Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî ragihandina agirbestê jî êrîş didomin; bi taybetî li Kobanê krîza mirovî ya giran heye. Li gundên başûrê Kobanê û li Hesekê ji ber êrîşên çeteyan malbat neçar dimînin ku koç bikin. Di sê rojên dawî de li Kobanê û Reqayê ji du malbatên Kurdan 11 kes, di nav de zarok jî hene, hatin qetilkirin û 4 jin hatin revandin. Li du taxên Helebê ji jinan hîn jî ji revandin an jî girtîbûnê agahî nayên girtin. Di wêneyên dawî de tê dîtin ku cesedên şervanên jin û mêr ên jiyana xwe ji dest dane, îşkence li wan hatiye kirin. Li hemberî van sûcên şer ên li ser jin û zarokan bêdengiya saziyên navnetewî didome.
Roza Kahya ya çalakvana Însîyatîfa Pêwîstiya Min bi Aşitiyê Heye ya Jinan (BÎV), li ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî hikûmeta derbasbûnê ya Sûriyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên şer ên li ser bedena jinan axivî û diyar kir ku HTŞ û saziyên cîhadî yên girêdayî wê polîtîkayên hedefgirtina bedena jinan dimeşînin. Û got ku berxwedana Rojava wê li cîhanê bê ragihandin û berdewam bike.
‘HTŞ NIKARE LI SÛRIYEYÊ RÊKÛPÊKIYEK DEMOKRATÎK AVA BIKE’
Roza Kahya bibîrxist ku ku HTŞ ne rejîmeke ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin e, ji aliyê ittîfaqên emperyalîst ve li Sûriyeyê hatiye danîn ser desthilatê û wiha got:
“Ev saziya bi navê HTŞ, di salên 2011’an de dest bi rêxistinkirinê kir û bi qirkirina li ser Êzidiyan re nîşan da ku ew dewama rêxistina DAÎŞ’ê ye. Piştî hilweşandina Esed, kesê bi navê Colani yê ku hate danîn ser desthilatê jî endamê DAÎŞ’ê bû. Ji ber vê yekê em ji destpêkê ve dibêjin ku HTŞ nikare li Sûriyeyê rêxistineke demokratîk û azad a gelan ava bike.
Em hemû dizanin ku DAÎŞ li van axan çi li ser jin, zarok û gelan kir. Li Tirkiyeyê jî me encamên wê jiyan kir; bi êrîşên bombeyî û komkujiyan re rû bi rû man. Îro jî em dizanin ku bi hucreyan hebûna xwe didomîne.”
‘LI ALÎYÊKÎ SÎNOR ŞER, LI ALÎYÊ DIN AŞTÎ NABE’
Roza Kahya diyar kir ku ew çawa ji bo Filîstînê derketine qadan, ji bo jinên Êzidî, Elewî, Durzî û Kurd ên bi komkujiyan re rû bi rû mane jî bi heman awayî li qadan in. Û got ku piştî Helebê wê gelê Kurd bibe hedef û sedema vê yekê jî modela rêveberiya komunal û demokratîk a li Rojava ye.
“Jin di rêveberî û xweparastinê de bi awayekî wekhev cih digirin. Ev rewş hem li hemberî bîrdoziya HTŞ û hem jî li hemberî têgihiştina hêzên emperyalîst bi temamî nakok e”
Roza Kahya wiha domand: “Tirkiye ji aliyekî ve dibêje ku pêvajoya aştiyê dimeşîne, ji aliyê din ve li ser sînor piştgirî dide HTŞ ê ku êrîşê ser Kurdan dike. Me vê yekê di pêvajoya çareseriyê de, li Kobanê û li Efrînê jî dît. Li vî aliyê sînor gotina aştiyê tê kirin, lê li aliyê din piştgirîdayîna komkujiya Kurdan ne aştiyê.”
‘ZİHNİYETA DAÎŞ’Ê BERDEWAM E’
Roza Kahya bal kişand di êrîşan de sûcên li ser bedena jinan tê kirin û wiha got:
“Em wekî jin dizanin ku ‘bedena jinan qada şer nîne.’ Hemû barê şer dikeve ser milê jinan: tundî, xizani, koçberî, karê lênêrînê… Ji ber vê yekê, ji bo pêvajoyeke aştiyê ya li Tirkiyeyê rast be, divê piştgirî ji komkujiya Kurdan li Sûriyeyê re neyê dayîn. Em wekî jin qebûl nakin ku rejîma HTŞ li Sûriyeyê bibe desthilat. Em razî nabin ku berdewamê DAÎŞ’ê li wir rêveber bin. Çîrokên ku jin ji ser xaniyan têne avêtin, porê wan tê birîn, serê wan tê birîn, 12 sal berê tîne bîra me. Em baş dizanin ku heman zihniyet didome.”
‘TEVÎ HER TIŞTÎ BERXWEDANA LI WÊ DERÊ HÊZ DIDE ME’
Roza Kahya di dawiyê de wiha got, “Ligel her tiştî berxwedana li wir hêz dide me. 12 sal berê gotibûn ‘Kobanê ket, wê bikeve’ lê neket. Îro jî em dizanin ku heman ruh heye. Ger Rojava azad nebe, Tirkiye jî azad nabe. Piştgirîdayîna HTŞ tê wateya li Sûriye komkujî û li Tirkiye bombeyên nû.
Ji ber vê yekê em modela rêveberiya demokratîk û hevserokatiyê ya li Rojava pir bi qîmet dibînin û li her derê dengê xwe bilind dikin. Êrîşên li ser vê modela jiyanê ya li ser nûnertiya wekhev a jinan ne tesaduf e. Zihniyeta îslamî û cîhadî her tim destpêkê jin dike hedef.”

