Sêşem, 17 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wan û Bedlîsê panelên zimanê Kurdî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê statuya Birêz Ocalan garantî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtina zarokekê ji ber hûnandina keziyê ne bes bû, îca îdîaname jî hat amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Silêmaniyê ciwanên ku tevlî seferberiya Rojava bibûn, pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li Wanê hate şermezarkirin: Dawî li desteserkirina îradeyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê heya Heftanînê: Eşref Ferhat Spikî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komploya 15’ê Sibatê têk çû, berxwedan didome’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pencwênî: Berxwedana Rojava yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir
Jin

TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

TAJÊ dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û got, "Mirina her jinekê fermanek e; em ê li dijî tundiyê xweparastinê mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan qirkirina civakê ye’ starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ragihand.

TAJÊ di daxuyaniya xwe de di şexsê hersê xwişkên Mîrabel de hemû jînên di têkoşînê de şehîd bûne bi bîr anî û wiha hat gotin: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di salvegera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, em di şexsê hersê xwişkên Mîrabel de şehîd Sara, şehîd Saliha, şehîd Pelîn, şehîd Nazê, Jîna Emînî, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û hemû şehîdên azadiyê ku bi canê xwe riya jiyana azad ji jinan û hemû civakan re vekirin û têkoşiyan, bi hurmet bi bîr tînin û dubare soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê bi civaka aştî û demokratîk tacîdar bikin.

Mîmarê civaka aştî û demokratîk Rêber Apo sedsala 21’emîn weke sedsala azadiya jinan, jinan jî weke pêşengên vê sedsalê pênase kir. Di vê sedsalê de jinan bi têkoşîna xwe bedêlên mezin dan û di encama van beedelên mezin de jî destkeftiyên girîng bi dest xistin. Pergala desthilatdariya mêr-dewletê ku ji ber destkeftiyên jinan li pêşberî xwe weke astengiyek mezin dibîne, tundiya li ser jinan her roj bi dijwarî didomîne. Hemû cureyên tundiyê li hemberî jinan veguherîne parçeyeke jiyanê. Tacîz, tecawiz, lêdan, komkujî her roj zêde dibin û bedêlên şerên ku li cîhanê tên meşandin jin didin. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ji milek ve jî weke şerê li hemberî jinan tê meşandin. Li Fîlîstinê jin dibin hedef, li Afganistan, Îran û Sûriyeyê jî jin bi rêbazên cuda ji hemû qadên jiyanê tên dûrxistin.”

Di daxuyaniya xwe de TAJÊ destnîşan kir ku rojane şer li ser bedena jinan tê meşandin, zewacên di temenê biçûk de ji hêla dewletê ve bi qanûnan tê rewakirin û ev nirxandin kir: “Bi tu awayî hesab ji kesên ku jinan qetil dikin nayê pirsîn berevajî vê yekê kujer tên parastin heta tên xelatkirin. Desthilatdariyên mêr-dewletê hem bi vî awayî qetilkirina jinan rewa dikin hem jî dixwazin emrê pergala xwe dirêj bikin. Weke civaka Êzidî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di serî de li ser jinan li hemberî civaka me, qirkirinek bû. Komkujiya ku di dîroka mirovahiyê de kêm tê dîtin, li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat. Jin bi saxî di qefesan de hatin şewitandin û li sûkan hatin firotin. Hê jî bi hezaran jinên Êzidî ku ji ax, çand û baweriya xwe hatine qutkirin, di bin esaretê de ne û rastî her cure tundiyê tên. Komkujî bi awayekî vekirî pêk hat lê tevî vê yekê jî kesên ku hovîtiyê krin hatin veşartin, parastin û hesab ji wan nehat pirsîn.”

TAJÊ diyar kir ku ew ji Rêber Apo û gerîlayên azadiyê fêrî têkoşîn, xweparastinê bûne û wiha domand: “Weke jinên Êzidî me felsefeya Rêber Apo nas kir û pê re jî me xwe nas kir. Me birînên fermanê bi rêxistinbûna xwe kewand. Em fêr bûn ku têkoşîna herî baş a li dijî tundiyê xwenaskirin, rêxistinbûn û têkoşîn e. Rojane me têkoşîna vê da meşandin û em hê jî dimeşînin. Hêviya me ya têkoşînê, îradeya me xurtir kir. Em ê bi vê zanebûnê hesab ji kesên ku bûne sedema fermanê bipirsin û pêşiya tundiyê bigrin. Em ê bi felsefeya Jin-Jiyan-Azadî têkoşînê bilind bikin, jiyana komunal xurtir birêxistin bikin û em ê careke din bi tu awayî nehêlin fermanên nû werin jiyîn.

Di daxuyaniyê de TAJÊ bal kişand ser pêngava ‘Xwe nekuje, her xwexuştin fermanek e’ ku di 30’yê Cotmehê de li dijî xwekuştina jin û ciwanan ragihandibû, daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêngav me li ser esasê li dijî her cure tundiyê û têgihîştina xweparastinê da destpêkirin. Em ê bi vî ruhê roja 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin û bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan, qirkirina civakê ye’ çalakiyên xwe li dar bixin. Di vê çarçoveyê de dê semîner werin dayîn, dewreyên perwerdeyê ji bo mêran her wiha dê meş werin lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnexê di encama teqîna cismekê de zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li Bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê cismek teqiya. Di encama teqînê de zarokek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

Li nêzî bîra petrolê ya Bay Hasan a li Kerkûkê dronehek ket.

Ji aliyê Stêrk TV

Xebat Dîcle: Xweparastin birêxistinbûn e

Xebat Dîcle, diyar kir ku êrîşên li dijî civaka Kurdistanê her ku diçe zêde dibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Amadekariyên ji bo vegera malbatên Efrînî dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Silêmaniyê ciwanên ku tevlî seferberiya Rojava bibûn, pêşwazî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî nameya ‘Rojava’ ji bo Neteweyên Yekbûyî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dirûşmên li ser azadiya jinê yên li ser dîwarên Tebqayê hatin jêbirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?