Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda anî ziman ku êrîşên li hemberî jinê didome û got ku, “heger jin birêxistin nebin tu destkeftî mîsoger nîne” û îşaret bi qadên parastinê yên komûn pêkhateyên kolektîf kir. Nûda got ku di her qadê ku têkoşîn dikin de, “Wê Manîfestoya Civaka Demokratîk li gorî jiyanê ji nû ve şîn bike li hemû hucreyên civakê” derkevin holê hewl bidin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştgiriya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinan, bersiva pirsên ANF’ê da û qala xwezaya şerên ku bi destê hêzên gerdûnî tên meşandin; xwezaya şer ku nijadperestî, tundî, wêranî û zayendperestiyê kûrtir dike kir. Her wiha Hêvî Nûda li dijî şeran pêwîstiya têkoşîn û eniya hevbeş a jinan anî ziman. Nûda behsa li Tirkiyeyê ser jinan bandora înkar û asîmîlasyona nasnameya Kurdî û di vê çarçoveyê de zordariya ducarî ya pêkhateyên mêrperest; ji bo jinan giringiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi însiyatîfa Rêber Apo pêş ketiye; xetereyên ku di pêvajo de li benda jinan in û rola xweparastinê kir.
Di hawirdoreke ku avaniya şer, mîlîtarîzm û zayendîperestî xurt dibin de hûn rewşa jinan çawa dinirxînin?
Şerên ku asta wê ya tundî û sûcên wê yên şer dijî sivîlan, xwezayê, bawerî û çandan pir bilind û bê konrtol bûn, şerê cihanê yê 3’yemîn e ku mohra xwe li destpêka sedsala 21’an da. Di milê siyasî, aborî û psikolojîk de rêveçûnek şer a ku bi temamî xwe dispêre şidet û qirkirinê, tê meşandin. Bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn re, hewldanek heye ku guhertinek nû ya kapîtalîzmê li ser eksena xeta rastgir ya hêzên hegemonîk were damezrandin; bi gotineke din, kapîtalîzm hewl dide ku bi rêya vî şerî xwe ji nû ve ava bike û deverên ku hîn negihîştiye dagir bike. Di vê sedsalê de şerê Modernîteya kapîtalîst û modernîteya Demokratîk di asta lûtkeyê de ye. Li pir welatên Rojavayî û heta Xerbî jî desthilata rêveberiyê ket destê rastgiran. Bi rastgiriya xerbî, nijadperestiya dewlet-netewe hê kurtir dikin û bi pêş xistina nijadperestiya olî li Rojhilara Navîn jî welatên heyî perçe perçe kirin. Berjiwendiyê dewletan û hêzan û heta kesan di van şeran de, rê li ber şer, tundî û êrîşên bêkontrol vekir. Karekterê şer û şêwazê wê yê meşandinê bi temamî xwe dispêre nijadperestiyê ku ew jî bi bilindkirina şidet û hilweşandinê tê rêvebirin.
Yek ji şerên cîhanê ku herî zêde di nav de rengê mêr ê kujer, qirker û tundiyê derkete holê, em dikarin bêjin şerê cihanê yê 3’yemîn e. Di ti şeran de ewqas hovîtî, destavêtin û qirkirina jin û zarokan bi vî şêwazî nehatiye jiyîn. Di serî de DAÎŞ, Beko Heram, Talîban, El-Nûsra, HTŞ’ê û bi dehan hêzên çete yê heyî rûyê mêr ê qirker yê bê maske di şerên van 15 salan de bi awayek pir hovane nîşan dan. Rûyê şer ê mêr li Rojhilata Navîn di milê van çeteyan de bi gel û jinan dane jiyîn. Di şerên li Rojhilata Navîn de kuştin, destavêtin, revandin û firotina jinan bi awayek pir zanebûn hatibû plankirin. Ji xwe stratejiya şerê dihate meşandin jî ev bû. Ev stratejiya li dijî jinan bi rêbazek pir dijwar, hovane û nemirovane hatiye bicîhanîn ku hemû sînorên mirovî û rastiyên exlaqî derbas dibe; ew bûye rêbaza sereke ya êrîşa pergala baviksalar a li ser jinên Rojhilata Navîn. Ev kiryarên ku dijî jinan hatin kirin, ji arenayên giyotin û serjêkirinên li serdema Romayê pir cudatir nebûn. Çewa ku li Ewropa bi navê sêhirbazî(pîrebok) bi mîlyonan jin hatin şewitandin ku jinên li Ewropayê hê ew travma derbas nekirine, di sadsala 21’an de jî dixwazin vê travmayê bi jinên Rojhilata Navîn bidin jiyîn. Şerên ku armancên wan yê siyasî û bîrdozî li ser civakê hebin, teqez di van şeran de nêzîkatiya li beramberê jin berî şer tê diyarkirin. Bi vî şerî re çi tê hedefkirin û bi diyarkirina polîtîka ser jin rêve diçe û bi encam dibe. Yê ku biryara vî şerî dide mêr in, lê yê ku herî zêde dibe mexdûr û qûrbanê van polîtîkayên şer jî jin û zarok in. Di pêvajoya şerê tê meşandin de, bi destavêtin, kuştin, revandin û firotina jinan tirs û teslîmbûnek di milê civakê de çêdikin. Piştî şer jî zagona yekem derbarê jin tê diyarkirin. Ji mafên jinan a cil û bergan bigirin heta zewac, xwandin û jiyanê jî êdî ew desthilata nû diyar dike.
Ger ku em li Rojhilata Navîn temaşe bikin desthilatên nû jî hemû rastgirên radîkalên oldar in. Di van çend salên şer bi sedhezaran jin hatin kuştin û qetilkirin, piştî şer jî hemû destketiyên ku jinan bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistibûn ji destê wan hatin girtin. Çewa Talîban piştî ket Efganîstanê di nava rojekê de her tişt bi birayara mêr hate guhertin, li Şamê jî dema Colanî hat ser desthilatdariyê, li kolanên Şam û Helebê li jinan çarşefên reş hatin belavkirin. Di otubêsan de cihên Jin û mêran ji hev hate cudakirin hwd. Efganîstana nû, Sûriyeya nû, Lîbyaya nû bi zagonên sînordarkirina mafê jinê re xwe nû kir. Nû kirin bi biryar û nêzîkatî beramber jin hatin diyarkirin. Tiştên ku van şeran ji jina ra anî şidet, destdirêjî, kuştin, tarîtî û tirseke ku tu carî neyê jibîrkirin.
Li Rojhilata Navîn jî bi vê karekterê jina ku ava dikin, civaka mirovahiyê ber bi tarîtiyê ve dibin. Nifşeke nû ku hemû prensîb û pîvanên exlaqî ku bi hezaran sale gelê herêmê xwe dispart wan û rûmet û çanda xwe diparast, îro ev pîvanane bi rastgeriya şoven ku pêş dikeve yek bi yek hildiweşe. Êrîşê welatek tê kirin, bi hezaran mirov tên qetilkirin, zarok û jin tên kuştin, serjêkirin û mîlyonan kes ji birçîbûnê xistine halê ku mirov ji mirovbûna xwe şerm bike. Lê tişta bi navê wijdan ku berê diket tevgerê û rê li van kiryaran digirt, nemaye. Li Xezeyê, li peravên Sûriyeyê li dijî Elewiyan, li Siwêda li dijî Dûrziyan, li Şengalê li dijî Êzidiyan, li Efganîstanê li dijî jinan a ku mirovahiyê jiyan, encam vê nijadpersetî, bê nirxikirina hin hesasiyet û pîrozahiyên civakê bûn. Civaka ku li beramber nirxên xwe yê pîroz û bêdadî, neheqiyekê bertek nîşan dida hatiye bêdengirin.
Dewlet û rêvberiya dewletan jî ji ber berjiwendiyên nijadperest ê neteweya xwe rolê 3 meymûna dilîze. Ji ber wê jî kuştin, qirkirin, talankirin, şidet û heya dagirkirin asayî bûye. Di rewşeke wisa de ku qedera mirovahî û gelan di destê kulmeke şovenîst û nijadperestan de ye, behs misogeriya jiyan, nirxên mirovan, heta mal û axa ser dijîn, zehmete.
Kaosa siyasî ku di milê rêvberiya rastgir tê meşandin de û hovîtiya şerê ku tê meşandin misogeriya edalet, wekhevî, hiqûq û azadiyê nade. Dijmin kî ye, dost kî ye, xeterî ji ku bi çi şêwazî bê ne diyare. Di vê dinya ku hatiya avakirin de mixabin rewşa jin ji pir xirabtir û dijwartire. Di van 15 salên şer ê li herêmê ji sedî 58 zêdebûna rêjeya xwe kûştina jinan ji sedî 55 zêdebûna rêjeya destdirêjiya li hember jinan û ji sedî 85 zêdebûna ticareta jin ifadeya rastîn ya rewşa jin nîşan dide.
Çima rêxistinên jinan ên cîhanî nikarin helwestek xurt û domdar li dijî şeran bigirin? Divê jin îro çi cure têkoşîn û polîtîkayan pêş bixin? Çima girîng e ku eniyek jinan a yekgirtî were avakirin?
Pir sedemên cûrbecûr ku têkoşînek encamgir di milê tevger, saziyên jin de bi awayek domdar nameşe hene. Dema ku em behsa van sedeman bikin armanca me bi ti şêwazî yê ew nebe ku kîjan tevgera jin çiqas têkoşîn kiriye. Bêgûman her rêxistinek jin di nava hewldanê têkoşînê de ye û ev yek girînge. Lê ger ku hê jî şideta dijî jin, destavêtin û bêçaretiyan jin li beramber her cûre zilm û bêdadiyê bi dawî nebûye divê hemû tevgerên jin şêwazê xwe yê têkoşînê berçav re derbas bikin.
Rêxistinên jin têkoşîn dimeşînin, lê ev têkoşîn carna sembolîk carna jî sînordarê çend bûyeran dimîne. Têkoşîna jin bêgûman heya ku ew zihniyeta zayendperest ku di cihan û jiyana mirovahî de serwer bûye neyê hilweşandin divê her kêlî bê meşandin. Di her kêliya jiyanê li her cihê ku bêhn û şopa vê zihniyetê heye ew cih û dem dema ku jin divê beramberê wê zihniyetê têkoşîn bike. Tu qadên jiyanê ku mohra serweriya desthilatdariya mêr lê nebe nemaye. Li hember vê rewşa ku jin di dorpêç û di nav pençe wê de ye û rojane rû bi rûyê êrîş, şideta wê ya fîzîkî û rûhî dimîne derveyê têkoşînek domdar ti şansê rizgarbûna jin bi avayek mayende nîne.
Ji ber ku di nava van biryarê şeran de jin nînin, kiryarên di pêvajoya van şeran de dijî jin tê kirin pir normal hatine kirin weke tişteke xwezaya şer tê nîşandan. Ji ber wê jî di milê tevgerên jin de bertekên pêwîst dijî van şeran dernakeve pêş. Ger ku di milê hemû rêxistinên jin de sedema bingehîn ya van kiryarên dijî jin di pêvajoya şeran de û çavkaniya wê baş bê tehlîlkirin, dibe ku tevgerên jin helwest û nêzîkatiyên wan pir cûdatir derkeve holê. Şer û zilam, zilam û şidet weke rastiyek ewqas ketine nava hev bûne yek, ji ber wê jî her cûre şidet, hovîtiya di van şerên ku biyara wan zilam bi xwe dide jî ji nedîtê tên. Jin bi awayeke gelamperî timî di milê şeran de bê alî maye. Cewher û xwezaya jin de şer ango qetlkirin, metîngerî û her cûre şîdeta ku îro bi navê şeran tê kirin nîne. Ev rastiya jin milê civakê yê demokratîk, însanî jî timî zindî hiştiye û ger ku carna bertekên civakê dijî bi van kiryaran derdikeve saya vê rastiya jin e. Ger ku em asta şerên heyî û di vê mijarê de têkoşîna jinan bigrin dest, bêgûman têkoşîn û bertekên jinan dijî van şeran têra wê nekiriye ku pêşî li vê hovîtiya bi navê şer tê kirin bê girtin. Pergala ku şidet, qirkirin, tecavûz û hejariyê ser jin dimeşîne heman pergale ku zagon, hiquq, têgîna zayendî ya jin jî diyar kiriye û biryara şer jî dide. Her cûre kiryarên şidet, qetilkirin, tecavûzê ku jin di pêvajoyên şeran de pê re rû birû dimîne tenê weke nêzîkatî, zilamek ku şidet kar aniye, yan jî qatilek ku jinek kûştiye, yan jî rewşa şere û birçîmayîna jin û zarokan jî weke xwezaya şer tê nîşandan. Ev kiryar û kiryarên şidetê yê piştî dawîbûna her şerekê jî encama zihniyeta zilam ya ku jin bi aweyek xwezayî dikin amûr û qûrbanê şerên xwe ye. Divê em jin vê rastiya ku me jina bi ti şêwazî di van şeran de biryara êrîş û hovîtiya tê meşandin negirtiye bibînin. Yên ku biryara şer didin zilamin û ev biryar yekser li ser hebûna jin, bedenê jin, psîkolojiya jin heya weke zayenda jin qedera wê mafên wê çi bin yan jî çi nebin bandor dike. Jin tenê qûrbanê van şeranin. Nêzîkatiyên zihniyeta zilam ya ku biryara şer dide, biryara aştî dide, biryara demokrasi dide hemû jî kevneşopiya zihniyeta baviksalar ku bi xwe sedemê avakirina her cûre şer û şidetê ye.
Di hin rojên sembolik weke 25’ê Mijdarê, yan jî roja Jinên karkerên cihanê de daketina kolanan bi ti şêwazî yê pêşî li şidet û her cûer kiryarên dijî jin negre. Pergala baviksalar “netew dewlete” û bîrdoziya vê sedsalê ango modernîteya Kapîtalîst hemû hebûna xwe ser bingehê polîtîkayên dijî jin saxlem kiriye. Li bermberê pergaleke bi vi şêwazî têkoşîna jin ya ku sînordarê 2 yan çend roja hatî kirin tenê yê sembolîk bimîne. Ger ku têkoşîna jinan û rêxistinên jin xwe sînordar bike û asta heyî têrker bibîne. Ev yek destkeftiyên jin ne yê biparêze ne jî qad û mafên jin yê hatine desteserkirin nikare rizgar bike. Ev şêwazê têkoşîn û destgirtina pirsgerêka jin ya sînordar nahêle ku rastiya pergalê bikeve bin lêpirsîn, tengev be û pêşî lê bê girtin. Şereke pir dijwar li asta cihanê de tê jiyîn, rojane sedan wêneyên jin û zarokên ku hatine kuştin, ji birçîbûnê jiyane xwe ji dest dane, ji ber zexta aborî, zordariya zilam û jiyanê xwe dikûjin yan jî tên kûştin. Hemû tevgerên jinên cihanê li berember vê rewşa jin ya bi van şeran ava bûye berpirsyarin.
Di serî de jin divê bi yek deng û helwestê li beramberê vi şerê ku êrişê hemû mirovahî û jiyanê dike bisekine. Mirovahî û jiyan hatiye li cihek sekiniye ku nefesên xwe yê dawî dide. Şer hatiye astek û şêwazeke wisa dimeşe ku serdemên herî barbar û hovane derbas kiriye. Tekene şansek mirovahî heye ew jî bi dawîkirina vê hovîtiyê ye. Ger jin biryara vi şerî nedaye wê demê jin dikare biryara ku vi şerî bide sekinandin bide. Hemû tevger û rêxistinên jinan di vê sedsalê de bi navê Mirovahî, bi navê zarokên xwe, bi navê demokrasî û azadiyê divê ku vê helwesta xwe ya dîrokî diyar bikin. yekbûna jin weke cepheyekê di vê demê bi qasî ku zerûriye, ewqas jî pêwîste. Bi yek dengî, di yek cephê de qerîna jin ya sekinadina vi şerî rol û ristek dîrokî. Dîrok yan yê bi mohra zilam ya şer vê sedsalê jî bi hovîtiya dijî bi mirovahî yan jî yê bi helwesta jin ya azadîxwazî û demokrasiyê bê nivîsandin. Yekbûna jin û helwesta jin di vê sedsalê de tenê yê qedera jina na qedera mirovahiyê jî bigûherîne. Di vi şerê cihanê yê 3’yemîn ku hê jî dimeşe û rojane em texrîbat û hovîtiya wê re şahidî dikin helwesta dîrokî ya jin pir girînge. Ger ku jin yê biryara şer bide ew jî têkoşîna dijî vî şerî ye.
Înkarkirina nasname û zimanê Kurdî çi bandor li ser jinên li Tirkiyeyê kiriye? Jinên Kurd ji hêla sosyolojîk, zayendî, siyasî û aborî ve çawa bandor bûne?
Li gorî rastiya xwezaya civakê inkara ziman, hemen demê inkara hebûna wê civakê ye. Li Kurdistanê înkara zimanê Kurdî ku xwe disipart inkara kurdan û bê nasnamekirina kurdan bi awayek pir bi şidet hate meşandin. Di milê K.T de ev polîtîka bi temamî xwe siparat argûmanên pir hişk. Ji ber ku dema em behsa zimanê gelekê dikin em dibêjin Zimanê dayîkê di vir de rolê jin di ziman de pir vekirî derdikeve holê. Têgîna zimanê dayîkê yek ji rastiyên xwezaya civakî ye ku di milê pergela baviksalar de nekarîn inkar bikin ji holê rakin. Her tiştê bi navê jin kirin malê zilam, lê tu hîle, rêbaz û argûmanên mitolojik, felsefîk û ilmî têra wê nedkir ku vê têgînê bigûherînin. Zimanê dayîkê heman demê heqîqeta nasnameya civakê diyar dike. Ji bona ku gelekê qir bikî yan bi awayeke fîzîkî têk bibî yan jî ji nasnameya wî biyanî bikî. Komara Tirkiyê jî bi sedsalan ku ji bona qirkin, inkara kurd di serî de zimanê Kurdî inkar kir, qedexe kir. Redkirina zimanê kurdî yek ji sedemên bingehîn yê pevçûn şer û serî rakirina kurdan li beramberê Komara Tirk bû. Her ku kurdan li beramber vê siyaseta inkar ya zimanê kurdî berxwe dan, zimanê xwe parastin dewleta Tirk bi heman dijwariyê êriş kir. Li kurdistanê Nijadperestiya Tirk şerê dijî nasnameya kurd, hebûna kurd ango zimanê kurdî ji bona xwe weke meseleya bekayê digirtin dest. Ango hebûna Tirk girêdayî tinekirina kurdan bû. Ji ber ku jina kurd li beramberê vê inkarê ber xwe da, asîmleya li ser gelê xwe bi parastina zimanê xwe girt dest, milê civakî, aborî, siyasî û warê zayendiya civakî de herî zêde rû bi rûyê politikaya şidetê ya dewleta Tirk hat. Qada aborî û siyasî bi timamî ji jin re hate girtin. Heya salên derêj ji sedî 98 jina kurd ji ber nezanîna zimanê Tirkî derveyê malê tu qadeke wan ya jiyan, kar, siyasetê nebû. Ev rewşa ku jina kurd pê re rû bi rû mabû di milê psikolojik, aborî de jî bendorke pir zêde ser jin dikir. Di milek polîtîkayên qirker yê dewletê di milê din nêzîkatiyê zilamê kurd yê feodal û zayendîperest jina kurd bi şidete rûhî û civakî re rû bi rû hişt. Bi saya têkoşîna salan ya tevgera azadiya Jina Kurd ev polîtîkayên ser jina kurd heya astek hatibe astengkirin jî lê hê jî bi temamî jina kurd xwe ji vê rewşa heyî rizgar nekiriye. Bi qedexekirina zimanê kurdî ji ber ku jina kurd asta wê ya civakî, siyasî û aborî de paşketin çêbû vê yekê bi lez ser pêşketin û rewşa civakî ya gelê kurd jî kir. Civaka Kurd 100 sal zêdetir di nava tecrît û metîngeriyek hişk ya çandî ve hate hiştin. Rewşa civakî ya kurdan ser rewşa wan ya aborî û siyasî jî heman astê de bandor kir. İnkara zimanê gelek ji qirkirina wi gelî ya fîzîkê hê zêdetir û bandorê wê neyênî heye û ser kurdan ev inkar hê bi awayeke tund û weke şer û qirkirinek hate meşandin.
Di vê çarçoveyê de sala borî piştî banga Bahçelî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya di pêşengtiya Rêber Apo de hatî pêşxistin, hate rojevê. Ji aliyê jinan ve girîngiya vê Pêvajoya Civaka Demokratîk çi ye? Divê jin manîfestoya ku Rêber Apo ji bo vê pêvajoyê pêş xistiye çawa fêm bikin û pênase bikin? Weke KJK’ê we ev pêvajo çawa nirxand? Divê beşdariya jinên li qadên civakî ya ji vê pêvajoyê re bi kîjan rêyan û çawa be?
Aştî û civaka demokratîk ji bona jinan girîngiya wê bi qasî şoreşekê watedar û bi nirxe. Pêvajoya ku Rêber Apo bi navê Aştî û civaka demokratîk daye destpêkirin ji ber ku bingehê xwe dispêre rastiya hebûn, wate û aştiyê herî zêde xitabê jin dike. Di dinyayek ku jin weke zayend hebûna wê, dîroka wê bi temamî hatiye inkar kirin û her zagon û biryarên heyî yê civakî, siyasî, aborî û leşkerî jin û hebûna jin dike hedef, Rêber Apo dijber van hemûyan dinyayek ku di nav de azadiya jin dixe bin garantiyê pêşkêşê jinan dike. Ji ber wê jî wateya vê pêvajoyê û manifestoya aştî û civaka demokratîk ji bona jinê nirxê wê girîngiya wê weke zivirîna jin ya serdema Jin dayîke. Rêber Apo bi vê manîfestoyê dîroka jin ya ku li benda nivîsandinê bû pêşkêşê jina kir. Jina kurd saya fikr û ramanê Rêber Apo xwe ji çemberê qirkirina fîzîkî û zihniyetî ya desthilatdariya mêr heya astek rizgar kiriye û ji bona ku vê azadiyê malê hemû jinên cihanê bike di saya paradigmaya Rêber Apo de qonaxeke dijwar yê şerê azadiya jin derbas kiriye. Bi manifestoya Aştî û Civaka demokratîk teqez yê ev qonax bi azadiya Jin di sedsala 21 de mohra xwe li têkoşîna jin bixwe û ev sedsal yê bibe sedsala azadiya jin û tolgirtin ji hemû kiryarên zihniyeta zilamê serdest.
Weke KJK’ê jî em vê qonaxê û manifestoya Aştî û Civaka demokratîk weke diyariyeke pîroz ya azadiyê digirin dest. Ji bona wê jî di hemû qadên têkoşînê de jî bi vê zanist, hestyarî û idîayê em ê hewl bidin ku manifestoya Civaka demokratîk di hemû hûcreyên civakê de ji bona jîndarkirina jiyanê bihûnin. Em vê manîfestoyê li şûna dîroka xwe ya jin ku bi dehezaran sal dîroka me bi destê kastîkê kûjer hatibû nivîsandin digirin dest. Ev ji bona me jina zayîneke nû bi navê mirovahî û demokrasiyê ifade dike.
Her qadek jiyanê qada civakiye, ji bona wê jî jin di hemû rehendên jiyanê de divê ku pir çalak tevlî bin. Tevlîbûna jin hê bi zanistir û ser bingehê avakirin be. Ev qonax ji bona jinan qonaxa avakirin û xwe rêxistinkirinê ye. Tu qadeke jiyanê ku jin di nav de xwe rêxistin nekiribe divê nemîne. Jin divê hem xwe rêxistin bike hem jî qada lê bi reng û cewherê jin rêxistin bike. Jina xwe rêxistinkirî, jina polîtîk e, jina xwe rêxistinkirî jina ku parastina xwe dike, jina xwe rêxistinkirî jina ku çanda xwe dixe bin ewlehiyê ye, jina rêxistinkirî û zana kirî jina ku pêşiya her cûre şidet, destavêtin û qirkirinê digire ye. Xwe rêxistinkirin û destavêtina jin ya qada civakî destpêkirin ji qada ku ji jin û mirovahiyê re kine zindane. Yek ji qadên destpêkê ku kirin hîmê koletiya jinê û azadiya wê hate standin qada civakî bû. Ji bona wê jî qada yekem ku jin divê azadiya xwe di wir de bi dest bixe û nêzîkatiya beramber jin sererast bike ev qade ye.
Di vê pêvajoyê de kîjan talûke li pêşiya jinên Kurd e? Tevî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk jî dijberiya li hemberî Kurdan, dijminahiya demokrasiyê û êrîşên li ser jinan berewam dikin û divê jin çawa xwe li hemberî van şert û mercan biparêzin? Di xweparastina jinan de rola komun û birêxistinbûna kolektîf çi ye?
Di vê qonaxa ku jê re qonaxa aştiyê tê gotin, di milê dewletê de nêzîkatiyên beramber jin de tu guhertinek nîne. Di vê qonaxê ku aştî û lihevkirin di rojevê de ye, ger ku jin xwedî li vê qonaxê dernekevin û rengê jin, helwesta jin diyar nebe, bêgûman ji bona jin ev qonax yê xeteriyên pir mezin nava xwe de bihewîne. Mafê jin yê ku bi salan bi berdêl û kedeke mezin bi dest xistiye bi hin êriş û polîtîkayên zayendîperest yê heyî hewl didin ku ji holê rakin. Şideta dijî jin, kuştina jin, çanda tecavûzê hê jî weke xeteriyek mezin pêşiya jine û di vê salê de jî pir bûyerên bi vi rengî hatin jiyîn. Jina kurd ji tevlîbûna siyasetê bigre heya qada aborî û çand hin destkeftiyên mezin pêşkêşê jina Tirkiyê û jinên cihanê dike. Pergala hevserokatî bigre, pêşxistina zanista Jineolojî û parastina xwe bi xwe kirin di van qadan de derfetên pir mezin ji jin re ava kir. Ger ku xwedî ji van destkeftiyên xwe dernekeve û zemînê hiqûqî û rewa bo van destkleftiyên xwe ava neke ev destkeftiyên jin dibe ku bikevin xeteriyê. Ji bona wê jî di serî de tişta ku jin divê biparêze xwedî derketin li destkeftiyên xwe ku zemînê azadî û parastina jin di hemû milan de di nava xwe de digire. Jina ku rêxistinkirî be, komîna xwe avakiribe, bi vê pergala komîn hem tevlîbûna wê ya nava jiyan hem siyaset hem jî parastina wê dikeve garantiyê. Parastina ceweherî ya jin taybet jî di serî de li beramber her cûre şidet, êriş û kiryarên zilam û pergala desthilatdar ya mêr ya dijî jin e. Jin bi vakirina komînên xwe, hem dijî şidet û zordariya ser jin, hem jî her cûre êrişa ser civak, zarok û jiyanê yê helwesta xwe bertekê xwe weke parastina cewherî danê holê. Komîn ji bona civak taybet jî jin tê wateya tekane qada ku dikare di wir de bijî û bide jiyîn. Ne di nava pergala dewlet ne jî di nava rastiya heyî ya malbat û civakê ti qadek ku jin tê de bê tirs, bê şidet, bê ku rojane bê kûştin û destdirêjî ser bê kirin nehiştine. Komîn ji bona jinê bi qasî ku hebûnek ewleye heman demê pegala ku jin di wir de bi rengê xwe, fikra xwe hêza xwe jiyanê yê bihûne. Ev komîn, dibe komînek bo tendûristî ango verzişê be, bo hunerê, aborî, çandinî, felsefe, xwandi û parastinê be.
Di gund, kolan, tax û bajaran de ger ku pergala komîn ya jin û civakê hatibe avakirin tu kes bi rihetî yê nikaribe li beramber wê civakê wê jinê êriş bike bibe amûrek tehdîtê. Komîn heman demê parastina civakê ya xwezayî beremeber êrişên ku ser çand û nirxên wan dikin. Pergala komînê de parastina cewherî mafê xwezayî yê civakê ji bona parastina xwe, kolana xwe, bajarê xwe, gundê xwe li beramber kiriyarên ku nirx û jiyana wê civakê tehdit dikin. Komînên parastinê cihê ku civak, jin bi xwe li berember xeteriyên ser xwe biryara parastinê dide û parastina xwe bi xwe dike.
Roja 25’ê Mijdarê ango roja dijî şideta ser jin, rojeke girîng ji dîroka têkoşîna jine. Her çendî têkoşîna dijî şideta ser jin bi awayek sembolîk weke rojek hatibe diyarkirin jî, ev roj heman demê sembola yekbûna jin, hêza jin û helwesta jin dijî zihniyeta pergala desthilatdariya zilam û zihniyeta zayendîperest e ku li ku bi çi şêwazî derkeve pêşiya jine. Ango 25 mijdarê ji bona jin rênîşandana wê ye ku jin bi heman rihê ku li beramber zihniyeta zayendîperset ya 25’ê Mijdarê diyar kir yê li her qadê û di her demê de li beramberê vê zihniyetê têkoşîn bike.
Di şexsê xwîşkên Mirabel de em hemû jinên ku bi navê jin û mirovahiyê têkoşîna wekhevî, azadî demokrasiyê dane û di milê vê zihniyeta ku jiyan û azadiyê qetil dike hatine kûştin ve bi bîr tînin. Ji bona bîranîna Berxwedana Jinên ku ji bona azadiya me jinan û mirovahiyê berdêlên pir giran dane divê ku em xwedî li bîranînên wan derkevin. Ev yek jî encax bi berdewamkirina têkoşîna jin dijî zihniyeta zayendîperest ya qatilên jin û jiyanê dibe. Em weke jin deyîndarê wan jinan in ku ji bona ku em îro bikarin azadiyê bijîn berdêlên herî mezin dan. Dîroka me jinan bi berxwedaniya van jinan bi reng û destê jin tê nivîsandin. Li hemeberê vê hovîtiya sedsala 21’an û şerên hovane ku mexdûrên wê jin û gel in, jin divê mohra xwe ya têkoşînê li vê dîrokê bixe. Di vê sedsalê yan yê careke din zayedîperestî, netewperestî û şovenîzma kapîtalîzmê mohra xwe li qedera gelan û mirovahiyê bide yan jî berxwedaniya jin û demokrsiyê yê mohra xwe lê bide.
Roja wê hatiye ku jin van maskeyên qirêj li ser rûyê van levîathanên ku biryara şerên hovane didin derxîne. Rastiya van qatilên kastîk derxîne holê. Ev sedsala muhtacê bertekê Vijdanê Civak û lihevkirina Jin, gelan û mirovahiye. Dijî her cûre şer, şidetê divê em bêjin na. Ji bona dawî anîna şeran û şidetê deng û helwesta jin divê pir zelal be. Ev helwest û dengê jin divê di wê astê de be ku yên ku biryara van şeran dane bi hûkmê civakê bên darizandin û rêveberiya wan rewabûna xwe winda bike.
Ji ber hovîtiya ku niha li cihanê tê meşandin, çeka herî bi hêz ya civakê ku dikare dawî li van şer, qirkirin, hovîtiyê bîne, bertekê civakê û yekbûna civakê ye ango xwe rêxistinkirina civakê ye.

