Tevî ku di ser biryara Ocalan-2 a ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Rêber Apo daye, 12 sal derbas bûne jî Tirkiyeyê biryara girêdayî bicih neaniye. Di aliyê din de biryara DMME’yê “mafê hêviyê” ya ku ji hêla Komîteya Wezîran a saziya venihêr a Konseya Ewropayê ye hatiye wergirtin, ji hêla dewleta Tirk ve nehatiye bicihanîn.
Endamê Parlamentoya Federal a Elmanyayê (Bundestag) û parlamenterê Die Linke Ferat Koçak rexne li ser nebicihanîna biryarên DMME û Komîteya Wezîran ji aliyê Tirkiyeyê ve kir û got, “Hikûmeta Federal di nava Komîteya Wezîran de cih digire û ji ber vê yekê berpirsiyariyeke wê ya hevpar heye. Divê hikûmet bi awayekî çalak piştgiriyê bide prosedûra binpêkirinê (pêvajoya binpêkirina dozê) a li gorî benda 4’an a madeya 46’an a DMME’yê.”
Dema ku ji perspektîfa serdestiya hiqûqê ve lê dinêrin, Tirkiye biryara DMME’yê ya di doza Abdullah Ocalan de ji sala 2014’an û vir ve bicih neaniye û tevî bangên dubare yên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” plana çalakiyê pêşkêş kiriye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Biryara 2014’an a madeya 46’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) girêdayî ye. Tevî ku di ser de 12 sal derbasbûne jî Tirkiye hîn jî bicihanîna vê biryarê red dike. Heta hikûmetê di Hezîrana 2025’an de daxuyaniyeke fermî da û ragihand ku ew ê li gorî çawaniya dozê “mafê hêviyê” nas neke.
Ev rewş bi awayekî eşkere binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî wekî endamek Konseya Ewropayê soz daye ku wê bicihbîne. Ev rewş di doza Abdullah Ocalan ku ji hêla mîlyonan Kurdan ve wekî nûner tê dîtin, aliyên din di nava xwe de dihewîne. Ev mirov li bendê ne ku wekî hevkarê muzakereyê nirxa pêwîst jê re were dayîn. Di demên dawî de Devlet Bahçeli ji bo Ocalan daxwaza statuya fermî kir û ev yek pêbawerî û rewatiyê dide pêvajoyê. Hikûmeta AKP’ê li hemberî vê yekê bi navê serdestiya hiqûqê ti gav nevêtiye, hîn jî pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkek ewlehiyê digire dest û ev yek rewşa heyî girantir dike.
Ev nêzîkatî nûzîkatiyeke pir pirsgirêk e; kesên ku aştiyê dixwazin bi rêbazên zextê bersivê nadin pirsên siyasî. Ew kesên ku ji aliyekî ve behsa aştiyê dikin û ji aliyê din ve her gavek hiqûqî asteng dikin, li dijî îradeya gelên Tirkiyeyê ku bi dehan salan li benda çareseriyê û demokratîkbûnê ne û hewl didin demê qezenc bikin.
Dema ku dewletek endam bi salan biryarek girêdayî ya DMMEyê bicih nayne, encamûn li ser pêbawerî û otorîteya sîstema mafên mirovan a Ewropayê çi ne?
Sîstema mafên mirovan hêza xwe ji bicihanîna biryarên xwe digire. Tirkiye ji aliyekî ve Strasburgê (DMME) ji nedîtî ve tê, ji aliyê din ve jî kesayetên muxalîfên hatine hilbijartin davêje girtîgehê. Demîrtaş û Yuksekdag hin jî bi neheqî girtî ne, Îmamoglu zêdetirî salek e di girtîgehê de ye û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel di demek nêz de bi biryara dadgehê ji peywirê hat dûrxistin. Daraz hîn jî li Tirkiyeyê wekî çekek siyasî ya hikûmeta AKP’ê ye. Her meha ku Konseya Ewropayê li vê rewşê temaşe dike, baweriya ku tiştên Erdogan dike wê li cem wî bimîne. Ev yek pêbaweriya tevahiya sîstema parastina mafên mirovan a Ewropayê dixe xetereyê.
Ji bo Tirkiye biryarên DMME’yê bicih bîne û mekanîzmayek ku cezayên heta hetayî li gorî hiqûqê di ber çavan de derbas dike ava bike, divê hikûmeta Federal û Parlamentoya Federal a Elmanyayê (Bundestag) roleke çawa bilîze?
Hikûmeta Federal di Komîteya Wezîran de cih digire û ji ber vê yekê berpirsiyariyeke wê ya hevpar heye. Divê hikûmet bi awayekî çalak piştgiriya prosedûra binpêkirinê ya benda 4’an a madeya 46’an a PMME’yê bike; serweriya hiqûqê ku polîtîkayên koçberiyê yên bi Enqereyê re dimeşîne jî di nav de her cure hevkariyê wekî bike şertê sereke û zextek berbiçav li ser Tirkiyeyê bike ku ji bo cezayên girankirî yên heta hetayê mekanîzmayeke li gorî hiqûqê ava bike.
Divê Parlamentoya Federal her çiqasî ji hêla jeopolîtîk ve nerehet be jî vê mijarê bi biryardarî bîne rojevê. Niha ji bo aştiyek ku bi dehsalan tê hêvîkirin were bidestxistin derfetek dîrokî li pêşiya me ye. Eger Ewropa dema ku muxalif bêne girtin û biryarên dadgehê bêne binpêkirin berê xwe bi alyekî din ve bizîvirîne wê ev derfetê vala were derxistin.
Gelo hûn tevlî nêrîna ku heke biryarên DMME’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve neyên bicihanîn wê bandorê li mafên girtiyên têkildar bike û di heman demê de pîvanên hevpar ên Ewropayê yên mafên mirovan û serdestiya hiqûqê jî qels dike, dibin? Ger hûn tevlî wê dibin, çima tevlî dibin?
Erê, tevlî dibim. Li gorî daneyên rêxistinên hiqûqî, “mafê hêviyê” bi hezaran kesên cezayê heta hetayê li qan hatiye birîn rasterast eleqedar dike. Ev maf rûdana rûmeta mirovan û qedexekirina mutleq a êşkenceyê ye. Dewleta ku bûye aliyê vê peymanê dema ku wê kîjan biryarê bicih bîne an jî neyne bi xwe hilbijêre wê gavê ji hundirê qada hiqûqa Ewropayê dikole. Mirovên li Tirkiyeyê dixwazin bibînin ku ev pirsgirêk çareser bibe; ji bo gelek kesan, ev mijareke herî sereke ye. Heta ku Enqere pêvajoyê asteng bike, xetera windabûna vê hêviyê zêde dibe. Divê Ewropa nehêle ku ev derfeta dîrokî ji dest biçe.
Komîteya Wezîran bang li Tirkiyeyê kir ku di salên 2024 û 2025’an de tedbîrên şênber pêşkêş bike. Hûn amûrên ku Konseya Ewropayê heta niha ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê bikar aniye têr dibînin, an hûn bawer dikin ku gavên siyasî û qanûnî yên nû hewce ne?
Amûrên pêwîst hene, lê ew bi awayekî biryardarî nayên bikaranîn. Komîteya Wezîran di sala 2024’an de demek da Tirkiyeyê û di biryara xwe ya navborî ya 17’ê Îlona 2025’an de daxwaz kir ku heta dawiya Hezîrana 2026’an bê kêmanî bicih bîne. Di vê pêvajoyê de amûra herî tund a bicihanîna biryaran prosedûra binpêkirinê ya benda 4’an a madeya 46an a DMME’yê de hatiye rêkûpêkkirin e. Konseya Ewropayê di dîroka xwe de heta niha tenê du caran pêkaniye: yek jê li Azerbaycanê û yan din jî di doza Osaman Kavala de li dijî Tirkiyeyê ye.
Her çiqasî dadgehê di sala 2022’yan de dît ku Tirkiye bi niyeta xirab tevdigere jî, Kavala îro jî hîn jî di girtîgehê de ye. Ev rewş bi zelalî cewhera pirsgirêkê datîne holê: yên kêm ne amûr in, îradeya siyasî ku bi rastî Tirkiyeyê berpirsiyar bigire ye.
Eger Enqere dema diyarkirî ya Hezîrana 2026’an vala derxîne, şert e ku ev prosedur ji bo doza “mafê hêviyê” jî were destpêkirin. Biryarên girêdayî avaniyeke ku bêyî bi ti cezayan re rû bi rû bimîne ji nedîtî ve tên, wê Konseya Ewropayê bi tevahî bibe cihê nîqaşê û tam jî di vir de divê em rê nedinê.

