Di van kêliyan de bi dehan ji gelê kantona firatê ji bo piştgirîdayina berxwedaniya ku niha di van kêliyan de li herdu kolanên Kurdî yên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewime daketin qadan.
Çalakî li qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” dewam dike. Jinên bi temen mezin dayîk zarok hemû li vir ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûdê li hev civiyan, diyar kirin ku ew û gelê xwe yên li wir yek rih in.

