Nivîskar Mehmet Şahîn têkiliya Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi civaka Elewî re û têkoşîna navbera salên 1986-1993’an a li derdora Mereş, Meletî, Semsûr û Dîlokê nirxand.
Şahîn ragrihand ku pirtûka wî ya bîranîn-biyografiyê ya bi navê “Engizek’ten Esintiler” (Bayê ji Engîzekê) beşeke girîng a dîroka civakî ronî dike û bûyerên di navbera salên 1986-1993’an ên li Meletî, Semsûr û Gurgumê vedibêje ku weke Eyaleta Tolhildanê tê pênasekirin.
Nivîskar anî ziman ku Meletî, Semsûr û Gurgum (Mereş) erdnîgariyeke xweser e ku Elewîtiya Kurd û Tirk lê bi pêş ket û di heman demê de qadeke ji berxwedan û raperîna dîrokî ye.
Şahîn diyar kir ku di salên 1990’î de dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê derbasî herêmê bû, yên ku destpêkê deriyên xwe li Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê vekirin û nanê xwe bi wan re parve kirin civata Elewî bû.
Mehmet Şahîn ragihand ku ne tenê Elewiyên Kurd, di heman demê de Elewiyên Tirkmen ên li Mereş, Meletî û Semsûrê jî eleqe nîşanî Tevgera Azadiyê ya Kurd dan û tevlî bûn.
Şahîn got, “Ji mîmarên pêvajoya heyî ya aştiyê Sirri Sureyya Onder ku beriya bi demekê jiyana xwe ji dest da, mînakeke heqîqî ya vê çanda kevnar bû.”
Şahîn diyar kir ku hin derdor hewl didin ku cihêkariyê bixe navbera civaka Elewî û Tevgera Azadiyê ya Kurd û destnîşan kir ku ev yek li rastiya dîrokî nayê. Şahîn got, “Weke ku tê zanîn Tevgera Azadiyê ya Kurd ji kevneşopiya tevgera şoreş û sosyalîst a Tirkiyeyê tê. Mîrateya berxwedanê ya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkayayan di têkoşîna xwe de dewam dike. Ev îdîaya xwe ya dîrokî doh jî dewam kir, îro jî bi heman biryardariyê dewam dike.”
‘NÎŞANDANA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD WEKE DIJBERÊ ELEWIYAN PROPAGANDAYEKE REŞKIRINÊ YE’
Nivîskar Mehmet Şahîn anî ziman ku wî çav li wê belavoka ku ‘rewşenbîran’ mohra xwe danîne binî gerandiye û diyar kir ku rexne di pêşveçûna tevgerê de xwedî cihekî girîng e, lê belê nêzîkatiyên ku sparteyeke xwe ya dîrokî nebe, nikare bê qebûlkirin.
Şahîn got, “Beriya her tiştî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rexneyê destpê kir û ev yek bû dînamîka esasî ku pêncî sal in wê li ser piyan dihêle. Rexneyên mafdar û çêker ji kîjan derdorê hatibe li ber çavan girtiye. Lê belê nêzîkatiyên provokatîf û yên bêyî sparteyeke xwe ya dîrokî ku di bin navê rexneyê de têne kirin bi ti awayî nayên qebûlkirin. Li gel ku cewhera tespît û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên li ser tifaqên dîrokî yên Tirk-Kurd tê zanîn jî berevajîkirna analîzên heyî, eger bi nezantî tê kirin hingî cehaleteke mezin e, eger bi zanebûn tê kirin hingî li pişt vê yekê divê mirov li sedemên cuda bigerin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî masûm nîne. Bi taybetî nîşandana Tevgera Azadiyê ya Kurd weke dijberê Elewiyan, propagandayeke reşkirinê ye. Rastiya tiştekî tenê bi hevgirtina gotin û çalakiyê tê dîtin. Lewma pêşniyar dikim ku yên îdîa dikin ku mafên Elewiyan diparêzin bila di eynika dîrokê de li rûyê xwe binihêrin.”
‘BEŞEKE GIRÎNG A GELÊ KURD JI BAWERIYA ELEWÎTIYÊ YE’
Şahîn ragihand ku piştî tepisandina raperînên li Kurdistanê, bi hewldanên dewletê nêzîkatiyên siyasî û akademîk hatin nîşandan ku Kurdîtî û Elewîtiyê ji hev cuda bikin û ev nirxandin kir, “Qada akademîk bê navber xebitî ku ji bo qutkirina Kurdîtî û Elewîtiyê ya ji hev teoriyan biafirîne. Bêguman derdekî me nîne ku em bibêjin Kurdîtî tê wateya Elewîtiyê. Lê belê di nava gelê Kurd de beşeke girîng heye ku ji baweriya Elewiyan e. Beriya her tiştî hate xwestin ku ev yek bê cihêkirin. Ji ber ku nakokiya mezhebî faktorê herî girîng ê serneketina raperînên li Kurdistanê bû. Di dîroka serhidlanên Kurdistanê de yekemcar Tevgera Azadiyê ya Kurd ew hêz nîşan da ku vê nakokiyê ji holê rake. Ev çeka di destê çînên serwer de bi hostatî jê stend. Xwe weke tevgereke sosysalîst a azadkirina demokratîk pênase kir ku bi rengekî wekhev nêzî hemû mezheban bû.”
‘TEVGERA AZADIYÊ JI TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ BAWER DIKE’
Mehmet Şahîn diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd civaka Elewî weke dînamîkeke muxalefeta demokratîk a dîrokî dinirxîne û got, “Di wê baweriyê de ye ku li dijî paradîgmaya modernîteya kapîtalîst di paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de dikare bi roleke gelekî girîng rabe.”
Şahîn ragihand ku têkoşîna hevpar a Elewî, Kurd, çepgir û sosyalîstan di demokratîkkirina Komarê de wê roleke girîng bilîze û got, “Ez ji dil bawer dikim ku em ê civakeke demokratîk ava bikin ku bawerî hemû lê azad bin.”

