Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Aryen Berzen fermandara HPJ’ê Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî û qala rola wê ya li nava şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir:
“Hevala Feraşîn yek ji pêşengên xebatên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê bû. Nîşaneya çanda berxwedêriyê ya herêma Selmasê bû. Herêma Selmasê herêmeke welê ye ku bêrawestandin li hemberî zext û zilma dagirkeriya dewleta Îranê rawestiya. Ji dîrokê û heta serdema nûjen wê herêmê hewl da pêşengiyê bike, hewl da nûnertiyê ji kar re bike. Di nava tevgera Apoyî û xebatên PJAK’ê de ev rola xwe di asteke bilind de bi cih anî. Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye ku piraniya kadroyên pêşeng ên tevgera me, bi taybetî jî ya tevgera jinê ji herêma Selmasê rabûne. Ji ber vê yekê nabe ku mirov taybetmendiya wê herêmê û kesayetiya wan hevalan ji hev cuda bibîne. Mebesta min ew e ku pêşengên wê herêmê di heman demê de pêşengên karê li Rojhilatê Kurdistanê ne. Weke nimûne, sembol in, ji bo hemû ciwanên ku taze pê digihêjin. Ev nimûne li ber dest in, weke hevala Feraşîn, weke hevala Aryen. Bi rastî jî cihê şanaziyê ye.
Divê mirov bi serbilindî behsa hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê bike, ku pêşkêşkar in, ku çanda berxwedêriyê ji paşerojê re radigihînin. Lewma di kesayetiya wan hevalan de em qala şanazî û serbilindiyê ji bo herêmekê, ji bo beşeke Kurdistanê dikin. Hevala Feraşîn jî ji nava wê çandê rabûye. Hevala Feraşîn di nava wê ferhengê de mezin bû, di nava wê berxwedêriyê de mezin bû.
Hevala Feraşîn dilxweş bû bi xebata ku dikir. Hewl dida encameke hîn baştir ji kar werbigire. Ji bo karibe ji hevalên xwe re yên ku fermandarî ji wan re dikir rêyeke nû biafirîne. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de gelek mirov hebûn ku li qada şer şerker bûn, têkoşer bûn, lê belê yên ku karibin vî şerî bixe xizmeta tevahiya civaka xwe gelekî kêm bûn. Li qada fermandariya jin hîn kêmtir bû. Di dîrokê de hin kesayetên jin hene ku li filan cihî, li nava filan eşîrê şer kiriye, pêşengî kiriye. Lê belê yên ku karibin fermandariyê bike, pêşengiyê bike, di asteke bilind a siyasî û leşkerî de karibe kar bike yek, mektebek, medreseyek, şêwazekî fermandariyê dîne holê û pêşkêşî civakê bike, ew di nava tevgera Apoyî de hebû. Guman di vir de nîne. Li Rojhilatê Kurdistanê jî nimûneyên weke hevala Aryen û hevala Feraşîn heye. Bi erkên fermandariyê rabûn. Bi şervankariyeke ji rêzê û rojane razî nebûn. Xwestek û meylên xwe hîn zêdetir bû. Dixwestin mohra xwe li vî karî bixin. Ji bo vê jî asteke zanebûnê ya bilind diviyabû.
Astek pêşkêş kirin, standartek diyar kirin ku sibe yek hat, ya divê jê jortir biçe yan jî behsa têkoşînê neke. Ew ji bo me bû asteke bilind, ji bo hemû têkoşerên li Rojhilatê Kurdistanê. Hevala Feraşîn divê di nava vê çarçoveyê de bê nasîn. Ferhenga berxwedanê bi rengekî gelekî nûnen bi rê ve bir.
Hevala Feraşîn kesayeteke welê bû ku çawa dikare derfetên nû biafirîne. Çawa dikare vî gelî baştir bi rêxistin bike û xwe ji bo karê herî dijwar pêşniyar dikir. Ji ber vê yekê cihê şanaziyê ye. Ev hemû taybetmendiyên fermandarekî siyasî, nîzamî û îdeolojîk e. Lewma bêguman, bêdudiliyek her kesekî li Rojhilatê Kurdistanê divê pê şanaz be. Em ê jî di têkoşîna xwe de dewam bikin.
Hevala Feraşîn, hevala Aryen di destpêkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de rola xwe hebû. Wan bi salan li Rojhilatê Kurdistanê kar kir, têkoşîn meşand. Ji ber vê divê mirov karibin wî fikrî di mejiyê her kesî de biçînin. Eger ji nişka ve wê serhildanê rû da, bêguman divê bê zanîn ku kar, bandor û xemxuriya wan hevalan tê de heye, eger li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ saz dibe, dengê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zêde dibe. Cih û mohra wan a li nava vî karî heta bi hetayê diyar e. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşaneya mayindebûna karê wan hevalan e.”

