Dema êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, li Kobanê ya di bin dorpêçê de krîza mirovî her roj kûrtir dibe. Li bajêr gihîştina av, elektrîk, nan û germahiyê hema bêje ne gengaz e û di nexweşxaneyan de krîza dermanê heye. Ji ber ku korîdora mirovî nayê vekirin, nexweş û pitik nikarin bigihîjin derfetên dermankirinê.
Endamên Platforma Tenduristiyê ya Amedê li hember vê krîza mirovî nerazîbûn nîşan dan û wiha gotin: “Şer pirsgirêkek tenduristiya gel e. Ev rewş bandorê li milyonan mirov dike û divê were rawestandin.”
‘ŞERÊN KU TÊNE KIRIN NE TENÊ HERÊMÎ NE, HER KESÊ BANDOR BIKE’
Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Mehmet Şerif Demir diyar kir ku şer tenê pirsgirêkek herêmî nîne û wiha got: “Wekî ku em her tim dibêjin, şer pirsgirêkek tenduristiya gel e. Şer di her warî de jiyanê ji holê radike. Sivîl ziyaneke mezin dibînin. Ya ku îro li Kobanê tê jiyîn, sibê dikare hemû mirovahiyê li her derê bandor bike.”
Demir bal kişand ser wê yekê ku divê saziyên tenduristiyê yên navnetewî Kobanê bibînin, bibihîzin û bikevin tevgerê û wiha axivî: “Divê korîdora jiyanî ya mirovahî demildest were vekirin û dorpêç were rakirin. NY, Yekîtiya Tabîban a Cîhanê û hemû rêxistinên tenduristiyê yên navnetewî divê bikevin tevgerê. Di şertên şer de jî xebatkar û saziyên tenduristiyê divê bên parastin. Lê îro ev rêgêz bi awayekî eşkere tê binpêkirin.”
Demir ragihand ku wekî xebatkarên tenduristiyê ji bo zarok nemirin û şer were rawestandin careke din nobetên jiyanê destpê kirine.
‘EM BI QIRKIRINEKÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Endama Platforma Tenduristiyê ya Amedê Fatma Yildizhan destnîşan kir ku li ber çavên tevahiya cîhanê dramayeke mirovahiyê tê jiyîn û ev yek bi awayekî rêxistinkitî tê meşandin. Yildizhan wiha got: “Gelên herêmê di bin gefa jiyanê de ne. Herêm bi temamî hatiye dorpêçkirin û tu alîkarî nagihîje wir. Şer jî qanûnên xwe hene ku mirov biparêzin, lê vir alîkarî nayê dayîn, korîdor nayên vekirin û dorpêça ewqas giran didome; ev yek bi zanebûn ber bi qirkirinê ve diçe. Em jî bi vê xemê tevdigerin.”
Fatma Yildizhan bal kişand ku ya li Kobanê tê jiyîn xetereya qirkirina Kurd û jinê digire û bang li raya giştî ya navnetewî û bi taybetî li jinan kir:
“Niha ne tenê rêxistinên tenduristiyê, lê her kesê ku wijdanê wî heye, ji bo aştî û azadiyê dixebite divê bersiv bide û alîkariyê bike. Êdî divê em ji rbertekên tenê li ser medyaya dîjtal derbas bibin û rêyên gihîştina wir bi awayekî rastîn bigerin.
Her kêliyek, her deqîqeyek ‘bisekine-binêre’ dikare bibe sedema mirina zarokek an jineke ku tecawuz lê tê kirin. Me ev yek berê jî dît. Jinên Kobanê di 2015’an de ji bo hemû cîhanê xwe feda kirin. Îro jî divê em xwedî li wan derkevin. Ji ber vê yekê em hemû rêxistinên jinê, bi ruh û qanûna xwişkatiyê bang li wan dikin ku dorpêça li Kobanê bişkînin û jin rizgar bikin.”

