Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinek kirin. Piştî hevdîtinê endamên heyetê li ber Meclîsê daxuyaniyek dan.
Mîthat Sancar bi navê heyetê axivî û anî ziman ku hevdîtina bi Nûman Kûrtûlmûş re hate kirin berhemdar û ji dil bû. Sancar destnîaşn kir ku avabûna komîsyonekê li meclîsê di asta dîrokî de girîng e.
Sancar ragihand ku ew gihîştine asta nivîsandina rapora hevpar û tê plankirin ku rapor destpêka meha Çileyê temam bibe. Mîthat Sancar destnîşan kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi garantiyên hiqûqî û piştgiriya civakî heye û got, sîstemeke hiqûqê ya wekhev û adil ne tenê ji bo pêvajoyê, ji bo tevahiya civakê pêwîstî ye.
Pervîn Bûldan jî diyar kir ku ji bo rêveçûna erênî ya pêvajoyê divê mutabaqateke hevpar a îradeya siyasî hebe û got, “Ji bo me gelekî girîng e ku parlament xwedî li vê pêvajoyê derdikeve.” Bûldan ji ber rola xwe ya çêker û xwedîderketina li pêvajoyê spasiya Nûman Kûrtûlmûş kir.

