Endamê Desteya Rêveber a MAF-DAD’ê parêzer Mahmût Şakar têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî vê tecrîdê têkoşîna hiqûqî ya li nava saziyên navneteweyî, ji ANF’ê re axivî.
Şakar diyar kir ku girava Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, ji roja destpêkê ve ji hiqûqê bêpar e û got: “Birêz Ocalan ji roja anîn girava Îmraliyê û vir ve rû bi rûyê îzolasyonê ma. Xebatên ku ji aliyê dîplomasî û hiqûqa navneteweyî ve derbarê Birêz Ocalan de tên kirin, ji roja ku ew anîn girava Îmraliyê ve destpê kir. Ev ne pêvajoyeke nû ye. Pêvajoya Îmraliyê ya 25 salan, di heman demê de ji aliyê hiqûqa hundir û navneteweyî ve pêvajoyeke têkoşînê ye. Ji sala 1999’an û şûn de di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, dozên cur be cur hatin vekirin. Têkildarî şert û mercên îzolasyonê û mafên bingehîn.
Li gel vê yekê serdanên rêxistina pêşî girtina li êşkenceyê ya girêdayî Konseya Ewropayê CPT çêbûn. Raporên wan hatin weşandin. Weke parêzerên wî em jî têkildarî rewşa Birêz Ocalan demek dirêj e hevdîtinan dikin. Weke nivîskî me her cure geşedan ji ewilî ve ew agadar kirin. Me bi saziya eleqeder, CPT, weke mekanîzmaya siyasî Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, komîsyonên eleqedar ên Konseya Ewropayê, Konseya Wezîran re gelek hevdîtin kirin û ew agahdar kirin. Di DMME’yê de heta niha gelek doz hatin vekirin. Di sala 2021’an de hevalên me di Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de têkildarî rewşa îzolasyonê ya Birêz Ocalan serlêdan kirin. Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê li dijî Tirkiyeyê biryara tedbîrê da. Xwest ku parêzer hevdîtinê bikin.”
TIRKIYE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE
Şakar destnîşan kir ku di encama têkoşîna hiqûqa navneteweyî de di pêvajoya 25 salan de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin biryar derketin holê û wiha got: “Sala 2005’an biryareke dadgehê derket ku darizandinên Îmraliyê ne bi adilane ye. Sala 2014’an biryarek derket ku şert û mercên îzolasyonê ne li gorî Madeya 3’yemîn in, yanî qedexeya êşkenceyê hatiye binpêkirin. Dîsa di heman salê de biryar derket ku cezayê muebedê yê girankirî, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Di raporên CPT’ê de daxwaz hene. Biryara tedbîrê ya Komîteya Mirovan a NY’ê heye. Biryarên erênî jî hene ku mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî, saziyên wê yên eleqeder li dijî Tirkiyeyê derbarê Birêz Ocalan de dayîne. Tirkiye ji bo pêkneanîna biryar û pêşniyarên van saziyan, israr dike.
Heta roja îro di hiqûqa hundirîn a Tirkiyeyê de yek bersiveke erênî jî nehatiye dayîn. Hiqûqa hundir a di Tirkiyeyê de ji Birêz Ocalan re hatiye girtin. Di vê nuqteyê de ne pêkan e ku mirov li ser hiqûqa hundir mafekî bi dest bixe. Hiqûqa hundir a Tirkiyeyê parçeyekî tecrîdê ye. Ez dixwazim bibêjim ku rewşa Birêz Ocalan ji aliyê mekanîzma û hiqûqa navneteweyî ve jî qadeke pirsgirêkê ye. CPT bi xurtî li pişt biryarên xwe nasekine. Di rastiyê de li gorî tuzuka xwe mekanîzmayên ku hîn bêhtir zextê li Tirkiyeyê bike bi kar nayîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, li ser Tirkiyeyê zextekî çênake. Helwest nîşan nade.
Ev sazî bi rengekî cidî nêz nabin, li pey biryarên xwe nasekinin û helwestekê nîşan nadin ku Tirkiye van biryaran pêk bîne, ev yek tê wê wateyê ku di nava lihevkirineke veşartî yan jî eşkere de ne. Ev yek ji torên bingehîn a pirsgirêkê ye. Tirkiye çiqasî xwedî tecrîdê jî be, para saziyên navneteweyî jî di vê yekê de heye. Em dikarin qala nêzîkatiyeke dualî û pirsgirêkeke dualî bikin. 25 sal in ne tenê bi saziyên hiqûqî, bi derdorên siyasî yên cuda re jî xebatên hevpar tên kirin. Sala borî li Ewropayê 300 parêzeran serî li Wezareta Edaletê dan û xwestin ku biçin Tirkiyeyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û parêzertiya wî bikin. Dem bi dem şandeyên hiqûqnas çûn. Ji cihê xwe çavdêr kirin. Li Ewropayê xebatên li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan didomin. Ji ber ku hingî ev pirsgirêk bisekine, wê ev bidome.”
AZADIYA ABDULLAH OCALAN JI BO DERDORÊN DEMOKRAT PIRSGIRÊKA RÛMETÊ YE
Şakar ragihand ku ji bo azadiya Ocalan saziyên hiqûqê yên navneteweyî bêbandor dimînin, lê bi zexta civakî re wê ev sazî bikevin nava liv û tevgerê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa Birêz Ocalan ne tenê hiqûqî ye, ew bi xwe di heman demê de aktorekî siyasî yê cidî û bi bandor e. Hingî ku têkoşîna siyasî, civakî û hiqûqî pêş bikeve, saziyên navneteweyî jî li dijî tecrîdê bi hestiyar dibin. Têkoşîna ku gelê Kurd û dostên wê di qada siyasî, hiqûqî, dîplomasî û civakî de bimeşînin, pir girîng e. Bi armanca ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ kampanyayeke berfireh hate destpêkirin. Hiqûqnasên navneteweyî ji bo vê kampanyayê bi hestiyar bûn.
Rewşa Birêz Ocalan hem ji aliyê krîza di pirsgirêka Kurd de, hem jî ji aliyê polîtîk ê ji ber otorîterbûna li Tirkiyeyê ve derdikeve pêş. Atmosfereke siyasî mijara gotinê ye ku tenê Birêz Ocalan dikare çareser bike. Belavbûna paradîgmaya wî, qebûlbûna wê, qabiliyeta wî ya çareseriya siyasî, evane hemû dibin sedem ku ji bo Birêz Ocalan hestiyarek pêş bikeve. Li Ewropayê bi taybetî bi pêşengiya saziyên civakî yên sivîl û kesayetan hewldanek heye. Pirtûkên wî bi komî tên xwendin, panel tên lidarxistin. Têkoşîneke li dijî tecrîdê heye ku siyasetmedar, hiqûqnas û akademîsyen jî di nava vê têkoşînê de cih digirin. Têkoşînek heye ku azadiya Ocalan esas digire. Di meha Adarê de amadekariyeke me ya konferansê heye. Ji bo ku hiqûqnas biçin Tirkiyeyê hewldanên me hene. Ji aliyê têkoşîna civakî ya kolektîf ve em bi hiqûqnasan re xebatekî dimeşînin.
Helwesta ku malbat û girtiyên li Tirkiyeyê jî raber kirî, hestiyarî zêde kir. Di nava vê têkoşîna piralî ya berfireh de hiqûqnas di nava pêngav û kampanyayên berfireh de cih digirin û tevlêkariyê dikin. Di 3 salên dawî de em bi ti rengî ji Birêz Ocalan û hevalên wî agahî nagirin. Şikandina tecrîda girankî ne tenê ji aliyê Kurdan ve, ji aliyê derdorên demokratîk ên navneteweyî ve jî bûye pirsgirêkeke rûmetê. Têkoşîna ku hem li parçeyên Kurdistanê, hem li Ewropayê û her devera cîhanê tê meşandin, wê encam bigire. Ji bo ku saziyên hiqûqê yên navneteweyî jî bi rola xwe rabin û bi hestiyar bibin, divê ev hestiyarî hebe. Divê têkoşîna civakî bidome. Ez bawer dikim ku bi têkoşîneke timî bê domandin, wê ev tecrîd bişikê.”