Di serî de Şirnex, Mêrdîn, Edene, Hatay, Mersîn, Riha û Enqereyê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin, çalakî hatin lidarxistin û kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Di bîranînan de hate bibîrxistin ku bi fermana rejîma Saddam Huseyîn 16’ê Adara 1988’an li Helebceyê di êrişa kîmyewî de nêzî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Di çalakiyan de her wiha kesên di Komkujiya Beyazitê ya 16’ê Adara 1978’an de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
Di daxuyaniyan de hate ragihandin ku Komkujiya Helebceyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî bang kirin ku Helebce di asta navneteweyî de weke qirkirinê bê naskirin û ji Tirkiyeyê jî hate xwestin, ku di vê mijarê de gavê biavêje. Di daxuyaniyan de hate gotin, komkujî wê neyê jibîrkirin û divê berpirsyar bêne darizandin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê got, “Yekîtiya Kurdan, yekîtiya gelan li dijî komkujiyan pêwîstî ye. Helebce qirkirin e. Divê darizandinên navneteweyî bêne kirin. Kurd wê Helebceyê ji bîr nekin û hesab bipirsin.”
Platforma Demokrasî û Kedê ya li Mêrdînê daxuyanî da û got, “Ji bo naskirina Komkujiya helebceyê, em bang li Parlamentên li deverên din ên cîhanê, bi taybetî jî partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, hikumet û meclîsê dikin.”
Li Rihayê, di daxuyaniya Platforma Demokrasî û Kedê de hate gotin, “Qirkirina Helebce, Komkujiyên Bazî û Beyazitê yên ku divê mirovahî hemû şermezar bike, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
16’Ê ADARÊ DIVÊ WEKE ‘ROJA QIRKIRINA KURDAN’ BÊ NASKIRIN
Li Mersîn, Edene û Hatayê di daxuyaniyan de hate xwestin ku 16’ê Adarê weke “Roja Qirkirina Kurdan” bê naskirin.
PÊŞNÛMEYA QIRKIRINÊ
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li Enqereyê daxuyaniyek da û Komkujiya Helebceyê şermezar kir, kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.
Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî ji bo Komkujiya Helebceyê weke qirkirin bê naskirin pêşnûme qanûnek pêşkêşî Serokatiyê Meclîsê kir.

