Ji ber ku cejnên girîng ên Xiristiyanî yên wekî Noel û Vejînê di vê meha Çileyê de çêdibin, li seranserê cihanê ev meh ji bo mezhebên Xiristiyanî sembolek e. Di vê mehê dêr bi Xiristiyanên ku dest bi îbadetê dikin tije dibin. Lê dema DAÎŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebû, hemû dêr û navendên olî yên Xiristiyanan wêran kirin û xelkê Xiristiyan rastî tundiyê hatin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêmê dest bi operasyonên leşkerî kir, herêm ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. Piştî vê yekê dêr birin Meryetê û gelê Xiristiyan kêfxweş bûn.
Damezrînerê Tevgera Niştîmanî ya Parastina Ezher û Dêrê û serkirdeyê berê yê kampanyaya namzediya hilbijartinên serokomariyê ya Omer Silêman, Samewel El Ashay anî ziman ku DAÎŞ yek ji rêxistinên terorîst e ku civakê parçe kiriye û got: “Metirsî ne tenê Xiristiyanan eleqedar dike, hemû gelên herêmê eleqedar dike.”
Tevgera El Ezher û serokê dêrê got ku Hêzên Sûriya Demokratîk roleke mezin di vejandina gelek dêran de lîstin û got: “Yek ji dêrên nûjenkirî jî dêra Reqayê bû. Di dema DAÎŞ’ê nava rewşeke gelek xirab de bû.”
Rojnamevanê Misrî Adil Tomas got ku karê rêxistina DAÎŞ’ê tenê tunekirina herêmên serkeftî bû û ev rêxistin ji bo perçekirina Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên mezin ve hat destekkirin. Tomas anî ziman ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Sûriyeyê ji zindana tarî ya DAÎŞ’ê derxist û got ku hemû navendên ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn wêrankirin, ji nû ve ava kirin.