Di peyama sersaxiyê ya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de hate gotin, “Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku kedkarê çapemeniyê yê hêja hevalê me Osman Kiliç û derwêşê siyaseta Rojava bavê şehîd Şervan û hevrê Salih Muslim şehîd bûn.”
Di dewama peyamê de hate gotin, “Herdu şehîdên me heta kêliya dawî ya temenê xwe, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya pîroz heta nefesa dawî meşandin, dilsoziya xwe ya bi şehîdan û rastiya gel re nîşan dan û di vê oxirê de ked dan, hewl dan. Şehadeta van herdu berxwedêrên me ku ji bo gelê me xwedî kedeke mezin bû, windahiyeke mezin e.
Di serî de malbatên hêja yê welatparêz ên hevrêyan bila serê gelê me sax be. Em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”

