Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê anî ziman ku bêyî dîtina rewşa heyî çareseriyên bêne ferzkirin wê aramî û ewlehiyê nîne Tirkiyeyê û got, “Eger raya giştî ya navneteweyî û herêmê jî dixwaze aramî û ewlehî li Sûriyeyê çêbibe û ji bo ewlehiya cîhanê nebe gefek, divê hevkariyê pê re bike ku veguhere sîstemeke demokratîk a pirrengî.”
Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê bersiv da pirsên ANF’ê.
Piştî ku rejîma Esad hilweşiya, HTŞ û komên wê ku beriya demeke kurt di ‘lîsteya terorê’ ya gelek welatan de bûn li Şamê bûn desthilatdar. Hûn rewşa giştî ya li welêt a di nava vê salê de çawa dinirxînin?
Karakterê şer ê sedsala 21’ê hinekî bi vî rengî ye. Ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn hêzên desthilatdar hem ên navneteweyî hem jî yên herêmî her kes dixwaze rewşa herêmê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî şekil bidin, sîstem ava bike. Pevçûnek bi vî rengî li ser herêmê hebû. Ji ber wê yekê anîna hêzeke weke HTŞ ê ku di lîsteya terorê de bû û gelek komên din ku encamê kiryarên wan ên salan li Iraqê, Sûriyeyê; anîna hêzeke bi vî rengî ji bo zêdekirina aloziyê bû. Bi sûc û aloziyan dixwestin, rê li ber planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn vekin. Di pêvajoya salekê de hatina van li ser desthilatdariyê bi rastî jî yê herî destpêkê bi tirs nêzîk bû jin bû, ciwan bû û bi esasî hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi pirrengiya xwe hinekî bi tirs bû. Erê kêfxweş bûn, ku rejîmeke weke Baas piştî bi salan çû, lê bi hatina HTŞ’ê re gelek metirsî hebû. Mixabin nikarin di demeke kurt de vê rehetiyê hem li cem pêkhateyên herêmê çêbike, li cem hemû beşê civakê çêbikin.
Bi serxweşiya ‘serketinê’ weke gava destpêkê berê xwe dan herêmên beravê. Me hemûyan li pêş çavên xwe dît. Û raya giştî hemû şahidê bûyerên li qadê bû. Herî zêde yên ku bûn qurbana vî şerî bi sedan mirovên ku hatin kuştin, mirovên medenî, di nava wan de jin, zarok bûn. Ji bilî malên xera bû, gundên hatin şewitandin li ser êşên bi salan ên Sûriyeyiyan êş zêdetir kirin. Vê tenê têrê nekir, tecrûbeya xwe ya duyemîn jî li Siwêdayê kirin. Li Siwêdayê jî heman bûyerên li peravê rû dan li wir jî rû da. Vê carê milet jî xistin nava karê xwe, di bin navê eşîrên Ereb ji bo xwe ji binê berpirsyariyê derxîne. Bi dehan gund şewitandin, bi hezaran mirov kuştin. Di heman demê de kerameta mirovan û tevahiya Sûriyeyê di şexsê Siwêdayê de bi hêsanî binpê kirin.
Vê pêvajoya derbasbûnê bi taybetî bandoreke çawa li jinan kir?
Piştî van kiryaran hemûyan, li gel ku komîteyên lêkolînê çêbûn, her çiqas komîte hinek xal anîn ser ziman lê bi hin hincetên ku nakeve serê ti kesî kiryarên xwe anîn ser ziman. Mînak ji bo bûyerên li sehelê gotin ewqas kuştin çênebûne. Lê tu were rastiyê heta niha tiştên ku têne zanîn, ji bilî yên hatine kuştin bi qasî 80 jin winda ne. Yên ku hatine revandin, yên ku heta niha ti agahî têkildarî wan nîne. Ji bilî ku li sehel komkujî hate kirin, rojane kuştin, revandin dewam kirin û binpêkirina namûsa şêniyên herêmê ji xwe re weke mafekî dîtin. Bi esasî bi rêya vê rêbaza qirêj a şer mesajeke bi vî rengî dan jinan; eger tu derkeve derve tu yê bê revandin, eger tu kar bike dibe ku tu bê kuştin. Qanûnên ku li Idlibê li hemberî jinê pêk dianî dibe ku bi eşkere di ragihandinê de behs nekir lê belê pratîka ku meşandin, bi rengekî eşkere mesajên ku jinê ji hemû qadên jiyanê qut bike, didan. Lewma niha bi hezaran keçên ciwan hene ku nikarin biçin dibistanê. Bi hezaran ên ku xebatkar hebûn, li saziyan kar dikirin weke cihên çavkaniya jiyana xwe, xwe pê debar dikirin ji tirsa revandinê nema dikarin herin ser karê xwe. Yan jî jinek eger pir pir mecbûr bibe ku derkeve derve, mecbûre li gorî şeklê ku ew pênase dike û cilê ku ji jinê re hatine fesilandin wan li xwe bikin, ku heta karibin derkeve û debara xwe ya jiyanê bike.
Ez vê yekê illeh dibêjim; li hemberî van kiryaran hemûyan helwesta raya giştî û saziyên mafên mirovan ne di wê astê de ne ku rê li ber kuştin, revandin û dûrxistina jinan ji hemû qadên jiyanê bigire. Ev şeklê wê yê li ber çavan e. Lê li kêleka vê jî çi heye? Hikumetek tê avakirin, di vê hikumetê de rêbaza tundiyê çi ye? Dûrxistina jinê ji hemû qadên siyasetê ye. Ji avakirina hikumetê jin dûr xistin. Ji 23 wezîran jinek, ji meclîsa gel ku weke şanoyekê çêkirin ku ji sedî sê hejmara jin nikare tê de cih bigire. Di heman demê de di hemû wezaretên heyî û rêxistinên hikumeta tê avakirin de bi esasî cihekî jinê nîne. Ji ber ku di destûra hatiye ragihandin de xalê ku pênaseya mafên jinê bike, mafê jinê ku li hemû qadan cih bigire bi rêjeyek maqûl ku hêjayî têkoşîn û keda wê be nehat dayin.
Ev hemû rastiya Sûriyeyê nîşan dide. Bêguman tiştên bi serê jinên li wê derê tê, mesajek ji bo jinên li her cihî ne. Destavêtina jinê, pêşîgirtina li jinê bi vî rengî, ku ne di dereceya duyemîn de jî nehesabkirin, nedîtin, tinehesabkirin pirsgirêkek e. Bi hişmendiya ku weke amûreke jiyanê dibîne, pê debara xwe dike nêzîkatî tê kirin. Em vê ferasetê ji bo xwe jî xetere dibînin. Eger em îro têkoşînê dimeşînin em ne tenê ji bo xwe, ji bo her jinê têdikoşin. Dozeke civakî ye ku divê neyê paşguhkirin.
Em her tim dibêjin, eger tu bixwaze civakekê nas bike li asta jinê binihêre, bi asta jinê civak tê naskirin. Eger hîn jî li Sûriyeyê jin weke xenîmeta şer tê dîtin, revandina wê mubah e, kuştina wê mubah e, qanûnên ku jinê biparêzin; hem parastina fîzîkî, parastina mafê wê yê xwezayî ji bo beşdariya li hemû qadên jiyanê nebe, karesateke bi rastî jî pir mezin e û cihê êşê ye. Li gel vê êşê divê hewldan û israr hebe, divê hêviya jinan qut nebe ji bo guhertin û veguhertinê. Bi israr, biryardarî û têkoşîna xwe jin dikare pêşengiyê ji sîstemeke demokratîk re bike. Sîstema demokratîk ku jin karibe xwe bi hêsanî tê de îfade bike, bi keramet û bi rûmet bijî.
Hilbijartinen Meclîsa Gel meha Cotmehê hatin kirin, lê belê Siwêda û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negirt nava xwe. Ji aliyê van herêman û bi taybetî jinan ve rewabûna meclîsê çi ye?
Bi rastî hilbijartin weke şanoyekê bû. Çawa ku gavên beriya wê hemû şeklî bûn, tenê ji bo raya giştî bixapîne bû, hilbijartinên meclîsa gel jî xapandin bû. Yanî komîteyên ku çêkirin li ser esasê ku ew bi xwe hilbijêran bineqînin bû, di heman demê de pir şeklî û bi sînor bû. Ji ber vê yekê ne gel çû ser sindoqan, ne hêzên navneteweyî yên hilbijartinan dişopînin çavdêrî li hilbijartinê kirin. Hilbijartineke bi vî rengî bû. Û di nav de jî pîvana wê ya demokrasiyê ne qanûneke demokratîk bû. Qanûna ku nîvê wê Serokê Komarê diyar kir û nîv jî ji aliyê komîteyên hatine hilbijartin ve bê diyarkirin. Li vê derê îradeya gel tine bû, îradeya civakê tine bû. Ji bilî herêmên ku bi bahaneyên ti esasên wê tine ye ji hilbijartinan dûrkirin; weke Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Siwêdayê. Heta beravê. Li hin herêman pir sînordar hate kirin. Ji ber vê yekê hilbijartin bi şefafî nehate kirin, ne demokratîk bû, ne qanûnek ji bo hilbijartinan hate danîn, ne jî mekanîzmayên pratîkî îfadeya karekî demokratîk bû ku karibe civaka Sûriyeyê xwe tê de bibîne bû. Lewma ne ji bo jinan ne jî ji bo civakê em weke hilbijartineke demokratîk nabînin. Weke hilbijartineke ku ew difikirin rewabûnekê bidin hikumeta demkî ya heyî nebû. Û ne rewa ye. Ji ber ku hêmanên esasî yên hilbijartinê tine bûn.
Lewma raya giştî zêde li ser hilbijartinên li Sûriyeyê nesekinî. Ragihandinê zêde bal nekişand ser. Hikumeta demkî ji bo rûyê li pêşberî raya giştî ya cîhanê spî nîşan bide û xwe weke demokratîk bide nîşandan, hilbijartineke bi vî rengî kir. Eger hilbijartineke demokratîk çêbibe û di bin çavdêriya komîteyên navneteweyî yên hilbijartinan dişopîne û zagona hilbijartinê ya ku pîvanên demokratîk tê de hebin, rewşa heyî wê ne bi vî awayî be. Yanî encamên xwe wê cudatir bin. Çi pêvajo û kiryarên demokratîk li Sûriyeyê bi pêş bikeve, eger jin tê de nebe, eger civak ji sedî 90-95 beşdar nebe ne pêkane ew sazî û avaniya di encama wan hilbijartinan de derkeve holê temsîla îradeya civakê, jinan bike û karibe li hember dozên sereke yên Sûriyeyê xwe berpirsyar bibîne, weke hêza çareserî û xwedî biryar.
Bi hikumkirina welat, civakekî bi hişmendiya cîhadperestî, yekrengî, yekdengî, hemû beşên civakê negirtina nava xwe, bêguman ev hikumet ne di milê civakî de wê karibe gav û guhertinên mezin çêbike, ne ji aliyê aramî û ewlehiyê ve wê karibe xwedî sekneke ku berpirsyariya parastina hemû welatiyên xwe bike. Û ne di mijara jinê de eger nêzîkatî bi vê hişmendiyê be wê karibe civakeke hevsengî tê de hebe, civakeke ku hemû endamên wê bi hemû hêza xwe xwedî maf û erk bin. Wê ji aliyê avakirina Sûriyeyê û pergala wê ve nikaribe gavê biavêje. Divê ji aliyê civakî ve gavên xurt bêne avêtin, guhertinên mezin bêne kirin; rewşa aborî ye, kar e, avakirina derfetên jiyanê ji bo civakê. Ji bo avakirina Sûriyeyê ku bi şerekî demdirêj hilweşiya pêwîstî bi plansaziyeke mezin heye. Bi vê feraseta heyî ya desthilatdariyê wê nikaribe pirsgirêka ewlehiyê çareser bike. Gava destpêkê ya ku ji vê hikumeta demkî tê xwestin ew ku pir bi wêrekî destûra heyî li gorî rastiya civaka Sûriyeyê biguherîne. Li ser vê bingehê sîstema siyasî ya Sûriyeyê bê avakirin. Eger di nîzama Baasê ya 54 salan de guhertin neyê kirin, ku bi yekrengî dihate meşandin wê aramiya civakî û aborî pêk neyê.
Dema ku mirov bala xwe bidin ser nêrîn, polîtîka û kiryarên hikumeta veguhêz ên li hemberî jinê, gelo paşerojeke çawa li benda jinên li Sûriyeyê ye?
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya 14 salan de sîstemeke li ser esasê lihevkirina pêkhateyan, beşdariya jinan û parastin esas girt. Li ser esasê van hersê pîvanan sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 salan karîbû xwe îdare bike, bêyî şerê navxweyî. Hem jî doza jinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke dozeke bingehîn û yekemîn a îfadeya sîstema me ya demokratîk bike; di zagonên wê de, di saziyên wê de, mafên ku ji jinê re hate dayin ku xwe li ser birêxistin bike li pêş bû. Û ya sêyemîn jî karîbû li hemberî hemû êrişên derve û yên ku mebesta wê ew bû ku fitneyê li hundir çêbike bi xurtî parastina xwe kir. Ev modelek e, modeleke demokratîk e li herêmê ye. Tecrûbeyeke ku temenê wê bû 14 sal. Bêguman dema ku li ser rewşa Sûriyeyê danûstandin tê kirin divê ev tecrûbe neyê paşguhkirin. Herêmên ku tê de ewlehî û aramî heye, ev herêm e. Dibe ku gelek hêzên derve jî hene ku dixwazin dest li Sûriyeyê werdin, biryarê bi navê Sûriyeyê bidin, dixwazin li herêmên me jî aloziyê çêbikin. Lê belê ez di wê baweriyê de me ku têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrûbeya xwe ya 14 salan, hem saziyên xwe yên îdarî hem jî leşkerî û ewlekarî, hem danûstandin, dîplomasiya civakî ya xurt wê karibe tecrûbeya xwe weke tecrûbeyeke nimûne, tecrûbeyeke demokratîk di nava danûstandinan de cihekî bibîne û rê li ber paşguhkirina wê bigire. Em di vê baweriyê de ne.
Sîstema ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, li rejîma heyî ya Sûriyeyê nayê. Lihevkirin an jî entegrebûna van herdu sîstemên li dijî hev wê çawa pêk were?
Entegre nayê wê maneyê ku her tişt bê teslîmkirin. Entegreya ku em qalê dikin, li ser esasê ku em hevdu temam bikin, rêzê ji hev bigirin. Ne hev înkarkirin e. Li ser esasê şirîkatî ye; li ser esasê em herêmên weke şirîk di vê paşeroja Sûriyeyê de çalak kar bikin. Kar û beşdariya me li ser esasê ku em bi rûmet bijîn, xwedî maf bin. Bi ziman û çanda xwe, bi taybetmendiya pirrengiya gelê me. Ji ber vê yekê raya giştî jî navneteweyî jî eger bi rastî dixwazin li Sûriyeyê aramî û ewlehî çêbibe, Sûriye nebe xeter ji bo ewlekariya hem herêmî hem navneteweyî wê hewldanên cidî bikin ji bo Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî, pirrengî û li gorî xwezaya Sûriyeyê ya heyî ava bibe. Ji derveyî sîstemeke bi vî rengî çi modela bê ferzkirin wê ti aramî û ewlehiyê bi xwe re nîne. Eger aramî û ewlehî bi xwe re neanî Sûriye wê her tim hem ji bo herêmê hem jî navneteweyî bibe cihê xeteriyê.
Hevdîtinên Şara û heyeta pê re yên li DYE’yê di çapemeniyê de hatin weşandin. Gelo bandora gengaz a van hevdîtinan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê çi be?
Weke gava yekê hevdîtinek bû ji bo qeşaya di navbera Sûriye û hêzên navneteweyî de bihelîne bû. Hewldaneke danûstandinê û diyalogê bû. Mabesta wan ji vê hevdîtinê, çawa karibin Sûriyeyê beşdarî hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî terorê bike. Her wiha cezayê li ser Sûriyeyê heye, nîqaşa wê bê kirin. Bêguman ez nabêjim rewşa hundir nehatiye nîqaşkirin. Mekanîzmayên ji bo herêmên Sûriyeyê jî hatine nîqaşkirin. Yek jê; nêrîn ev bû; li gorî hevdîtinan bi rengekî eşkere, fermî ne fermî Sûriye divê sîstemeke nenavendî be. Ya duyemîn di nava sîstema nenavendî de hêzên ewlekariyê, parastinê wê çawa di nava artêşê de cihê xwe bigire bi rengê firqeyan. Ev hatiye nîqaşkirin. Mijarên aboriyê hatin nîqaşkirin. Lê belê di van hevdîtinan de peymanek nehatiye îmzekirin. Nîqaş ew bûn, lê em vê dibêjin; ji vir û pê ve ya girîng ew e ku danûstandin dewam bikin. Hîn zêde di navbera hikumeta Şamê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke navbeynkariyê ya xurt bilîze. Di hemû mijaran de ji bo entegreyeke demokratîk, ji bo sîstemeke demokratîk nêrînên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne wergirtin. Pêkanînên li ser Sûriyeyê heta astekê hatibin rakirin jî bi temamî nehatine rakirin. Kengî wê pêkanîn rabe; eger ku bi rastî jî hêzên navneteweyî gihîştin asteke fêhmkirin ku êdî Sûriye ne xeter e ne ji bo wan ne ji bo herêmê; ne bi sîstema xwe ya heyî siyasî ne jî bi ya leşkerî, wê demê belkî ceza ji binî ve rakin bêşert. Hewldan hene ku rakin, lê ez ne di wê baweriyê de me ku bi carekê bêşert û merc bêne rakirin. Ji ber vê yekê em hemû weke Sûriyeyiyan; yanî hikumeta demkî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî eger em dixwazin Sûriyeyeke jinûve ava bibe li ser pîvanên demokratîk, li ser modeleke bi rastî bi civaka xwe re di nava ahengiyê de ye û bi destûreke demokratîk, pêwîste gavên cidî ji aliyê hikumeta demkî ve bêne avêtin û ev gav cûretê dixwaze. Li hemberî hişmendiya heyî cûreteke mezin dixwaze. Ez bawerim eger bi cûreteke mezin gav bê avêtin em hemû dikarin bi hev re hem sîstema demokratîk ava bikin hem jî em bi hev re dikarin rêveberiyeke rast ava bikin ji vî welatî re.
Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeva îsal wê çi be?
Weke çalakî, xebatên me ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê her sal em pêngavekê radigihînin. Pêngava me ne tenê ji bo rojekê ye, bi esasî ne tenê ji bo mehekê ye. Têkoşîn li hemberî tundiyê, têkoşîna rojane ye ku bê meşandin. Têkoşîna aborî, civakî, siyasî, dîplomasî, qanûnî ye. Têkoşîneke demdirêj e. Bênavber di vê her demê hebe. Lê weke rojeke sembolîk hatiye binavkirin. Dîsa jî weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû tevgerên jinan plansaziya xwe ji bo mehekê ragihandin. Pêngava me di çarçoveya van çalakiyan de ye; Civîn, komxebat, siyasî, civakî, ragihandinî, hewldanên cidî ji bo balkişandina ser dosyayên girîng û kirina rojeva raya giştî, name ji bo hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan û balkişandina ser rewşa jinan li Sûriyeyê. Bêguman niha destpê kiriye. Her sazî xwedî plansaziyeke berfireh e. Weke Kongra Star rêxistineke jin a siyasî û civakî çalak; bi giranî em ê îsal ji jinan re civînan çêbikin, li jinan guhdarî bikin. Ji bo çareserkirina êş û pirsgirêkan em ê plansaziyan amade bikin, li ser qanûnan rawestin û di vê çarçoveyê de bixebitin. Ji bo tevahiya jinên Sûriyeyê jî em ê balê bikişînin ser mijarên revandinê, şerê psîkolojîk, dûrxistina jinê ji hemû qadên jiyanê, dosyayên hiqûqî, siyasî, qanûnî, bi raya giştî re parve bikin û balê bikişînin ser van mijaran. Ev yek erkekî me yê herî girîng e. Em ê bi hemû hewldanên xwe vê têkoşînê hem bi hemû jinên Sûriyeyê re bikin hem jî jin bi hemû nasnameya mehekê kar bike. Dirûşma me diyar e; ‘Em ji bo civakeke aştî tê de heye, civakeke komunal em bi hev re kar bikin, dest bi dest rê li ber her cûre tundiyê bigirin’.
Bi wesîleya salvegera 25’ê Mijdarê banga me ev e; ev roj divê ne tenê bibe rojeke sembolîk. Em hemû jinên Sûriyeyê dawet dikin ku bi boneya vê rojê bi hemû derfetên xwe karibin bi hevgirtî kar bikin. Di heman demê de balê bikişînin ser rewşa xwe û xwestekên xwe yên demokratîk. Bêguman banga me ne tenê li jinan e. Dema em peyamekê didin em peyamê didin hemû civakê. Divê civak guhertineke fikrî di mejiyê xwe de çêbike. Jin jî bi yekdengî daxwazên xwe yên demokratîk di vê rojê de divê bilind bikin.

