI BIN KONTROLA QSD’Ê DE BIMÎNE’
Di nava mijarên hatin nîqaşkirin de meseleya entegrasyona leşkerî jî hebû. Gotina ku General Mazlûm got, encamek ji civîna dawî ye. Du aliyên meseleya entegrasyona leşkerî heye. Yanî di demeke nêz de wê heyetek biçe Şamê û li ser rê û rêbazên entegrasyona leşkerî biaxive. Em bi detayên vê nizanin, ji ber ku têkildarî vê encamek hîn bi dest neketiye. Lê belê diyar e ku hin yekîneyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wê entegreyî avaniya leşkerî ya nû bibe. Yanî herêmên Rêveberiya Xweser wê di bin kontrola QSD’ê de bimînin. Pêşbînî û daxwaz li ser rewşeke bi vî rengî heye. Di parastin û ewlehiya hin herêman de dibe ku alîkariyeke biçûk a ji hev re çêbibe. Aliyê destpêkê ev e.
‘LI DIJÎ TERORÎZMÊ WÊ YEKÎNEYÊN HEVPAR BÊNE AVAKIRIN’
Ya duyemîn jî meseleya Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) e. Ev jî wê di bin navê têkoşîna hevpar a li dijî terorîzmê de pêk were. Weke ku tê zanîn di sala 2015’an de destpêkê di navbera hêzên Koalîsyonê û YPG’ê, piştre jî di navbera hêzên Koalîsyonê û QSD’ê de ji bo têkoşîna li hemberî terorîzmê peymanek hatibû çêkirin. Ji hingî ve di navbera hêzên Koalîsyonê û QSD’ê de baweriyeke mezin çêbû û li hemberî DAÎŞ’ê têkoşîneke hevpar hate meşandin. Ji 10’ê Adarê û vir ve bi hev re tevdigerin. Li gelek herêmên Sûriyeyê, rojava jî di nav de li dijî DAÎŞ’ê çalakî hatin kirin. Ev çalakî hemû di navbera van herdu hêzan de bi rengekî koordîneyî dihatin kirin.
Dema dawî li gelek herêman bandora DAÎŞ’ê destpê kir, zêde bû û hewl dide li hin deveran çalakiyan bike. Bi taybetî li herêmên ku bi vekişîna Rûsan vala bûn, DAÎŞ’ê xwe lê bi cih kir, berfireh bû. Her wiha xwe berdidin nava herêmên me jî. Li gorî agahiyên dawî yên gihîştin me, destpê kirine ku xwe berdin nava bajarên mezin. Hêzên xwe heta derdora Şamê berfireh kirin. Ji ber vê yekê Koalîsyon bi YAT’ê re dixwaze qadên têkoşînê yên li dijî DAÎŞ’ê berfireh bike. Yek ji şertên ku koalîsyonê pêşkêşî hikumeta nû ya li Şamê kiriye ew e ku ew jî tevlî nava têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bibe. Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku ev têkoşîna wê bi hevkariya YAT, hêzên koalîsyonê û yekîneyên taybet ên hikumeta nû ve bê kirin. Gotinên General Mazlûm wê di vê çarçoveyêe de bikeve meriyetê. Yanî hêzên me, yekîneyên taybet ên Şamê û hêzên koalîsyonê ya navneteweyî wê li seranserê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê têbikoşin. Em ê di rojên pêş de bibînin ku detayên vê û encamên wê diyar bibin.
‘QSD WÊ BIBE HÊZA ESASÎ’
Têkildarî şêweyê entegrasyona li artêşa Sûriyeyê ya nû Salih Muslim got, “Heyeta ku biçe Şamê wê li ser hemû aliyên entegrasyonê biaxive. Artêşa nû ya Sûriyeyê wê ava bibe û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî wê bibe parçeyekî mezin ê vê yekê. Yanî yên me wê bibe ‘dendik’ hêza esasî ya artêşa Sûriyeyê ya nû.
Ev yek ji bilî yekîneyên hevpar ên têkoşîna li dijî terorîzmê wê ava bibe.”
‘KOMÎTEYÊN HEVPAR WÊ JI NÛ VE AVA BIBIN’
Li ser entegrasyona sivîl jî Salih Muslim nirxandineke bi vî rengî kir: “Em hîn bi detayên vê yekê nizanin. Lê belê di hevdîtina dawî de li ser rê û rêbazên wê bi devkî li ser hin mijaran axaftin hate kirin. Di pratîkê de wê komîte bêne avakirin; ji xwe berê jî ava bûbû. Ev komîte wê li hev rûnên û hewl bidin bi rêya diyalogê çareseriyekê biafirînin. Lê belê ji bo encamgirtinê hîn gelekî zû ye. Ji bo pêvajoyeke bi vî rengî pêwîstî bi demê heye. Komîteyên me amade jî bin, komîteyên aliyê din hîn amade nînin. Piştî ku ava bûn wê komîteyên hevpar jî bêne darizandin û pêvajoya diyalogê wê destpê bike.”
‘PÊWENDIYA XWE BI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ RE NÎNE’
Ji bo pirsa “Gelo meseleya entegrasyonê pêwendiya xwe bi pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye yan na?” Salih muslim got, “Na. Rewşeke ku pêwendiya xwe bi vê pêvajoyê re nîne. Lê belê em sûdê ji vê pêvajoyê werdigirin. Em daxuyaniyên Rêbertî li ber çavan digirin, lê belê rewşeke ku girêdayî wê dimeşe nîne. Li aliyê din Rêbertî bi nêrînên xwe yên dawî re bandor li tevahiya Rojhilata Navîn kir.
Hûn jî zanin, em timî bi PKK’ê re têkildar dikirin. Lê rastî ne welê bû; em biryarên xwe bi xwe digirin. Bêguman em hurmetê nîşanî felsefe û gotinên Rêbertî didin û xwe li gorî wê eyar dikin. Lê belê biryarên me di destê me de ne. Lê weke min got, em ji vê pêvajoyê sûdê werdigirin.
Yanî mebesta min ew e; em li vê derê biryarên xwe bi xwe didin lê ji fikrên Rêbertî sûdê werdigirin. Ji xwe ne tenê em, gelek derdor dixwaze sûdê ji vê werbigire. Ji ber ku gotinên Rêbertî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn rê nîşan dide.”
‘TIRIYE DI NAVA VÊ PÊVAJOYÊ DE NÎNE’
Salih Muslim li ser ‘Cihê Tirkiyeyê di vê pêvajoyê’ de ev nirxandin kir: “Tirkiye heta niha di nava vê pêvajoyê de nîne. Bêguman Tirkiye pêvajoyeke bi vî rengî naxwaze. Bûyerên dema dawî li herêmê qewimîn jî vî fikrê me piştrast dikin. Bûyerên li Helebê qewimîn, me weke provokasyonê fêhm kir. Hatina li vê derê ya Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê û dema bûyerên dawî dema mirov li ber çavan bigire, weke bûyerê li Helebê weke provokasyonekê tê dîtin.”
‘LI PEY SPEKULASYONÊ NE’
Têkildarî hewldana hin rayedarên dewleta Tirk ku dixwazin welê nîşan bidin ku “di navbera Rêber Apo û hêzên Rêveberiya Xweser de fikrê cuda hene” Salih Muslim got, “Teqez tiştekî welê nîne. Tiştekî ku yekser ji me re hatiye gotin nîne. Ti aliyekî gotinên Rêbertî nîne ku berevajî fikrê me be. Her wiha me jî tiştekî berevajî fikrên wî nekiriye. Rêbertî mirovekî azad afirand, mirovê azad jî dikare biryarên xwe bi xwe bide û fikrên xwe bi xwe nîşan bide.
Tirkiye hewl dide bi hin rê û rêbazan vê yekê têk bibe. Bi gotina ‘Li hev guhdarî nakin, hevdîtinê nakin’ spekulasyonan dikin. Lê belê rastî welê nîne. Tişta ku Tirkiyeyê dixwest çi bû? Dixwestin Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe fesix bike, bi rengekî şexî biçe û tevlî nava artêşa Sûriyeyê bibe. Em vê red dikin. Ji xwe helwesta Rêbertî ya di vê mijarê de diyar e. Ew bi xwe jî tîne ziman ku eger em dest ji çekan berdin wê di şevekê de me serjê bikin. Rêbertî rewşeke bi vî rengî ti carî qebûl nake.”
‘DI NAVBERA TIRKIYE Û HÊZÊ HEGEMONÎK DE FIKRÊN CUDA, NAKOKÎ HENE’
Di dewama axaftina xwe de Salih Muslim destnîşan kir ku êdî di navbera Tirkiye û hêzên rojavayî, yanî hêzên hegemonîk de cudahî, nakokî hîn şênber e û got, “Yên ku rêveberiya Şamê anîn ser desthilatdariyê ev hêz bi xwe ne. Êdî di navbera van hêzan û Tirkiyeyê de cudahî xuya dike. Ya Tirkiyeyê nema zêde pêk tê. Bêguman nizanim bê ev nakokî û nêrînên cuda kengî ji holê rabin. Wê di dema pêş de diyar bibe. Hemû hêzên ku bi Sûriyeyê re eleqedar dibin, aramiya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe dibînin. Dixwazin bi rengekî cidî li Sûriyeyê aramiyek pêk were. Ev aramî wê çawa pêk were? Di vir de em aramiyeke bi edalet dixwazin. Eger aramiyeke bi edalet pêk were, ev wê mayinde bibe. Cudahiya navbera me û van hêzan jî ev e. Mînak, Nûnerê DYE’yê Thomas Barrack beriya niha hin tişt gotibû, lê belê piştî demekê ev gotin guherî. Piştre bi xwe hat vê derê, piştgirî da fikrên me û xwest, rewşeke bi vî rengî pêk were.”
‘BI TIRKIYEYÊ RE HEVDÎTIN HENE’
Li ser têkiliyên Rêveberiya Xweser û Tirkiyeyê Salih Musilm got, “Baş nizanim. Bi berpirsyara têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser re hin têkilî hene. Ev hevdîtin jî li pişt perdeyê dibin. Yanî ji raya giştî re vekirî nîne. Li gel ku ez nizanim bê di kîjan astê de ye, lê belê hevdîtin dibin.”
‘HER KES BI FIKRÊ ME RE HEMFIKIR E’
Ji bo pirsa “Gelo li ser mijar anaskirina Rêveberiya Xweser, Sûriyeyeke nenavendî yan jî federal fikrekî hevpar heye yan na?” Salih Muslim got, “Ev yek hêdî hêdî diafire. Beriya niha her kesî daxwazên Tirkiyeyê yan jî gotinên wan dianîn ziman. Hikumeta Şamê ya Veguhêz jî heman tişt dubare dikir. Piştî me israr kir, hin hêzan, her wiha her kesî fêhm kir ku divê avaniyeke navendî nebe.
Li gorî fikrê me Sûriye weke mozaîkekê ye. Her kes hem ji aliyê baweriyê hem jî ji aliyê etnîkî ve di nava vê mozaîkê de ye. Ji bo ev cihêrengî bi hev re bimîne pêwîstî bi sîstemeke nenavendî heye; weke xweseriyê… Me dibêjin, qet nebe divê sîstemeke nenavendî be. Ev ê çawa be, divê Sûriyeyê li ser wê biryarê bidin. Di pêvajoya danûstandinan a dema pêş de wê ev yek zelal bibe.
Destpêkê meseleya destûra bingehîn heye. Hûn jî zanin, destûra bingehîn a demkî hatibû ragihandin. Kesî qebûl nekir. Di dema hevdîtinan de axaftin li ser vê jî hate kirin. Qebûl kirin ku wê vê sererast bikin.”
‘BILA GELÊ ME JI ME BAWER BIKE, EM XURT IN’
Salih Muslim destnîşan kir ku di pêvajoya pêş de wê şêweyê destûra bingehîn di ber çavan re bê derbas kirin, destûra bingehîn a demkî wê jinûve bê sererastkirin û herî dawî got, “Bila gelê me ji me, ji rêveberiya li vê derê bawer bike. Em xurt in û bi fikrên Rêbertî dimeşin. Em li gelê xwe difikirin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”