Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Welatparêzê hêja Selîm Sadak ê ku demek dirêj tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da. Di pêvajoyeke welê de ku gelê me ji bo Rojava li her çar aliyan rabûye ser piyan, wefata Selîm Sadak em pir xemgîn kirine. Bila rehma Xwedê lê be, em ji malbat, xizm, dostên wî û camîaya siyaseta demokratîk a ku nûneriya wê dikir re sersaxiyê dixwazin.”
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Welatparêzê hêja Selîm Sadak bûye yek ji pêşengên kevneşopiya siyaseta demokratîk. Di qada siyaseta demokratîk de aktîf cih girt û li vir bi kedên mezin tevkariyên girîng li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kiriye. Ji ber doza xwe hatiye girtin, bi salan li zindanê maye, zext, zilm û êşkence dîtiye. Herî dawî jî neçar maye ku li sirgûnê bijî. Lê belê tevî hemû zext û zehmetiyan ti carî dest ji xeta welatparêziyê û doza azadiyê bernedaye. Di tevahiya jiyana xwe de dirûstî û welatparêziya sade ya Botanê temsîl kiriye. Her tim bûye dilsozê xeta Rêber Apo û bi Tevgera Azadiyê re jî timî têkiliya xwe domandiye.
Beriya demek nêz name ji me re nivîsand, diyar kiribû ku dixwaze hest û hîsên xwe ji me re ragihîne. Di vê nameya xwe de jî dilsoziya xwe ya ji bo têkoşînê û Rêbertî aniye ziman. Me jî bi nameyekê bersiva wî da. Mixabin me welatparêzekî wiha hêja û sade ji dest da. Lê em vê diyar dikin ku bila guman nebe, em ê têkoşîna wî bidomînin û armanca wî pêk bînin. Em bi van fikir û hestan wî bi bîr tînin, car din ji malbata wî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

