Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar (70) ê ku ji 3’yê Adarê ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Mehmet Edîp Taşar îro jiyana xwe ji dest daye. Li Nexweşxaneya Çam Sakura ya li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê dihat dermankirin.
Hate ragihandin ku ku piştî cenazeyê Taşar ji nexweşxaneyê were wergirtin wê bibin Êlihê.
Taşar li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Jimara 5an a Marmarayê (Silîvriyê) dihat ragirtin û di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de bû. Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan gelek caran ji bo Taşar bang li rayedaran kiribûn ku were berdan.

