Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û diyar kir ku di çareseriya meseleya Kurd de têkildarî sernavên mafê zimanê dayikê, berfirehkirina qada siyaeta demokratîk, hurmeta li îradeya rêveberiyên xwecihî û welatîbûna wekhev gavên bingehîn hene ku divê dewlet biavêjin. Oznûr Bartin diyar kir ku li gel vê yekê nêzîkatiya ku barê jiyana civakî bi temamî ji dewletê re dihêle, wê civakê bixe nava rewşeke bendewariyê.
Oznûr Bartin got, “Aliyê vê pêvajoyê yê dewletê heye, berpirsyariyên dewletê hene. Sernavên bingehîn ên weke sererastkirinên hiqûqî, demokratîkbûn, azadiya fikrî, berfirehkirina qada siyasî. Yanî eger em çareseriyê bi temamî bi gavên ku dewlet biavêjin re bihêlin, hingî civak wê bikeve rewşa bendewariyê. Halbûkî civak di nava jiyana xwe de çi dixwaze, jiyaneke çawa dixwaze, wê zimanê xwe çawa bi kar bîne, bi çi rengî bi çanda xwe bijî, zarokên xwe mezin bike, pirsgirêkên li taxa xwe çareser bike; divê li ser van bêne axaftin û rêxistinbûn bêne kirin.”
Parlamentera DEM Partiyê diyar kir ku Kurdî divê tenê bi perwerdeya bi zimanê dayikê û karên çandî neyê bisînorkirin û destnîşan kir ku ji bo ziman li qadên weke perwerde, zanistî, teknolojî û akademiyê wwere bikaranîn şert e ku garantiyên hiqûqî yên pêwîst bêne afirandin. Oznûr Bartin got, li gel vê yekê civak bi derfetên xwe dikare vê qadê xurt bike.
Di vê çarçoveyê de işaret bi girîngiya zêdekirina naverokên dîjîtal, materyalên zanistî, dersê û pirtûkên zarokan ên Kurdî kir û diyar kir ku qadên kar ên biçûk dikarin bêne avakirin ku ciwan li wê derê bi zimanê xwe yê dayikê karibin lêkolînan bikin.
Her wiha anî ziman ku feraseta rêveberiyên xwecihî jî divê were guhertin û diyar kir ku şaredarî divê tenê bi xizmetên çêkirina rê, av û paqijiyê nemîne. Oznûr Bartin ragihand ku derfetên bajaran dikare ji bo perwerde, zanistî, çand, jiyana civakî û afirandina derfetên kar bêne bikaranîn.
Ji bo vê jî avakirina pirtûkxane, navendên zanistiyê, kursên pîşeyî û atolyeyên teknolojiyê ji bo zarok û ciwanan weke mînak nîşan da û destnîşan kir ku şaredarî dikare piştgiriya şexsên taybet û saziyan jî tevlî vî karî bike.
Parlamentera DEM Partiyê ragihand ku demokrasî ne hilbijartina çar salan carekê ye û li ser meşandina demokrasiya xwecihî ev nirxandin kir: “Dema ku şaredarek hate hilbijartin, têrê nake ku hemû biryar ji aliyê wê-î ve bê dayin. Divê mirov li taxa xwe xwedî mafê gotinê bin. Li taxekê eger pirsgirêkek hebe divê li ser çareseriya wê pirsgirêkê di nava nîqaşê de be. Eger wê parkek bê çêkirin, divê mirovên li wê taxê karibin biryarê li ser bidin. Eger pêwîstiya jinan hebe jinên li wê derê divê karibin vê bînin ziman. Daxwazeke ciwanan hebe divê ciwan karibin bilêv bikin. Demokrasî ne tenê dengdana di hilbijartinê de ye. Bêguman hilbijartin girîng e, lê belê bi dengdaneke ji çar salan carekê demokrasî ava nabe. Divê mekanîzmayên welê bêne avakirin ku mirov her roj karibin xwedî mafê gotinê bin.”
Oznûr Bartin diyar kir ku tevlîbûna jinan a li pêvajoyê jî nabe ku tenê bi sernavê temsîla siyasî bê nirxandin û işaret bi girîngiya avakirina mekanîzmayên biryardanê yên jinan ên li qadên aborî, civakî û siyasî kir. Di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku meclîsên jinan, kooperatîfên jinan, torên piştevaniyê girîng in.”
Ji bo ciwanan jî Oznûr Bartin ragihand ku girîng e derfetên welê bêne afirandin ku ciwan karibin ji aliyê perwerde, teknolojî, pîşeyî û hilberînê ve xwe bi pêş ve bibin.
Li ser mijara pirsgirêkên aboriyê jî Oznûr Bartin got, “Li qadên weke çandinî, sewalkarî, xurek, tekstîl û teknolojiyê divê piştgirî ji hilberîna xwecihî re bê dayin.
Parlamentera DEM Partiyê diyar kir ku partiyên siyasî bi tena serê xwe nikarin bersivê bidin hemû pêwîstiyên civakê û anî ziman ku komele, rêxistinên pîşeyî, saziyên çandê, avaniyên jin û ciwanan, kooperatîf û înîsiyatîfên xwecihî divê li qada xwe xurt bibin.
Oznûr Bartin bal kişand ser berpirsyariya civakî ya li pêşberî pêvajoyê û destnîşan kir ku divê aştî li nava jiyana civakî bersiva xwe bibîne.
Oznûr Bartin got, “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Tê wê wateyê ku mirov karibin xwe bi rengekî azad îfade bikin, bi zimanê xwe biaxivin, bi çanda xwe bijîn, li ser paşeroja xwe xwedî mafê gotinê bin.
Ji bo vê jî hem berpirsyariyên dewletê hene hem jî yên civakê. Bêyî garantiya hiqûqî nabe. Bêyî berfirehkirina qada siyaseta demokratîk nabe. Lê belê bêyî hêza civakê jî nabe.
Divê em van hemûyan bi hev re binirxînin. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin, xwedî li çanda xwe derkevin, rêxistiniya jin û ciwanan xurt bikin, li qada xwecihî gotina gel mezin bikin, piştevaniya aboriyê biafirînin.
Ev kar ji hev qut nîne. Her yek ji van qadên cuda yên xwedîderketina civakê ya li jiyana xwe ye. Ji bo aştî mayinde bibe divê civak jî xwedî li vê pêvajoyê derkeve.”

