Jinan di bajarên cuda ên Elmanyayê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya li ser Jinan de daketin qadan û bertek nîşanî tundiya mêr-dewlet, milîtarîzm û qirkirina jinan dan. Çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-E’yê û rêxistinên jinan ên pêkhateyê wê hatin lidarxistin, hêrsa li dijî qetilkirinên jinan ên di demên dawî de li Elmanyayê çêbûne, da der.
HAMBURG
Li Hamburgê bi hezaran kes, di saet 18:00’an de, di meşa ku li rawestgeha Landwehrê destpê kir de, li hev civiyan. Platforma jinan a girseyî ku Meclîsa Jinan a Rojbîn jî di nav de bû, bi dirûşmeya “Em ji bo aştî û jiyana bêyî tundî dimeşin” meşiya. Di daxuyaniya li ser navê platformê de, hat destnîşankirin ku ew li dijî tundî, zext û qirkirinê dimeşin.
Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn de, daxuyaniya 25’ê Mijdarê ya TJK-E’yê hate xwendin û wiha hate gotin, “Heta ku çanda destdirêjiyê neyê derbaskirin, heqîqeta civakî di qadên felsefe, zanist, estetîk, etîk û ol de dernakeve holê. Sosyalîstbûna mêrekî, têkildarî awayê têkiliyê ya ku bi jinekê re daniye ye.”
Meş heta rawestgeha Friedrichsbergê dewam kir û gelek caran dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Jina têkoşer, jina jiyan dike ye” û “Pergala baviksalarî hilweşînin” hatin berzkirin.
FRANKFURT
Jinan li Frankfurtê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) meşiyan. Meş li Brandt Platzê destpê kir û li Sud-Bahnhofê bi mitîngekî bi dawî bû. Jinan pankartên bi nivîsa, “Şerê we xwîna me ye” û “Em ê xwe bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” biparêzin” hilgirtin û bi pêxistina findan jinên di encama tundiya mêr-dewletê de hatine qetilkirin, bi bîr anîn.
Nûnerên TekoJin, Women Defend Rojava, Jin Jiyan Azadî Bundnis û ADKH (Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê) jî tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku jiyaneke azad tenê bi jinên azad re pêkan dibe.
WUPPERTAL
Li Wuppertalê ji aliyê Komuna Jinan a Viyan Soran çalakî hate lidarxistin. Gelek jinên Kurd û komên Jinên Enternasyonal û Ciwanên Şoreşger (Jugend Rewulosion) tevlî bûn.
HANNOVER
Li Hannoverê, bi beşdariya berfireh a komên cuda yên jinan û platformên jinan ên navneteweyî yên bi temsîliyeta FED-DEM û YKM’ê, meşeke mezin hate lidarxistin. Jinên ku li navenda bajêr dirûşme berz kirin, xwestin ku tundiya li ser jinan bi dawî bibe.
Nûnerên Women Defend Rojava jinên ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest dabûn bîr anîn û ev gotin anîn ziman: “Dema jinên li Tişrînê canê xwe ji bo me dan, gelo em çiqasî dikarin bidin? Em çiqasî dikarin mîna wan bijîn? Em çiqasî dikarin têrê bikin? Em çiqasî dikarin ji bo wan têkoşîn bikin?”
Di daxuyaniyên ku di dawiya meşan de hatin dayîn de, hat destnîşankirin ku 25’ê Mijdarê ne tenê rojeke bîranînê ye, lê sembola xurt a têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û mafê jiyanê ye. Her wiha bang li saziyan hat kirin ku ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinan, tevdîrên berfirehtir û bi bandortir bigirin.
BERLÎN
Li Berlînê, bi sedan jin di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a 25’ê Mijdarê de daketin kolanan û bal kişandin ser tundiya li ser jinan û polîtîkayên mêr-dewletê.
Di çalakiyê de daxuyaniyên 25’ê Mijdarê yên Tevgera Jinên Ewropayê û bangên bi dehan rêxistinên jinan hatin xwendin û peyamên piştgiriyê ji berxwedana jinan re li herêmên cuda yên cîhanê hatin şandin.
Meşa ku bi banga hevpar a Ceni, Meclîsa Jinan a Destdan, Jinên Ciwan Berlîn, WDR Berlîn, GK Berlîn, JK Berlîn, Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê û Korea Verbandê pêk hat, jinan bi dirûşma “Şerê we, xwîna me ye!” qadan tijî kirin.
Di çalakiyê de, banga bilindkirina berxwedana jinan a navneteweyî li dijî mîlîtarîzma mêr-dewlet a zêde dibe, ji Filîstînê heta Kurdistanê, ji Kongoyê heta Ûkrayna û Sûdanê, hate kirin. Her wiha tundiya li ser jinan û qirkirina jinan a ku mîlîtarîzm dide destpêkirin jî hate protestokirin.
FREÎBURG
Çalakiya ku bi banga KJK-E’yê, bi beşdariya Meclîsa Jinan a Nûda û kolektîfên jinan li Freîburgê, di saet 18.00’an de li Augustinerplatzê dest pê kir, hemdem bi dehan meşên li seranserê Elmanyayê pêk hat. Bi deh hezaran jinên ku qad tije kirin, êş û hêrsa jineke Kurd a ku çend roj berê li Elmanyayê ji aliyê mêrê wê yê berê ve hatibû kuştin, anîn ziman.
Daxuyaniya TJK-E’yê li her bajarekî, bi heman hevokê bi zimanên cuda cîh girt: “Tundiya li ser jinan berî her tiştî meseleyeke hişmendiyê ye. Ev hişmendî dijminê jinan, serdestiya mêr, dewlet û hêzgirtî ye.”
Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku di warê hişmendiyê de, di navbera zagonên Şerîetê yên Talîbanê û rêziknameyên li Elmanyayê yên di bin sernavê “parastina yekîtiya malbatê” de, tu cudahî tune ye. Hate gotin ku polîsê sincê yê Îranê, polîtîkayên “vegirtina jinan bo malbatê” yên li Tirkiyeyê û sepanên li herêmên cuda yên cîhanê li ser heman kokê ne: Sîstema serdestiya mêr a ku jinê wekî xwedîyê nasnameyekî nas nake.
Di çalakiyê de, perspektîfa Rêber Apo ya li ser azadiya jinê jî bi xurtî hat bibîranîn: “Heta ku çanda destdirêjiyê neyê holê rakirin, rastiya civakî di tu qadê de nikare derkeve holê. Heta hişmendiya serdestiya mêr neyê rûxandin jî sosyalîzm nikare bi ser bikeve.” Çalakî bi peyama “Heta ku sîstema mêr-dewlet neyê rûxandin em ê li kolanan bin” bi dawî bû.

