Li gorî raporê, nêzî nîvê cûreyên heywanan ên koçber ji ber karên mirovan, talana xwezayê û guhertina avhewayê kêm dibe. Pispor hişyariyê didin ku eger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin gelek cûre dibe ku di nava nifşekî de tine bibin.
Rapora “Rewşa Cûreyên Koçberan ên li Cîhanê: Rapora Navberê ya 2026’an” ku ji aliyê Navenda Şopandin û Parastinê ya Cîhanê ya Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP-WCMC) ve hate amadekirin, têkildarî gefên li ser heywanên ku parzemîn û okyanûsan derbas dikin, daneyên aktûel pêşkêş dike. Rapor radixe pêş çavan ku zexta li ser ekosîsteman zêde dibe ku ji bo heywanên ji cûreyên koçberiyê pêwîstiya wan pê heye.
‘JI SEDÎ 24 Ê CÛREYÊN KOÇBERIYÊ BI GEF TINEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Li gorî raporê, ji çar parên cûreyên dikevin ber Peymana Têkildarî Parastina Cûreyên Koçberan (CMS) yek par di asta navneteweyî de bi gefê re rû bi rû ye. Nirxandinên nûkirî yên Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (IUCN) nîşan dide ku ji sedî 24 ê van cûreyan di bin xeteriyê de ne yan jî di asta krîtîk de di nava kategoriya xeteriyê de ne.
Di raporê de tê gotin, ji sedî 49 ê cûreyên koçberan ên ku di çarçoveya CMS de têne parastin, populasyona wan kêm dibe. Ev rêje di sala 2024’an de weke ji sedî 44 hatibû destnîşankirin.
Serokê Parastinê yê UNEP-WCMS û nivîskarê sereke yê raporê Kelly Malsch ji IPS re axivî û diyar kir ku ji ber mêtingeriya zêde, windabûna qadên xwedîkirinê du gefên herî mezin ên li ser cûreyên koçberan e.
Malsch got, “Populasyonên heywanên koçber di asta alarmê de bi lez kêm dibe. Tenê di nava du salan de zêdebûna rêjeya kêmbûnê nîşan dide ku pêwîstî bi gavên parastinê yên koordîneyî û xurt heye.”
ÇIVÎKÊN LI PERAVAN Û ZINDIYÊN DERYAYAN DI BIN RÎSKA MEZIN DE NE
Li gogrî raporê, ji nirxandina dawî û vir ve kategoriya rîskê ya 34 cûreyan guherî. 26 ji van derbasî nava kategoriya gefa bilind bûn.
Tê gotin, bi taybetî rewşa çivîkên li peravan bi lez nebaş dibe. Ji ber xisara li qadên xwedîkirinê, guhertina avhewayê û karên mirovan 18 çivîkên li peravan li kategoriya gefa bilind hatin bicihkirin.
Lêkolîn her wiha radixe pêş çavan ku çivîkên nêçirvan ên li ser rêya koçberiyê ya Efrîka-Avrasyayê, masiyên li ava şêrîn, sêmasî û vatoz gelekî kêm dibin.
Di raporê de hate ragihandin ku ji sala 1995’an û vir ve hin cûreyên çivîkan nifşê wan bi temamî tine bû.
Hate gotin, bi taybetî şewba çivîkan salên dawî bû sedema mirina gelek çivîkên koçber û hin heywanên deryayî.
MASIYÊN LI AVA ŞÊRÎN JI SEDÎ 81 KÊM BÛ
Li gorî raporê bandora herî giran li masiyên li ava şêrîn bû. Li gorî daneyên Endeksa Living Planet populasyona van masiyan ji sala 1970’î û vir ve ji sedî 81 kêm bû.
Bendav û guhertina rêgeha çeman weke sedemên sereke yên vê kêmbûnê têne dîtin. Tejaneyên çemên mezin ên weke Amazon, Mekong, Kongo û Nîjerê ji ber projeyên hîdroelektrîkê di bin zextê de ne.
Populasyona sêmasî û vatozan ji sala 1970’î û vir ve di asta nîv bi nîvî de kêm bû.
KARÊN PARASTINÊ DIBE KU ENCAMAN BI XWE RE BÎNE
Di raporê de li gel vê rewşa neyînî jî cih ji mînakên parastinê re tê dayin. Li Asya Navîn antîlopa saiga bi saya têkoşîna li hemberî nêçirvaniyê û parastina qadên xwedîkirinê jinûve xwe komîs ser hev kir.
Bi heman rengî oriks Scimitar a li ber tinebûnê bû li Çadê jinûve li nava xwezayê hate belavkirin û heta niha gihîştiye zêdeyî 500 heban.
Tê gotin, kîsoyê deryayê jî bi saya bernameyên parastinê populasyona wan zêde bûye.
Zanyaran ji bo cûreyên koçber ên li tevahiya cîhanê zêdeyî 9 hezar qadên cihêreng ên biyolojîk diyar kirin. Lê belê tenê ji sedî 52.6 ê van qadan xwedî statuya parastinê ne.

