Di ser komploya navnetewî re 24 sal derbas bûn. Sala 1998’an komployê dest pê kir, lê beriya wê jî çend caran li dijî Rêber Apo êriş çêbûn. Ji bo îmhakirina Rêber Apo û tevgera azadiyê, rê û rêbazek nema neceribandin. Lê sala 1998’an rewş cuda bû. Vê carê 14 welatan destê xwe da hev û ji bo têkbirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê li hev kir. Ji ber vê yekê ye ku em jê re dibêjin, komploya navneteweyî.
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêber Apo neçar hiştin ku ji Sûriyê derkeve. Bi zanebûn berê wî dan Ewrûpayê, lê li Ewrûpayê jî cih nedanê. Rêberekî ku milyonan kes li pey wî û doza wî ne, cih nedanê. Bi milyonan Kurd çûn Ewrûpayê û ji bo doza PKK’ê cih dan wan. Lê Rêberê wî gelî, ji wî mafî bêpar hiştin. Ewrûpaya ku qala demokrasî û mafê mirovan dike, her tişt da aliyekî. Hiqûq û qanûnên xwe binpêkirin. Deriyê xwe li Rêber Apo girt û hişt ku radestî Tirkiyê were kirin. Ev komploya navneteweyî jî di 15’ê Sibatê de bi girtina Rêber Apo bi encam bû.
Girtina Rêber Apo rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Hêzên komploger ne li benda tiştekî wilo bûn. Dixwestin Rêber Apo îmha bikin û bi vê yekê re wê tevgera azadiyê ya Kurdistanê jî têk çûba. Lê hesabê wan li hev nehat. Bi dehan sal derbas bûn, ne Rêber Apo, ne tevgera azadiyê, ne jî gelê Kurd, yek ji wan jî têk neçû.
Komploya navneteweyî, esas li dijî Tirkiyeyê jî bû. Lê haya dewleta Tirk jê nebû bê çi diqewime. Jixwe, serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bi xwe jî got, ew fêm nakin bê ji bo çi Rêber Apo radestî wan kirine. Wan digot, wê Rêber Apo îmha bikin. Lê bi radestkirina Rêber Apo re dewleta Tirk jî xistin nav wê çerxa komployê. Rêber Apo jî digot, ew ne girtiyê dewleta Tirk, girtiyê komployê ye. Rêber Apo digot, ew û dewleta Tirk bi hevre hatin girtin.
Berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya li dijî komployê bi heybet bû. Li girava Îmraliyê li dijî komplo û komplogeran berxwedaneke dîrokî nîşan da. Serê xwe li ber şantaj û êşkenceyên wan netewand. Bi salan tecrîd û êşkence lê tê kirin, lê dîsa jî ji ya xwe nehat xwarê. Xeta ku diparêze, bi pêş de bir û îro jî em encamên wê dibînin. Rêber Apo diyar dike ku ew bi modernîteya demokratîk bersivê dide komplo û komplogeran. Her wiha saxmayîna wî jî bersivek bû li dijî komployê.
Heger Rêber Apo piçûk fikirîba, ango tenê li şexsê xwe fikirîba, dibe ku îro li devereke din bûya. Lê na, ew 24 saetên xwe ji bo jiyaneke azad a gelan feda dike. Ji bo aramiya Rojhilata Navîn dixebite û di xeta sêyemîn de israr dike. Lewma jî îro ew polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê pêk tên.
Polîtîkayên êşkence û tecrîdê girêdayî hêzên komploger in. Dewleta Tirk bi tena serê xwe vê êşkenceyê li Rêber Apo nake. Qaşo dewleta Tirk di Konseya Ewrûpayê de ye û li wê derê saziyeke bi navê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê heye. Lê ew komîte êşkenceya li dijî Rêber Apo dişopîne. Erê, em qala CPT dikin. Bi dehan saziyên din bi vî rengî li Ewrûpayê hene, lê çavê xwe li faşîzma dewleta Tirk digirin. Dema ku mijar dibe Kurd, bi vî rengî tevdigerin. Îro heman tişt li welatekî din biqewime, qiyametê radikin. Lê dema ku mijar Kurd û Rêberê wan be, xwe kerr dikin. Wekî ku nabihîsin û nabînin tevdigerin.
CPT heta niha ango di nava 24 salan de 9 caran çû girava Îmraliyê û bû şahidê êşkenceyê. Wan bi xwe dît bê çawa Rêber Apo tecrîdkirî ye. Lê tenê bi raporan xwe sînordar kirin. Dengê xwe li êşkenceyê nekirin. Ji sala 1999’an û vir ve Rêber Apo li Îmraliyê tecrîdkirî ye û mînakeke wê jî tineye. Ji her alî ve tecrîd heye û têkiliya wî ya bi derve re tineye. CPT jî bi helwêsta xwe dibe aliyekî komployê. Heger ne wilo bûya, lazim bû wê faşîzm û êşkenceya dewleta Tirk teşhîr kiriba.
Li dijî tecrîd û êşkenceyê doza azadiya Rêber Apo jî heye. Îro li qada navneteweyî kampanya û çalakî hene. Bi hezaran parêzer ji qada navneteweyî amade ne ku biçin Îmraliyê û Rêber Apo bibînin. Bi milyonan endamên sendîkayên Ewrûpayê doza azadiya Rêber Apo dikin. Ji ber çi vê yekê dikin? Ji ber ku li pey fikir û ramanên wî ne. Rêber Apo dixwînin û dişopînin. Ev bi tena serê xwe bersivek e li dijî komplogeran. Ev nîşan dide ku komplo têk çûye. Dibe ku rêveberên wan welatan dibin şirîkê faşîzma dewleta Tirk. Lê xelk doza azadiya Rêber Apo dike. Ew dizanin ku xeta Rêber Apo xeta jiyaneke azad e. Li dijî modernîteya Kapîtalîst modernîteya demokratîk diparêze.
Îro doza azadiya Rêber Apo li qada navneteweyî deng vedide. Ew kesên ji bo azadiya Nelson Mandela rabûn ser piyan, îro jî ji bo azadiya Rêber Apo di nava tevgerê de ne. Ew dizanin ku bi fikir û ramanên Rêber Apo re jiyaneke nû dest pê dike. Lewma jî em îro nêzî wê azadiyê bûne. Felsefeya Rêber Apo îro bûye manîfestoyeke cîhanî. Ji ber vê yekê ye ku em dibêjin, Rêber Apo. Rêbertiyê ji milyonan re dike. Îro ne tenê Kurd, ji her aliyê cîhanê, bi milyonan kesî daye pey fikrên wî û wî wekî Rêberê xwe qebûl dikin. Ev yek bi tena serê xwe bersiveke li dijî komplogeran.