Piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya li dijî Îranê, li herêmê tansiyon bilind dibe.
Ji 28’ê Sibatê dema destpêkirina êrişan û vir ve glek roket li herêmên cuda yên Rojhilata Navîn ketin.
Danê vê sibehê li Sûriyeyê li ser rêya Şam- Dara li beramberî avahiya Zanîngeha El Yermûk parçeyên roketan ket. Hîna encama teqînê nehatiye gotin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li heman herêmê dengê teqînekê hatiye û hîna ne zelal e ew teqîn çi ye.

