Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em ê hiqûqa ku Elewiyan wekhev nebîne qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meral Daniş Beştaş ji bo mîtînga Hêvî û azadiyê banga tevlîbûnê kir
Rojane

Meral Daniş Beştaş ji bo mîtînga Hêvî û azadiyê banga tevlîbûnê kir

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo mijareke girîng e û banga beşdarbûneke xurt ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" kir ku 4’ê Çileyê dê li Amedê were lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)Meral Daniş Beştaş ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Meral Daniş Beştaş, ji bo mîtînga “Hêvî û Azadî” ya ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ve dê di 4’ê Çileyê de saet di 13:00’an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bike, banga beşdarbûnê kir. Meral Daniş Beştaşê ji biçûkan bigire heta mezinan her kes vexwend mîtîngê ku Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Leyla Zana jî dê biaxivin.

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo were misogerkirin û got: “Her çend Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam bike jî, birêz Abdullah Ocalan hîn jî di şert û mercên azad de nîne û ev mijarek pir girîng e. Azadiya birêz Ocalan di rastiyê de mijarek e ku dê rasterast bandorê li ser rê, serkeftin, bandor û avakirina pêvajoyê bike.”

Meral Daniş Beştaşê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya li ser “mafê hêviyê” bi bîr xist û got: “Di warê raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê de, birêz Devlet Bahçelî bangek ji bo ‘mafê hêviyê’ kir. Ev daxwazek e ku em bi salan e, bi dehsalan e dikin. Ji bo birêz Ocalan pir girîng e ku karibe di şert û mercên azad de bijî û bixebite, karibe pêşerojê bibîne. Pêdivî ye ku ev biryar were bicîhanîn.”

Meral Daniş Beştaşê behsa nêzîkatiyên partiyên ku di Komîsyona Meclisê de cih digirin kir û got: “Di roja yekem a civînê de, di 4’ê Tebaxê de û piştre, me diyar kir ku mafê hêviyê di vê pêvajoyê de xwedî cihekî pir girîng û pêşîn e. Ez dixwazim bibêjim ku divê nêzîkatiya hemû partiyên din jî di vî alî de be. Ji ber ku hawîrdoreke nakok û şert û mercên şer hene ku bi dehan salan e berdewam dikin. Em di rewşekê de ne ku mixabin me bi hezaran, deh hezaran mirov winda kirine.”

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku pêdivî bi pêşxistina zimanekî aştiyê heye û got: “Me di komîsyonê de got ku divê em bi guhertina ziman destpê bikin. Werin em wê demê zimanekî aştiyê ava bikin. Divê zimanê nefretê yê li dijî Ocalan, zimanê dûrxistin û dabeşkirinê bi dawî bibe. Hin kom hîn jî bi vî zimanî berdewam dikin. Di vê nuqteyê de, em bawer dikin ku berpirsyariya desthilatê û bi taybetî MHP’ê û her wiha partiya muxalefeta sereke, pir girîng e. Banga me ya li ser vê mijarê zelal e. Werin em hemû bi hev re mafê hêviyê bi dest bixin û avhewayê veguherînin biharê.”

BANGA TEVLÎBÛNA MÎTÎNGÊ

Meral Daniş Beştaş banga beşdarbûneke xurt a mîtîngê kir û got: “Di 4’ê Çileyê de mîtîngeke mezin wê hebe. Ev mîtîng dê daxwaza azadiya birêz Ocalan û mafê hêviyê bîne ziman. Em her kesî ji 7 saliyê heta 70 saliyê vedixwînin ku beşdarî vê mîtîngê bibin. Werin em hêz, deng, daxwaz û hêviyên xwe bikin yek. Em vê bangê ne tenê ji bo Amed, Mêrdîn û Sêrtê, ji bo tevahiya Tirkiyeyê dikin. Ji ber ku avakirina civakeke aştîxwaz û demokratîk ne tenê erk û berpirsiyariya gelê Kurd e. Ev ne tenê pirsgirêka Kurd e, ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye û ev meseleya jiyana gelan e ku di şert û mercên wekhev û azad de bi hev re bijîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî Şaredariya Şileyê operasyon: 22 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re MSD’ê bang li hikumeta veguhêz kir ku li gorî peymanên îmzekirî tevbigere
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûm da

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Antalyayê civîna gel

Rêxistina DEM Partî ya Antalyayê "Hevdîtina Gel a Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" lidar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

Di Kongreya MXDŞ’ê de rêveberiya nû hate hilbijartin

6'emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hilbijartina hevserok û cîgirên hevserokên Meclîsa Gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?