Bîreweryekanim Derbarey Sazmanî Înqîlabî Êranî. Le Kurdistanî ‘Êraq (Başûr) salanî 1968-1970
Le çuwarçêwey weramî pirsyarekanî nameyekî berêz kak Hesenî Qazî:
Le xwarewe weram û bîreweryekanim radegeyenim derbarey hawrêyanî Sazmanî Înqîlabî û helumercekanî serdemeke u karîgerî ew peywendî û ew hawxebatî û hawbîrye leser roşinbîranî Kurdanî Başûr, be taybetî leser rêjeyek le kadîre gence çepekanî balî Mektebî Siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan.
Têbînyekî pêwîstîş eweye, ke em gêraneweye bas û lêkolîneweye leser raburduyek ke tomarî rojane û salaneşî têda nebûwe. Berdewam metirsî ewe hebûwe, ke tomarekan bikewne dest rijêm û bibne belge bo sizay zîndan û le salanêkî zor dijwar û metirsîdartirîş, bibne belge leser çalakwananî siyasî Kurdî le zîndanekanî rijêmekanda bo sizay le sêdare dan. Boye zorêk le belgenamekanî serdemekan, yan sutênrawin, yan be corêkî wa le jêr xak û le naw xanwekanda parêzrawbûn, ke tûşî hokarekanî fewtan bûn, meger hendêk le ewaney lay desgakanî rijêm parêzraw bûbin, hendêk le waneş ke duway raperîn kewtne dest ew grupaney pelamarî desgakanî Emn û Muxaberatyan da, destkewtin û belam rêjeyekîşî kewtne dest xawen faylekanî ser be rijêm, diyar e mebestî serekî fayildarekan bo ewe bûn ke belgenamekan bifewtênrên û hîç şwênewarêkî peywendiyekanyan nemênêt, îtir zor hokarî tirîş, fakterî fewtanî beşî zorî belgenamekanî ew serdeme bûn.
Boye beşî zorî em core gêranewaney, ke salanêkî zorî le nîw sedeyek duwatirin wabestey bîrewerî ew kesayetyanen ke le jiyan da mawin. Ewaneş be mêşk û bîreweryekî hîlakî pitir le nîw sede kon. Boye hewl û erkî zorî pêwîste bo kokirdnewe u têhelkêş kirdin û serle nwê durust kirdnewey serdemeke.
Minîş lêreda hewil edem bigerêmewe bo ew mêjûwe kone û taybetmendyekan û kesayetyekanî, şayetî xom bidem leser mêjû. Le layekî tirîş helsengandin û boçunî xom rabigeyenim derbarey rol û hokar û encam û karîgeryekanyan leser rewtî rûdawekanî duwatir û ta êstaş.
Belam leber ewey çend pirsyarêkî berêz (Kak Hesenî Qazî)m araste kirawe, pêşekî deçme ser weramdanewey pirsyarekan û duwatir bas dekem le taybetmendî serdemeke û raderbirîn dekem bo karîgerî û akamekanî ew têkelbûn û hawxebatîyey desteyek le roşinbîranî Sazmanî Înqîlabî Êranî leser roşinbîre çepekanî Partî balî Mektebî Siyasî (ke mamosta Birayim Ehmed sikirtêr bû):
Hesen Qazî: Ew xulaney ke kadiranî Sazmanî Înqîlabî bo rûnakbîranî çepî Kurdîyan rêk dexist çon bû? û ta çende le çuwarçêwey gowarî “Rizgarî” da hawkaryan dekird?
Bekir Hisên: Min wam dête bîr ke kor u xulî roşinbîryekan, be taybetî hawînan, naw benaw bubêt û bîrim nayet ke wek dewamî xwêndingakan, be bernamey rojanî hefte diyarî kirawbû bin. Beşî here zorî roşinbîran û kadîranî Partî (m.s.) xwêndkaranî zanko bûn û boye ew çalakyaneş ziyatir le pişûy hawînan û geranewey xwêndkaranî zanko bûn û be taybetî bo şarî Sileymanî, ke ewsa bûbûwe nawendêkî azad bo çalakî siyasî û roşinbîrî. Ke duwatir basî lê dekem.
Derbarey nûsînî kadîranî Sazmanî Înqîlabî le govarî Rizgarî da, baştir waye çawpêdaxşandneweyek bikrêt be arşîvî (govarî rizgarî), ke wabzanim hebêt le nawendêkî roşinbîrî Yekêtî Nîştîmanî da le Sileymanî, belam ewendey bêtewe yadî min, Dr. Celal (Kuriş Laşayî), wek berpris û kadîrêkî roşinbîrî grûpeke ta radeyek kurdiyekeşî baş bû. Wa dête bîrim ke ew babetî le Rizgarî da nûsîbû, nazanim her be kurdiyekey xoy bûbêt yan, hawkarî û rastkirdnewey kak Newşîrwanîşî têda bûbêt, çunke Dr. Celal û Kak Newşîrwan peywendî û têkelî zoryan legel yektirî hebû, zor kat min le serdanî malî Kak Newşîrwan da lewê bînîwme. Kak Newşîrwan Farsiyekey baş bû, êmey kadîre gencekanî ew serdeme, wirde wirde fêrî Farsî debûyn û le bonekanî peywendî û diyalog da hem lay ême û hem lay hawrêyanî sazmanewe, herdû zimanekeman têkel dekird bo lêktir têgeyiştin, legel hendêk zimane bêganekanîş.
Le ser kesayetî her kam lew biraderaney ke le nizîkewe dîtûtin û karit legel kirdûn wek Kuriş Laşayî, ‘Elî Sadiqî (Kak Îbrahîm), Îrec Keşkolî (Kak Îsma’îl) Xusrew Sefayî (Kak Qubad) û …
Le nêw hawrêyanî sazman da û lew salane da, min nasyawîm le seretada legel her yeke le Dr. Celal û Kak Îsma’îl û Kak Qubad û Sefa hebû, sebaret be kak Îbrahîm, wa dête bîrim ke salanêkî duwatir bûbêt.
Wabzanim yekem car ke Dr. Celalim dîbêt le malî Kak Newşîrwan bû le gerekî Berxaneqa (nawçey şîwî Qazî). Duwatirîş zor car le Bekreco bînîwme, le baregakey Mam Celal. Diyare ewîş û biraderanî tirî sazman û herweha êmeş, jimareyek le kadîranî ew serdemey Partî (m.s.)
Kak Îsma’îl û Kak Qubad le salanî 1969 û 1970 le Bexdadîş bînînman hebû, Kak Qubad rojêk serdanî min û şehîd Ehmedî Heme Kerîmî kird û hat bo jûrekeman le gerekî Tel Mihemed le Bexdad. Û ew kate min xerîkî pirojey nexşeyekî mî’marî bûm, wek pirojey polî çuwaremî zanko, leweda ewîş wek endazyarêkî mî’marî ke le Îtalya xwêndbûy, hendê basî pirojekeman kird u sûdim wergirt le têbînî û amojgaryekanî.
Bîrewerî taybetî
Kak Qubad numûney roşinbîrêkî çepî nêwneteweyî bû. Lew katane da ke hem ewan û hem ême duçarî metirsî rijêmî şay Iran bûyn, sazman be gwêrey ewey grûpêkî opozîsyon û dij be rijêmî Iran bûn, rijêmî Iran dujminî serekiyan bû, ke le helumercî ewsay Başûr da, Mela Mistefa û şorşekey beşêk bûn le helwêstî rijêmî şa, ke heman (bere) y Mela Mistefa û Iran hêriş û pelamarî serekî dujminanyan arastey nawçekan û hêzekanî pêşmergey balî m.s. bûn. Boye, ême u kadîranî Sazmanî Înqîlabî kewtbûyne helwêst û berjewendî hawbeş. Boye nek her peywendî hebû le nêwan ême u kadîranî sazman da belkû, haw sozî û hestêkî xoşewîstî durust bûbû le nêwanman da û zor be peroşewe le bînîn û diyalogda bûyn, nek her siyaset belkû buwarekanî ferheng û komelgeş. Le hewlî qisekirdin û le yektirî geyiştinda zor car wabûwe ke bas bikeyn le herdû zimanî Farsî û Kurdî.
Dirêjey heye…