Çîroka jiyana nivîskar Îlhamî Akter di sala 1972’an de li navçeya Depê yê Xarpêtê dest pê kir, hîn di temenê ciwantiyê de ji ber sedemên polîtîk sirgûn bû. Polîtîkayên Elmanyayê yên li hember penaberên Kurd bandor li ser nivîskar Akter jî kir û piştî 20 salan a penaberiyê mafê hemwelatîbûnê wergirt. Akter ê ku çû gundê xwe, piştî xirabûna pêvajoya çareseriyê ya 2013-15’an bi zextan re rû bi rû ma. Piştî mehekê di girtîgehê de ma, dîsa bi rêya qaçaxî vegeriya Elmanyayê. Pêşî “Reva ji dadgerên Erdogan” nivîsand û piştre jî ji jiyana xwe ya ku 23 salan ajokariya taksiyê kiribû sûd wergirt û pirtûka “Çîrokên Taksiyan/Rêwîtiyên Jiyanê Nivîsand” nivîsand. Em li rawestgeha taksiyan a li ber Îstasyona Trenê ya Hamburgê bi nivîskar Îlhamî Akter re hatin gel hev, li ser çîroka jiyana wî, rêwîtiya wî ya nivîsandinê û pirtûkên wî em axivîn.
Tu bi pirtûka “Reva ji dadgerên Erdogan” û piştre jî bi pirtûka “Çîrokên Taksiyan/Rêwîtiyên Jiyanê Nivîsand” derket pêşberî xwîneran. Dikarî qala “Reva ji dadgerên Erdogan” bikî?
Her çiqasî ev pirtûk otobiyografiya min be jî di rastiyê de min xwest jiyana gel vebêjim. Mirov dikare wê wekî belgeyeke arşîvê ya ku bi awayekî zelal hovîtiya dewleta mêtinger kiriye û nivîseke ku bi hemû aliyan ve hatiye nivîsandin bibîne. Dîsa li erdnîgariyeke ku şer lê diqewime tenê hêzên çekdar hev nakujin. Li wir xweza tê wêrankirin, birçîbûn, xizanî, maf û edalet tên binpêkirin. Mînaka herî berbiçav sahneya Şêxmûs e. Li ber çavên wî leşkeran heywanên di axûr de şewitandin û mirina heywanan a di nava agir de dît. Mînak dema ku ez çûm deştê û li zeviyan nihêrîm, min dît ku çawa erdê berfireh ji ber îhmalkirinê veguheriye çolê. Dîsa di sahneya Agirî de, li çiyê bi tesadûfî rastî cenazeyê leşkerekî mirî hat. Piştre jî psîkolojiya wî xira bû. Bi kurtasî, ev berhem jidayikbûnê heta niha ji zanîn û tecrûbeya rastiya jiyanê hatiye nivîsandin.
Cihê pirtûka te ya din Elmanya ye û em bi çavê taksîvanekî çîrokan dixwînin. Tu dikarî hinekî ji me re qala vê yekê bikî?
Taybetmendiyên wê bi temamî ji pirtûka yekem cuda ne. Her çiqasî Kurdekî hemwelatiyê Elmanyayê me jî, mijar, qehreman û peyam hemû aîdî Hamburg û Elmanyayê ne. Ew bi çavê taksivanekî Hamburgê hatiye nivîsandin. Bandora duyemîn jî bêguman, tiştên ku min jiyane. Ew rêzebûyerek e ku performansek jiyanê ya ku qet ji mirovan ne li bendê bûm û min hevî nedikir. Ya herî girîng, kesek siwar dibe, kesek dadikeve û tenê çîrok û bûyerên ku wan gotibûn bi te re dimînin. Dîsa ew berhemeke ku bi zimanek xwerû, bêsansur û hêsan hatiye nivîsandin. Ev berhem mirovên bi lez û bez bi wir de û vir de baz didin, herîkîna wan a nava têkoşîna jiyanê, wêne û dîmenên wan hatine nivîsandin. Mînak têkoşîna ku dixwaze bi lez û bez xwe bigihîne karê xwe, otobusê û trênê ye. Ya din jî hewldana bênavber e ji bo dîtina tîryakê ye. Wekî ajokarê taksiyê di vê herikîna jiyanê de, carinan têkoşîna ji bo mafan, nizanim ji bo şahidiya yekî/ê, şîretê li yekî/ê din bike, û carinan jî rêze çîrokên ji rastiya jiyanê ya ku bûne qurbana wê. Dema ku min ev tişt jiyan, fikra nivîsandina berhemeke wiha derket holê.
Dema ku te van pirtûkan nivîsand motîvasyona te çi bû?
Motîvasyona min a herî mezin baweriya min bi xwe ye. Wekî ku tê zanîn, min qet zanîngeh an jî dibistana wêjeyê neqedandiye. Min bi hewldanên xwe nivîsand, û ez ê berdewam bikim.
Tu ji nava çalakvaniya mafên mirovan hatiye. Ji ber vê yekê tu pir caran bi nivîs û pirtûkan re mijûl dibî. Lê nivîsandin rewşeke pir cûda ye. Te çawa dest bi nivîsandinê kir?
Wekî kesekî Kurd, tew heke hûn ji malbateke polîtîk tên, hûn bêguman rastî cîhana pirtûkan tên. Bixwazî nexwazî ev yek di min de rê li ber daneheva çandî û wêjeyî vekir. Dema ku ez 10 an 12 salî bûm, nameyên ku bavê min ji birayê min ê mezin ku li Xarpêtê girtî bû, dinivîsand, dest bi nivîsandinê kir. Paşê, li Hamburg û gelek bajarên din ên Elmanyayê, ji Kurdên xwendin û nivîsandina wan tineye re daxwaznameyên penaberiyê û name dinivîsand û ya herî girîng jî ji van nameyan bandor dibûm.
Ji bo min nivîsandin qîrîn, raperîn, hest û ramanên hundirîn ên mirov tîne ziman e. Ji bo min nivîsandin bersiva herî mezin a ji bo bersivnedayina tiştên ku li cihê jê jidayikbûm û axa ku lê mezin bûm hatin jiyîn. Ya herî girîng, mîşeyek ji bo dîrokê ye, an jî berhemekê li pey xwe bihêlim! Dîsa ji bo şahidiya demê, civakê, şert û mercên jiyana wê demê, xweza, heywanên xwedîkirî, bêrehmiya şer, hest, kêfxweşî, êşê dinivîsim.
Di vê wateyê de, timî dixwazim binivîsim da ku her kes raperîna min, dengê min, qîrîna min bibihîze. Mîna ku birînek kangren derman bike rehet dibim. Dema ku van hemûyan dikim, timî ji xwe re rêgeza karaterê edebî, exlaqê edebî, estetîka edebî û zimanê sade esas digirim. Armanca min a sereke ew e ku ez dewlemendiya wêjeyî li civaka me zêde bikim û mirovan teşwîqî xwendin û nivîsandinê bikim.
Pîvaneke din a nivîsandinê ya wêjeyê ew e ku guhdarkirin e. Dema ez pir biçûk bûm, ez bi diya xwe re diçûm mala xalê xwe. Xalê min çîrokên bêdawî yên Kurdî ji me re digot. Dema ku em di vegotinên xwe de qala wan dikin, divê em mafê dengbêjan jinedîtî ve neyên.
Di dawiyê de, hûn dixwazin ji xwînerên xwe re çi bibêjin?
Ev çîrok, bîranîn, vegotin û çavdêriyên hûn dixwînin ji bo xwînerên hêja; ji sohbet, bûyer û nîqaşên ku min bi hezaran rêwiyan re kirine hilbijartine. Min hewl da ku van çîrokan bêyî ku gotinên muxataban mezin bikim, nîşeyên ku wê demê min girtibûn û gotinên ku ez di bîra min de mabûn, ragihînim.