În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 5’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!
Jin

Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Bahar Eryilmaz têkildarî binpêkirinên mafan ên girtiyên jin li girtîgehên Xarpêt, Erzingan, Amed û Erziromê dijîn, axivî û got: ‘’Ferzkirina lêgerîna tazî û ya nava devî veguherî rewşeke sîstematîk.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan herî zêde bandorê li jin û zarokên keç dike. Jinên ku nikarin hewcehiyên xwe yên weke ji paqiyiyê heya pêdiviyên sereke dabîn bikin yan jî tên qedexekirin, ji mafên xwe yên tenduristî û civakî tên mehrûmkirin. Ji jinên ku nikarin xwe bigihînin sereketirîn pêdiviyên xwe re hewcehiyên weke mûçing, ped, pirtûk, rojname yan jî şalwar jî nayên dayîn. Di çarçoveya van binpêkirinan de li Amedê OHD, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komîsyona Gîrtîgehan a Baroya Amedê bi girtiyên jin ên ku li girtîgehên Xarpêt, Erzingan, Amed û Erziromê tên ragirtin re hevdîtin pêk anîn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Bahar Eryilmaz diyar kir ku ew ê di çarçoveya agahiyên ku van hevdîtinan de ji wan re hatine serî li rêyên hiqûqî bidin û bal kişand ser zêdebûna hejmara girtiyên jin.

‘HEJMARA GIRTIYÊN JIN ZÊDE BÛYE’
 

Parêzer Bahar Eryilmaz anî ziman ku serlêdanên hiqûqî bi piranî ji Wezareta Edatê re hatine kirin, hin caran ji Saziya Çavdêriya Giştî yan jî Serdozgeriya Komarê re serlêdana sûc hatiye kirin û daneyên Mijdara 2025’an ên Komeleya Rêxistina Civakî ya Pergala Înfaza Cezayî parve kirin. Bahar Eryilmaz bi bîr xist ku kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê ji sedî 40,50 tije bûye û diyar kir ku li girtîgehan 194 zarokên keç û 19 hezar 969 girtiyên jin tên ragirtin û got: ‘’Sala borî hejmara girtiyên jin 11 hezar û 407 bû û îsal ev hejmar derketiye 19 hezar 969’an. Ev tê wateya zêdebûna nêzîkî ji sedî 75’an. Hejmara zarokên keç jî ji sedî 102 zêde bûye. Ev zêdebûn ji xwarinê heya paqijî, xwegihandina avê û heya hewastandinê rê li ber gelek pirsgirêkan vedike.’’

‘HEYA MÛÇING JÎ TÊ DESTESERKIRIN’

Bahar Eryilmaz diyar kir ku yek ji qada ku lê herî zêde binpêkirinên mafan hene tanduristî ye û ev yek anîn ziman: ‘’Li rewîrê eleqeyeke baş nayên nîşandan, bidestxistina dermanan dereng dibe. Di sewqkirinên ji bo nexweşxaneyan de girtî di wesayîtên rîngê nava qefesê de bi saetan tên sekinandin, bi du kelepçeyan wan dibin mûayeneyê û di dema mûayeneyê de kelepçe nayên derxistin. Mahremiyeta bijîşk-nexweşan ji aliyê cendirmeyan ve tê binpêkirin. Bidestxistina peda paqij gelekî sînordar e; pedên ku tên belavkirin nebaş in. Dîsa kotaya ava germ kêm e. Xwarin, hem ji aliyê porsiyonê ve hem jî ji aliyê nirxên xurekê ve gelekî bê kalîte ne. Li gorî diyeta girtiyên çolyak, vejeteryan û vegan xwarinên guncav nayên dayîn. Ji dayîkên ku şîrî didin zarokên xwe re xwarina zêde nayê dayîn.’’

‘LÊGERÎNA TAZÎ Û LÊGERÎNA NAVA DEVÎ VEGUHERÎ REWŞEKE SÎSTEMATÎK’

Bahar Eryilmaz her wiha diyar kir ku li Gîrtîgeha Tîpa T a Jinan a Xarpêtê heya amûrên venêrîna sereke ên weke mûçingê jî hatine desteserkirin û anî ziman ku ev veguheriye sepaneke sîstematîk. Bahar Eryilmaz di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Lêgerîna tazî, lêgerîna nava devî û dirêjkirinên înfazê veguherî rewşeke sîstematîk. Li malbatên ku tên hevdîtinê lêgerîna nava devî tê ferzkirin. Daxwazên girtiyan ên hevdîtina li gel midûr û rêveberiya girtîgehê tên redkirin. Daxwazên sewqkirinê bêyî eger tên redkirin.’’

‘DEWLET LI GIRTÎGEHAN JÎ MÊR E’

Bahar Eryilmaz bal kişand ser tecrîda giran a li girtîgehên tîpên Y,S û Ewlehiya Bilind û destnîşan kir ku li van qadan tecrîd û îzolasyon gelekî zêde ye. Bahar Eryilmaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku standartên navneteweyî ên weke Qaîdeyên Banghokê, CEDAW û Peymana Stenbolê nayên sepandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Jin di hemû hemû qadên jiyana xwe de ji aliyê normên baviksalar ve tên kontrolkirin. Li girtîgehan ev zext gelekî heye. Avaniya ku em jêre dibêjin ‘mêrdewlet’ li girtîgehan xwe gelekî nîşan dide. Li hemberî van şert û mercên giran hêvî di têkoşîna birêxistinkirî de ye. Em di baweriyê de ne ku jin wê li dijî aqilê mêrdewletê têkoşîna xwe hem li girtîgehan hem jî li derve zindî bigirin. Têkoşîn dide jiyîn. Ji bo aşitiyeke civakî ya mayînde em neçar in ku zêdetir bala xwe bidin pirsgirêkên  li girtîgehan, sererastkirinên yasayî bixin meriyetê û mekanîzmayeke venêranê ya were kontrolkirin û zelal ava bikin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 5’Ê KANÛNA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê ku gefa kuştinê lê hate xwarin serî li OHD’ê da

Girtî Erdal Daghan ku leşkerên Tirk ên ku işareta nijadperestiyê kirin û lê dan, her…

Ji aliyê Stêrk TV

Dilzar Dîlok: Divê zimanê bi jehr bê terikandin

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok bikaranîn zimanê înkarê rexne kir û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Hakan Tahmaz: Divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz banga dîrokî nirxand û got, "Ji bo Kurd xwe wekhev…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?