Di êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê de, jineke Ereb Fedwa Mihemed El Kurdî (57) hat qetilkirin û ciwanek Ebdurehman Horo (18) birîndar bû.
Hat hînbûn ku êrîşên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser herdu taxan berdewam dikin.

