Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Agin: Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî û sekuler ên bingehîn pisûlaya dema nû ye
Rojane

Agin: Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî û sekuler ên bingehîn pisûlaya dema nû ye

Omer Agin lihevkirinên taktîkî yên navbera DYE-Îranê, rîsk û firsendên vê hevsengiyê ji bo Kurdan nirxand û got, "Aştiya mayinde bi lihevkirina demkî ya hêzan pêk nayê. Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî yên bingehîn pisûlaya dema nû ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê berê yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP MK) Omer Agin hevsengiyên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn jinûve têne avakirin nirxand û anî ziman ku têkiliyên navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îran û Îsraîlê lihevkirineke mayinde neafirîne, li şûna vê yekê li ser hevsengiyên guherîner û taktîkî têne meşandin. Agin destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de Tevgera Kurd hem bi daneheviya xwe ya dîrokî hem jî ji ber pozîsyona xwe ya siyasî di hevsengiya herêmî de xwedî roleke girîng e.

LIHEVKIRINA DYE-ÎRAN Û ÎSRAÎL

Agin ragihand ku atmosfereke aştiyane û demokratîk a mayinde ku bi dilê her kesî be, bi lihevkirina hêzên serwer, yan jî bi peymanên demkî yên bi hev re kirine pêk nayê û got, “Herdu alî jî (çi aliyê Emerîka û Îsraîl, çi jî aliyê Îranê) li gorî taybetmendiya serdema antî demokratîk li berjewendiyên xwe yên çînî û desthilatdariyê difikirin, ji bilî xwe ji bo ti gelî yan jî nirxî tênakoşin, di nava lêgerîna maf û hiqûqê de nîne. Dixwazin rewşa heyî bi temamî li gorî hevsengiyên polîtîk bi kar bînin.

Belê, car carna bi hin gelan an jî mirovên têkoşer re ‘lihev’ dikin. Lê belê ev lihevkirin stratejîk nîne, lihevkirineke taktîkî ye. Divê ev yek baş bê dîtin. Ji ber ku hêzên alîgirê ked, demokrasî, azadî, hilberînê û hêzên xwedî îdeolojiyên tarî, zordar, talanker û mêtinger nepêkan e ku lihevkirineke mayinde bikin. Ev yek li dijî xwezaya diyalektîkê û xwezaya madeyê ye.

Niha li Rojhilata Navîn şer dewam dike. Ev şer ne di navbera hêzên demokrasiyê (yanî gelê Kurd û dostên wan) û hêzên din ên mêtinger de ye; di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku komên cuda yên berjewendiyan di nava xwe de bi hev ketine.”

Agin diyar kir ku li hemberî vê yekê divê avaniyên demokratîk cûreyên têkoşîn û rêxistinbûnê biafirînin û got, di heman demê de pêwîstî bi aqlekî welê heye ku ji her kesên dixwazin bigihêjin demokrasî, hiqûq, entegrasyona bi dewletê re, entegrasyona demokratîk bibe alîkar.

‘KURD XWEDÎ REWŞEKE LAÎK A JI BINGEHÊ VE YE’

Agin ragihand ku dema li têkoşîna Kurdan, serdemên di nav de derbas bûye, danehevî û veguherîna li erdnîgariya xwe pêk aniye dinihêrin, dibinînin ku xwedî gelek derfetên cuda û mezin e, xwedî bingehekê ne û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir:

“Ev çi ne? Beriya her tiştî Kurd xwedî rewşeke laîk in ku ji bingehê ve tê. Yanî li gelek welatên Ewropayê laîktiya demokratîk heye, em bi vê zanin; bi giranî bi şoreşa bûrjûva re, bi Şoreşa Fransayê re ava bû. Lê belê Kurdan di pêvajoya dîrokî de her tim bi vê rewşa laîktiyê hatin, di heman demê de sekuler in.

Ev çima bû, çawa bû? Beriya her tiştî Kurd ji aliyê baweriyê ve xwedî baweriyeke pirreng e. Dualîstên ji Zerduştiyê hatin, yanî baweriyeke wellê ye ku hem ji xwezayê bawer dike, hem jî rewşeke derûnî û psîkolojîk a ji bo guhertina awarte  ye. Ev bawerî ji piraniya gelên Rojhilata Navîn re bû çavkanî, rê li ber wan xist. Hema bibêje hemû olên ji yek Xwedayî bawer dikin, ji Zerduştiyê destpê kirin. Lewma di xwezaya Kurdan de laîktiyeke dîrokî heye û ev yek destketiyeke gelekî mezin e.”

Agin got, “Mijara duyemîn a gelekî girîng jî zimanê Kurdan e. Zimanê Kurdî di nava pêvajoya dîrokî de ava bû û di demên cuda de veguherî encameke giştî ya zimanan. Eger em bi gotinên îro biaxivin, zimanê Kurdî ji gelek zaravayan pêk tê: Kurmancî, Soranî, Lorî, yanî gelek cihêrengî hene. Ev avanî bi serê xwe pirrengî ye, taybetmendiyeke xwezayî ye ku divê her kes hevdu qebûl bike. Ev rewş yek ji wan faktorên gelekî girîng e ku Kurdan di nava pêvajoya dîrokî de afirandine.

Di dîroka nêz de dibe ku Kurd 100 sal in nebû be dewletek. Handîkapa herî mezin a nebûna dewletê ev bû: Ji ber ku nekarîn xwe bigihînin mîsyonên netewe-dewletê nirx, agahî û çanda neteweyî bi rengê sazûmanî nekarîn tam bi pêş bixînin. Ev rast e. Lê belê dema ku mirov li rûyê din ê madalyonê binihêrin, nebûn hevparê wan rûpelên tarî yên netewe dewletan ku yekperest e. Yanî li çi bifikirin bi paqijî lê difikirin û bi vî rengî li paşerojê dinihêrin. Bi dîtina min pparadîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser van çavkaniyên pak û dîrokî ava bû.”

DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE SERDEMA NÛ

Omer Agin işaret bi girîngiya têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelê Kurd kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bingehê ve tê meşandin û got, “Ev qonax êdî ew qonax e. Hem ji bo çareseriya bi hiqûqî û qanûnî ya xwe dispêre qanûnên demokratîk û azad ku Birêz Ocalan destnîşan kir, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên demokratîk ên pirsgirêka Kurd û gelên din, divê ev yek baş bê nirxandin. Bi dîtina min Birêz Ocalan tişta dixwaze di vê mijarê de dibêje, her wiha zêde jî dike. Ev dem dema gel e, dema gelan e. Rêbazên demokratîk û aştiyane bi rêbazên berê, bi kar û hewldanên berê nameşe. Di vê demê de divê rêbazên têkoşîna demokratîk a nû û şêweyên rêxistinbûna demokratîk bêne afirandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Guldîken: Li dijî narkotîkê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye
Nûçeya Pişt re Karkerên çandiniyê qeza kir: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

Rejîma Îranê hîna jî zextên xwe yên li ser jinên çalakvan û beşdarvanên xwepêşandanan berdewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê jinek hate qetilkirin

Li Taxa Kamberiye ya navçeya Halîliyeyê zilamê bi navê Kanan Şamlioglû, hevjîna xwe ya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran êrîş kirin, gerîla bersiv da

Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahî ve 978 caran êrîş kir. Hêzên gerîla…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şertên joyanê yên li kampên Waşûkanî û El-Telae xirabtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?