Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayten Kaplan: Jineolojî dihêle ku jin bi dîrok û nasnameya xwe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nivîskar Îlhamî Akter: Ji bo raperîna min bê bihîstin dinivîsim
Rojane

Nivîskar Îlhamî Akter: Ji bo raperîna min bê bihîstin dinivîsim

Îlhamî Akter nivîskarekî ku li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dimîne, diyar kir ku dema dinivîse mîna ku birînek kangren derman bike rehet dibe û got, "Ez her tim dixwazim binivîsim da ku her kes raperîna min, qîrîna min bibihîze."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Çîroka jiyana nivîskar Îlhamî Akter di sala 1972’an de li navçeya Depê yê Xarpêtê  dest pê kir, hîn di temenê ciwantiyê de ji ber sedemên polîtîk sirgûn bû. Polîtîkayên Elmanyayê yên li hember penaberên Kurd bandor li ser nivîskar Akter jî kir û piştî 20 salan a penaberiyê mafê hemwelatîbûnê wergirt. Akter ê ku çû gundê xwe, piştî xirabûna pêvajoya çareseriyê ya 2013-15’an bi zextan re rû bi rû ma. Piştî mehekê di girtîgehê de ma, dîsa bi rêya qaçaxî vegeriya Elmanyayê. Pêşî “Reva ji dadgerên Erdogan” nivîsand û piştre jî ji jiyana xwe ya ku 23 salan ajokariya taksiyê kiribû sûd wergirt û pirtûka “Çîrokên Taksiyan/Rêwîtiyên Jiyanê Nivîsand” nivîsand. Em li rawestgeha taksiyan a li ber Îstasyona Trenê ya Hamburgê bi nivîskar Îlhamî Akter re hatin gel hev, li ser çîroka jiyana wî, rêwîtiya wî ya nivîsandinê û pirtûkên wî em axivîn.

Tu bi pirtûka “Reva ji dadgerên Erdogan” û piştre jî  bi pirtûka “Çîrokên Taksiyan/Rêwîtiyên Jiyanê Nivîsand” derket pêşberî xwîneran. Dikarî qala “Reva ji dadgerên Erdogan” bikî?

Her çiqasî ev pirtûk otobiyografiya min be jî di rastiyê de min xwest jiyana gel vebêjim. Mirov dikare wê wekî belgeyeke arşîvê ya ku bi awayekî zelal hovîtiya dewleta mêtinger kiriye û nivîseke ku bi hemû aliyan ve hatiye nivîsandin bibîne. Dîsa li erdnîgariyeke ku şer lê diqewime tenê hêzên çekdar hev nakujin. Li wir xweza tê wêrankirin, birçîbûn, xizanî, maf û edalet tên binpêkirin. Mînaka herî berbiçav sahneya Şêxmûs e. Li ber çavên wî leşkeran heywanên di axûr de şewitandin û mirina heywanan a di nava agir de dît. Mînak dema ku ez çûm deştê û li zeviyan nihêrîm, min dît ku çawa erdê berfireh ji ber îhmalkirinê veguheriye çolê. Dîsa di sahneya Agirî de, li çiyê bi tesadûfî rastî cenazeyê leşkerekî mirî hat. Piştre jî psîkolojiya wî xira bû. Bi kurtasî, ev berhem jidayikbûnê heta niha ji zanîn û tecrûbeya rastiya jiyanê hatiye nivîsandin.

Cihê pirtûka te ya din Elmanya ye û em bi çavê taksîvanekî çîrokan dixwînin. Tu dikarî hinekî ji me re qala vê yekê bikî?

Taybetmendiyên wê bi temamî ji pirtûka yekem cuda ne. Her çiqasî Kurdekî hemwelatiyê Elmanyayê me jî, mijar, qehreman û peyam hemû aîdî Hamburg û Elmanyayê ne. Ew bi çavê taksivanekî Hamburgê hatiye nivîsandin. Bandora duyemîn jî bêguman, tiştên ku min jiyane. Ew rêzebûyerek e ku performansek jiyanê ya ku qet ji mirovan ne li bendê bûm û min hevî nedikir. Ya herî girîng, kesek siwar dibe, kesek dadikeve û tenê çîrok û bûyerên ku wan gotibûn bi te re dimînin. Dîsa ew berhemeke ku bi zimanek xwerû, bêsansur û hêsan hatiye nivîsandin. Ev berhem mirovên bi lez û bez bi wir de û vir de baz didin, herîkîna wan a nava têkoşîna jiyanê, wêne û dîmenên wan hatine nivîsandin. Mînak têkoşîna ku dixwaze bi lez û bez xwe bigihîne karê xwe, otobusê û trênê ye. Ya din jî hewldana bênavber e ji bo dîtina tîryakê ye. Wekî ajokarê taksiyê di vê herikîna jiyanê de, carinan têkoşîna ji bo mafan, nizanim ji bo şahidiya yekî/ê, şîretê li yekî/ê din bike, û carinan jî rêze çîrokên ji rastiya jiyanê ya ku bûne qurbana wê. Dema ku min ev tişt jiyan, fikra nivîsandina berhemeke wiha derket holê.

Dema ku te van pirtûkan nivîsand motîvasyona te çi bû?

Motîvasyona min a herî mezin baweriya min bi xwe ye. Wekî ku tê zanîn, min qet zanîngeh an jî dibistana wêjeyê neqedandiye. Min bi hewldanên xwe nivîsand, û ez ê berdewam bikim.

Tu ji nava çalakvaniya mafên mirovan hatiye. Ji ber vê yekê tu pir caran bi nivîs û pirtûkan re mijûl dibî. Lê nivîsandin rewşeke pir cûda ye. Te çawa dest bi nivîsandinê kir?

Wekî kesekî Kurd, tew heke hûn ji malbateke polîtîk tên, hûn bêguman rastî cîhana pirtûkan tên. Bixwazî nexwazî ev yek di min de rê li ber daneheva çandî û wêjeyî vekir. Dema ku ez 10 an 12 salî bûm, nameyên ku bavê min ji birayê min ê mezin ku li Xarpêtê girtî bû, dinivîsand, dest bi nivîsandinê kir. Paşê, li Hamburg û gelek bajarên din ên Elmanyayê, ji Kurdên xwendin û nivîsandina wan tineye re daxwaznameyên penaberiyê û name dinivîsand û ya herî girîng jî ji van nameyan bandor dibûm.

Ji bo min nivîsandin qîrîn, raperîn, hest û ramanên hundirîn ên mirov tîne ziman e. Ji bo min nivîsandin bersiva herî mezin a ji bo bersivnedayina tiştên ku li cihê jê jidayikbûm û axa ku lê mezin bûm hatin jiyîn. Ya herî girîng, mîşeyek ji bo dîrokê ye, an jî berhemekê li pey xwe bihêlim! Dîsa ji bo şahidiya demê, civakê, şert û mercên jiyana wê demê, xweza, heywanên xwedîkirî, bêrehmiya şer, hest, kêfxweşî, êşê dinivîsim.

Di vê wateyê de, timî dixwazim binivîsim da ku her kes raperîna min, dengê min, qîrîna min bibihîze. Mîna ku birînek kangren derman bike rehet dibim. Dema ku van hemûyan dikim, timî ji xwe re rêgeza karaterê edebî, exlaqê edebî, estetîka edebî û zimanê sade esas digirim. Armanca min a sereke ew e ku ez dewlemendiya wêjeyî li civaka me zêde bikim û mirovan teşwîqî xwendin û nivîsandinê bikim.

Pîvaneke din a nivîsandinê ya wêjeyê ew e ku guhdarkirin e. Dema ez pir biçûk bûm, ez bi diya xwe re diçûm mala xalê xwe. Xalê min çîrokên bêdawî yên Kurdî ji me re digot. Dema ku em di vegotinên xwe de qala wan dikin, divê em mafê dengbêjan jinedîtî ve neyên.

Di dawiyê de, hûn dixwazin ji xwînerên xwe re çi bibêjin?

Ev çîrok, bîranîn, vegotin û çavdêriyên hûn dixwînin ji bo xwînerên hêja; ji sohbet, bûyer û nîqaşên ku min bi hezaran rêwiyan re kirine hilbijartine. Min hewl da ku van çîrokan bêyî ku gotinên muxataban mezin bikim, nîşeyên ku wê demê min girtibûn û gotinên ku ez di bîra min de mabûn, ragihînim.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MUHAMMED KAYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in jiyana ku dixwazin vedibêjin’
Nûçeya Pişt re Krîza avê kûr dibe: Kirin weke stratejiyeke şerî!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bexdayê Sêyemîn Konferansa Jinên Iraq û Êzidî tê lidarxistin

Li Bexdayê di salvegera fermana Êzidiyan de bi dirûşmeya ‘Em bi têkoşîna xwe ya hevbeş…

Ji aliyê Stêrk TV

LI Rojava xebatên ji bo ‘Konferansa Yekîtiyê’ destpê kir

Ji bo partiyên Kurd ên li Rojava, starta xebatên ‘Konferansa Yekîtiyê’ hate dayîn û banga…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Komîsyon weke gava destpêkê ya şênber a dewletê dikare bê dîtin’

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku komîsyon li gel kêmasiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?