Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan herî zêde bandorê li jin û zarokên keç dike. Jinên ku nikarin hewcehiyên xwe yên weke ji paqiyiyê heya pêdiviyên sereke dabîn bikin yan jî tên qedexekirin, ji mafên xwe yên tenduristî û civakî tên mehrûmkirin. Ji jinên ku nikarin xwe bigihînin sereketirîn pêdiviyên xwe re hewcehiyên weke mûçing, ped, pirtûk, rojname yan jî şalwar jî nayên dayîn. Di çarçoveya van binpêkirinan de li Amedê OHD, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komîsyona Gîrtîgehan a Baroya Amedê bi girtiyên jin ên ku li girtîgehên Xarpêt, Erzingan, Amed û Erziromê tên ragirtin re hevdîtin pêk anîn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Bahar Eryilmaz diyar kir ku ew ê di çarçoveya agahiyên ku van hevdîtinan de ji wan re hatine serî li rêyên hiqûqî bidin û bal kişand ser zêdebûna hejmara girtiyên jin.
‘HEJMARA GIRTIYÊN JIN ZÊDE BÛYE’
Parêzer Bahar Eryilmaz anî ziman ku serlêdanên hiqûqî bi piranî ji Wezareta Edatê re hatine kirin, hin caran ji Saziya Çavdêriya Giştî yan jî Serdozgeriya Komarê re serlêdana sûc hatiye kirin û daneyên Mijdara 2025’an ên Komeleya Rêxistina Civakî ya Pergala Înfaza Cezayî parve kirin. Bahar Eryilmaz bi bîr xist ku kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê ji sedî 40,50 tije bûye û diyar kir ku li girtîgehan 194 zarokên keç û 19 hezar 969 girtiyên jin tên ragirtin û got: ‘’Sala borî hejmara girtiyên jin 11 hezar û 407 bû û îsal ev hejmar derketiye 19 hezar 969’an. Ev tê wateya zêdebûna nêzîkî ji sedî 75’an. Hejmara zarokên keç jî ji sedî 102 zêde bûye. Ev zêdebûn ji xwarinê heya paqijî, xwegihandina avê û heya hewastandinê rê li ber gelek pirsgirêkan vedike.’’
‘HEYA MÛÇING JÎ TÊ DESTESERKIRIN’
Bahar Eryilmaz diyar kir ku yek ji qada ku lê herî zêde binpêkirinên mafan hene tanduristî ye û ev yek anîn ziman: ‘’Li rewîrê eleqeyeke baş nayên nîşandan, bidestxistina dermanan dereng dibe. Di sewqkirinên ji bo nexweşxaneyan de girtî di wesayîtên rîngê nava qefesê de bi saetan tên sekinandin, bi du kelepçeyan wan dibin mûayeneyê û di dema mûayeneyê de kelepçe nayên derxistin. Mahremiyeta bijîşk-nexweşan ji aliyê cendirmeyan ve tê binpêkirin. Bidestxistina peda paqij gelekî sînordar e; pedên ku tên belavkirin nebaş in. Dîsa kotaya ava germ kêm e. Xwarin, hem ji aliyê porsiyonê ve hem jî ji aliyê nirxên xurekê ve gelekî bê kalîte ne. Li gorî diyeta girtiyên çolyak, vejeteryan û vegan xwarinên guncav nayên dayîn. Ji dayîkên ku şîrî didin zarokên xwe re xwarina zêde nayê dayîn.’’
‘LÊGERÎNA TAZÎ Û LÊGERÎNA NAVA DEVÎ VEGUHERÎ REWŞEKE SÎSTEMATÎK’
Bahar Eryilmaz her wiha diyar kir ku li Gîrtîgeha Tîpa T a Jinan a Xarpêtê heya amûrên venêrîna sereke ên weke mûçingê jî hatine desteserkirin û anî ziman ku ev veguheriye sepaneke sîstematîk. Bahar Eryilmaz di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Lêgerîna tazî, lêgerîna nava devî û dirêjkirinên înfazê veguherî rewşeke sîstematîk. Li malbatên ku tên hevdîtinê lêgerîna nava devî tê ferzkirin. Daxwazên girtiyan ên hevdîtina li gel midûr û rêveberiya girtîgehê tên redkirin. Daxwazên sewqkirinê bêyî eger tên redkirin.’’
‘DEWLET LI GIRTÎGEHAN JÎ MÊR E’
Bahar Eryilmaz bal kişand ser tecrîda giran a li girtîgehên tîpên Y,S û Ewlehiya Bilind û destnîşan kir ku li van qadan tecrîd û îzolasyon gelekî zêde ye. Bahar Eryilmaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku standartên navneteweyî ên weke Qaîdeyên Banghokê, CEDAW û Peymana Stenbolê nayên sepandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Jin di hemû hemû qadên jiyana xwe de ji aliyê normên baviksalar ve tên kontrolkirin. Li girtîgehan ev zext gelekî heye. Avaniya ku em jêre dibêjin ‘mêrdewlet’ li girtîgehan xwe gelekî nîşan dide. Li hemberî van şert û mercên giran hêvî di têkoşîna birêxistinkirî de ye. Em di baweriyê de ne ku jin wê li dijî aqilê mêrdewletê têkoşîna xwe hem li girtîgehan hem jî li derve zindî bigirin. Têkoşîn dide jiyîn. Ji bo aşitiyeke civakî ya mayînde em neçar in ku zêdetir bala xwe bidin pirsgirêkên li girtîgehan, sererastkirinên yasayî bixin meriyetê û mekanîzmayeke venêranê ya were kontrolkirin û zelal ava bikin.’’

