Şemî, 4 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelên bindest e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi girseyî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja sêyemîn a Mihricana Rojên Amarayê bi meşê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zarokên Şengalê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Dem dema azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Mazlûm Ebdî: Armanca me ya sereke pêkanîna peymanê ye
Rojava

Mazlûm Ebdî: Armanca me ya sereke pêkanîna peymanê ye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew girêdayî peymana bi Hikûmeta Demkî re ne û got, li ser bingehê parastina xweseriya herêmên Kurdî ew ber bi pêş ve diçin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bi dirûşma “Bi hev re ji bo parastina civaka xwe, mil bi mil ber bi yekitî û aramiyê ve. Aştiya sivîl berpirsiyariya me ya hevpar e, gotina me yek e, û ewlehiya me yek e. Na ji fitneyê, na ji  zimanê nefretê re” Desteya Rûspiyan û Meclisa Rûspiyan a Heseke îro li Hola Şeto ya bajarê Heseke civînek li dar xist. Nûnerên eşîrên Ereb û Kurd û pêkhateyên din, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di civînê de, fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî û diyar kir ku wan peymana 29’ê Çileyê îmze kiriye û di pêvajoya pêkanîna wê de ne. Ebdî destnîşan kir ku ev peyman wek çarçoveyeke sereke ya ji bo hemû gavên siberojê ye.

Ebdî got wan di rojên dawîn de bi aliyên navneteweyî re, bi taybetî hemû welatên ku di dosyaya Sûriyeyê de beşdar in, civînên berfireh pêk anîne û ev alî hemû dixwazin peyman bi cih were. Ebdî rave kir ku ji bo herêmê tişta sereke cîbicîkirina peymanê li hemû deveran e ku di nava peymanê de cih digrin, wekî Efrîn, Serêkaniyê, Kobanê û Hesekê. Hin gavên sereke hatin avêtin ji bo agirbesteke mayînde pêk were ku hîn jî dewam dike. Ebdî hêvî kir ku ev agirbest dewam bike û veguhere aramiyeke mayînde li herêmê û diyar kir ku her kes dixwaze ew were bicihanîn.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku QSD dê peymanê pêk bîne da ku aramiya mayînde li herêmê misoger bike.

Der barê mijara leşkerî de, Ebdî destnîşan kir ku cîbicîkirin hinekî dereng ma. Diviyabû hêz di roja duyemîn a peymanê de ji eniyên şer vekişiyana, lê niha ev gav bi serkeftî temam bûn. Lê li Kobanê hin pirsgirêk berdewam dikin, niha dan û standin ji bo rakirina dorpêçê û vekişîna hêzan bo baregehên wan berdewam in. Ebdî diyar kir ku xebat ji bo bicihanîna van tedbîran berdewam dike.

Ebdî got du aliyên peymanê hene; yek bi pêkhateya Kurd ve girêdayî ye û ya din jî hemû pêkhateyan digire nava xwe. Ebdî diyar kir ku aliyê herî girîng entegrekirina saziyan e û hin gav niha têne avêtin da ku ev entegrekirin pêk were û pêvajo bi ser bikeve.

Ebdî da zanîn kir ku di rojên pêş de dê hewlên cidî werin dayîn da ku saziyên ku zêdetirî 12 salan li herêmê dixebitin, werin entegrekirin. Her wiha diyar kir ku serkeftina pêvajoya yekbûnê şertekî sereke ye ji bo pêkanîna peymanê.

Ebdî got wan li hev kiriye ku hêzên leşkerî di nav lîwayan de û di nav pergala Wezareta Parastinê de yek bikin û xebat di vî warî de dewam dike. Her wiha anî ziman ku pirsgirêkek di warê destnîşankirina cîgirê wezîrê parastinê de heye û da zanîn ku dê nûnerekî hêzên wan di nav wezaretê de hebe ku hîn nehatiye ragihandin.

Ebdî got divê hebûna hemû şervanên ku li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, herêm li dijî êrişên Tirkiyeyê parastiye, birîndar bûne û hevalên wan şehîd bûne, were parastin û sûdê ji pisporiya wan a li dijî terorê wergirin. Ebdî diyar kir ku hemû şervan, tevî fermandaran, dê cihê xwe di pergala nû de bigirin. Her wiha got li ser vê mijarê lihevkirinek bi pêş ketiye.

Mazlûm Ebdî der barê rewşa ewlekariyê de jî diyar kir ku avaniya ewlehiyê ya ji sala 2012’an ve dewam dike dê were parastin û girîng e ku endamên ewlekariyê cihê xwe di sazûmaniya Wezareta Karên Hundir de bidomînin. Ebdî îşaret pê kir ku teşkîlatên ji wezaretê yên ku derbasî herêmê bûne, bi armanca piştevaniya serxistina pêvajoya entegrasyonê hatine û pêkanîna wê dê di çend rojên pêş de dest pê bike. Her wiha komîteyek li ser asta rêveberiyê hatiye avakirin da çavdêriya entegrasyonê bike. Ebdî da zanîn ku astengî hene, lê dirûşma wan ew e ku li dijî provokasyonan, gotinên nefretê û hewldanên têkbirina peymanê entegrasyon were lezandin.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku li Munîhê hevdîtin li gel wezîrê karên derve yê hikumeta demkî û serokê îstîxbarata hikumetê hat kirin û got: “Di hevdîtinê de hemû pirsgirêk hatin nîqaşkirin û li ser lezkirina pêkanîna tedbîran lihevkirin çêbû. Her wiha hate lihevkirin ku ji her du aliyan komîteyên rêveber werin avakirin da ku lezê bidin xebatên entegrasyonê li ser asta Hesekê û saziyên wê, bi rengê ku hemû pêkhate cihê xwe biparêzin û beşdarî ji nûve avakirina parêzgehê bibin.”

Ebdî îşaret pê kir ku di demên dawîn de gotinên nefret û nîjadperestî û mezhebperestî zêde bûne û wiha dom da axaftina xwe: “Ji sedan salan ve pêkhateyên herêma Cizîrê bi hev re dijîn. Nakokî di navbera wan de tune ye. Gelek aliyan hewl da fitneyan çêkin, lê hewldan bi ser neketin, ji ber ku şêniyên herêmê li hev kiriye ku bi hev re bijîn. Parêzgarek heye ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Wê her kes beşdarî jinûve avakirinê bibe.”

Ebdî li dijî hewldanên fitneyan banga hevgirtinê kir û da zanîn ku li hevkirin li ser parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan çêbûye û got: “Ev tê wateya ku şêniyên herêmê di hemû astan de herêmên xwe di çarçoveya sazûmaniya dewletê de bi rê ve bibin. Tevahî pêkhate dê herêmê bi awayekî hevbeş bi rê ve bibin û parastina taybetmeniyên Kurdan li herêmên wan bê kirin. Di civînên navneteweyî yên li Munîhê de xuya bûn ku divê ji şerekî nû were dûrketin û bendên peymanê werin pêkanîn. Ji bo mafên gelê Kurd li herêmên wan jî soz hebûn.”

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku pêvajoya heyî pêvajoyeke nû ye û got: “Divê ders ji şaşiyên berê werin girtin. Siberoj girîngtir e. Tevî şaşiyên ku derketine jî lê nabe mirov bê hêvî be. Divê em li pêş binêrin û xwe bispêrin nexşerêyeke zelal.”

Mezlûm Ebdî anî ziman ku hevgirtin rêya serxistina lihevkirinê, parastina aştiya daîmî û rêgirtina li ber fitneyan e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive
Nûçeya Pişt re Li Wan û Bedlîsê panelên zimanê Kurdî hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJK-E: 8’ê Adarê li her devera Ewropayê bi coş hate pîrozkirin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ragihand ku jinên Kurd li gel dostên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan sûcê şer dike!

HPG'ê got, "Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê Kurdan ê sondxwarî ye, bi zanebûn êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kongra Star rojbûna Rêber Apo bi çandina 77 daran pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê li Kobanê merasîma leşkerî li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê merasîma leşkerî ya 4’ê Nîsanê ya YPJ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

TEV-DEM’ê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?