Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê komîsyon bi wêrekî biryarê bide, qanûna derbasbûnê zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li rojnamevan Hamdullah Bayram 7 sal û 6 meh ceza hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Beşî Yekemî Bîrewerîyekanî Bekir Hisên
Gotar

Beşî Yekemî Bîrewerîyekanî Bekir Hisên

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bîreweryekanim Derbarey Sazmanî Înqîlabî Êranî. Le Kurdistanî ‘Êraq (Başûr) salanî 1968-1970

Le çuwarçêwey weramî pirsyarekanî nameyekî berêz kak Hesenî Qazî:

Le xwarewe weram û bîreweryekanim radegeyenim derbarey hawrêyanî Sazmanî Înqîlabî û helumercekanî serdemeke u karîgerî ew peywendî û ew hawxebatî û hawbîrye leser roşinbîranî Kurdanî Başûr, be taybetî leser rêjeyek le kadîre gence çepekanî balî Mektebî Siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan.

Têbînyekî pêwîstîş eweye, ke em gêraneweye bas û lêkolîneweye leser raburduyek ke tomarî rojane û salaneşî têda nebûwe. Berdewam metirsî ewe hebûwe, ke tomarekan bikewne dest rijêm û bibne belge bo sizay zîndan û le salanêkî zor dijwar û metirsîdartirîş, bibne belge leser çalakwananî siyasî Kurdî le zîndanekanî rijêmekanda bo sizay le sêdare dan. Boye zorêk le belgenamekanî serdemekan, yan sutênrawin, yan be corêkî wa le jêr xak û le naw xanwekanda parêzrawbûn, ke tûşî hokarekanî fewtan bûn, meger hendêk le ewaney lay desgakanî rijêm parêzraw bûbin, hendêk le waneş ke duway raperîn kewtne dest ew grupaney pelamarî desgakanî Emn û Muxaberatyan da, destkewtin û belam rêjeyekîşî kewtne dest xawen faylekanî ser be rijêm, diyar e mebestî serekî fayildarekan bo ewe bûn ke belgenamekan bifewtênrên û hîç şwênewarêkî peywendiyekanyan nemênêt, îtir zor hokarî tirîş, fakterî fewtanî beşî zorî belgenamekanî ew serdeme bûn.

Boye beşî zorî em core gêranewaney, ke salanêkî zorî le nîw sedeyek duwatirin wabestey bîrewerî ew kesayetyanen ke le jiyan da mawin. Ewaneş be mêşk û bîreweryekî hîlakî pitir le nîw sede kon. Boye hewl û erkî zorî pêwîste bo kokirdnewe u têhelkêş kirdin û serle nwê durust kirdnewey serdemeke. 

Minîş lêreda hewil edem bigerêmewe bo ew mêjûwe kone û taybetmendyekan û kesayetyekanî, şayetî xom bidem leser mêjû. Le layekî tirîş helsengandin û boçunî xom rabigeyenim derbarey rol û hokar û encam û karîgeryekanyan leser rewtî rûdawekanî duwatir û ta êstaş. 

Belam leber ewey çend pirsyarêkî berêz (Kak Hesenî Qazî)m araste kirawe, pêşekî deçme ser weramdanewey pirsyarekan û duwatir bas dekem le taybetmendî serdemeke û raderbirîn dekem bo karîgerî û akamekanî ew têkelbûn û hawxebatîyey desteyek le roşinbîranî Sazmanî Înqîlabî Êranî leser roşinbîre çepekanî Partî balî Mektebî Siyasî (ke mamosta Birayim Ehmed sikirtêr bû):

Hesen Qazî: Ew xulaney ke kadiranî Sazmanî Înqîlabî bo rûnakbîranî çepî Kurdîyan rêk dexist çon bû? û ta çende le çuwarçêwey gowarî “Rizgarî” da hawkaryan dekird?

Bekir Hisên: Min wam dête bîr ke kor u xulî roşinbîryekan, be taybetî hawînan, naw benaw bubêt û bîrim nayet ke wek dewamî xwêndingakan, be bernamey rojanî hefte diyarî kirawbû bin. Beşî here zorî roşinbîran û kadîranî Partî (m.s.) xwêndkaranî zanko bûn û boye ew çalakyaneş ziyatir le pişûy hawînan û geranewey xwêndkaranî zanko bûn û be taybetî bo şarî Sileymanî, ke ewsa bûbûwe nawendêkî azad bo çalakî siyasî û roşinbîrî. Ke duwatir basî lê dekem.

Derbarey nûsînî kadîranî Sazmanî Înqîlabî le govarî Rizgarî da, baştir waye çawpêdaxşandneweyek bikrêt be arşîvî (govarî rizgarî), ke wabzanim hebêt le nawendêkî roşinbîrî Yekêtî Nîştîmanî da le Sileymanî, belam ewendey bêtewe yadî min, Dr. Celal (Kuriş Laşayî), wek berpris û kadîrêkî roşinbîrî grûpeke ta radeyek kurdiyekeşî baş bû. Wa dête bîrim ke ew babetî le Rizgarî da nûsîbû, nazanim her be kurdiyekey xoy bûbêt yan, hawkarî û rastkirdnewey kak Newşîrwanîşî têda bûbêt, çunke Dr. Celal û Kak Newşîrwan peywendî û têkelî zoryan legel yektirî hebû, zor kat min le serdanî malî Kak Newşîrwan da lewê bînîwme. Kak Newşîrwan Farsiyekey baş bû, êmey kadîre gencekanî ew serdeme, wirde wirde fêrî Farsî debûyn û le bonekanî peywendî û diyalog da hem lay ême û hem lay hawrêyanî sazmanewe, herdû zimanekeman têkel dekird bo lêktir têgeyiştin, legel hendêk zimane bêganekanîş.

Le ser kesayetî her kam lew biraderaney ke le nizîkewe dîtûtin û karit legel kirdûn wek  Kuriş Laşayî, ‘Elî Sadiqî (Kak Îbrahîm), Îrec Keşkolî (Kak Îsma’îl) Xusrew Sefayî (Kak Qubad) û …

Le nêw hawrêyanî sazman da û lew salane da, min nasyawîm le seretada legel her yeke le Dr. Celal û Kak Îsma’îl û Kak Qubad û Sefa hebû, sebaret be kak Îbrahîm, wa dête bîrim ke salanêkî duwatir bûbêt.

Wabzanim yekem car ke Dr. Celalim dîbêt le malî Kak Newşîrwan bû le gerekî Berxaneqa (nawçey şîwî Qazî). Duwatirîş zor car le Bekreco bînîwme, le baregakey Mam Celal. Diyare ewîş û biraderanî tirî sazman û herweha êmeş, jimareyek le kadîranî ew serdemey Partî (m.s.) 

Kak Îsma’îl û Kak Qubad le salanî 1969 û 1970 le Bexdadîş bînînman hebû, Kak Qubad rojêk serdanî min û şehîd Ehmedî Heme Kerîmî kird û hat bo jûrekeman le gerekî Tel Mihemed le Bexdad. Û ew kate min xerîkî pirojey nexşeyekî mî’marî bûm, wek pirojey polî çuwaremî zanko, leweda ewîş wek endazyarêkî mî’marî ke le Îtalya xwêndbûy, hendê basî pirojekeman kird u sûdim wergirt le têbînî û amojgaryekanî.

Bîrewerî taybetî

Kak Qubad numûney roşinbîrêkî çepî nêwneteweyî bû. Lew katane da ke hem ewan û hem ême duçarî metirsî rijêmî şay Iran bûyn, sazman be gwêrey ewey grûpêkî opozîsyon û dij be rijêmî Iran bûn, rijêmî Iran dujminî serekiyan bû, ke le helumercî ewsay Başûr da, Mela Mistefa û şorşekey beşêk bûn le helwêstî rijêmî şa, ke heman (bere) y Mela Mistefa û Iran hêriş û pelamarî serekî dujminanyan arastey nawçekan û hêzekanî pêşmergey balî m.s. bûn. Boye, ême u kadîranî Sazmanî Înqîlabî kewtbûyne helwêst û berjewendî hawbeş. Boye nek her peywendî hebû le nêwan ême u kadîranî sazman da belkû, haw sozî û hestêkî xoşewîstî durust bûbû le nêwanman da û zor be peroşewe le bînîn û diyalogda bûyn, nek her siyaset belkû buwarekanî ferheng û komelgeş. Le hewlî qisekirdin û le yektirî geyiştinda zor car wabûwe ke bas bikeyn le herdû zimanî Farsî û Kurdî.

Dirêjey heye…

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêberê jiyaneke azad
Nûçeya Pişt re Rola îdeolojiyê di cîhana nûjen de
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ’ê hate têkbirin

QSD’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê êrîşek pêk anî, hêzên wan demildest bersiv dane…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl rêwiyên keştiya Madleenê dersînor dike

Îsraîl aktîvîstên di keştiya Madleenê de dersînor dike ku dixwestin alîkariyê bigihînin Xezeyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredariyên DEM Partiyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyan navçeyan ên di bin rêveberiya DEM Partiyê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Îmralî – Berpirsiyariya Azadiyê (9)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Çarenûsa Demokrasiyê di Cîhaneke Manîpûlasyonê de

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Îmralî-Werçerxiya Dîrokê (8)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Li ser peymana îxracata petrolê ji Kurdistanê

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?