Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk wê bêne şopandin.
Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê zemînê dide Tirkiyeyê ku “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk nayne û wiha got, “Di vesererastkirinên qanûnî yên beriya ku Meclîs were girtin bên kirin de, divê Mafê Hêviyê jî hebe.”
Ferat Koçak destnîşan kir ku prosedura binpêkirinê ya KE’yê divê ji bo doza “mafê hêviyê” jî were destpêkirin û wiha got, “Biryarên girêdayî avaniyeke ku bêyî bi ti cezayan re rû bi rû bimîne ji nedîtî ve tên, ev yek Konseya Ewropayê bi tevahî bike cihê nîqaşê.”
Niyaz Abdullah diyar kir ku ji bo derbaskirina xitîma siyasî ya li Başûr, divê alî bi hişmendiya berpirsyariya neteweyî tevbigerin û anî ziman ku berovajî vê Herêma Kurdistanê hem li hemberî zextên Bexdayê hem jî destwerdanên hêzên herêmî bikeve rewşekî hesastir.
Krîza hikûmetê ya li Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku Herêma Kurdistanê ya ku xwedî statuya federal e, di van salên dawî de dikeve nav krîza herî berfireh a rêveberiyê. Her çiqasî ev krîz wekî nelihevkirina PDK-YNK’ê tê dîtin jî, ber bi qadeke ku destkeftiyên herî girîng ên Kurdan hedef digire û destê wan li herêmê qels dike ve diçe.
Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên winda û girtiyan bên şopandin.

