Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Qamişloyê li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl axivî.
Aldar Xelîl Newroz li gel pîroz kir û got: “Em bejna xwe li ber keda Rêber Apo û şehîdan ditewînin. Bi hezaran salan e ruhê Newrozê didome. Em hêvîdar in Newroz bibe wesîleya azadiya ji desthilatê. Ev bi hezaran sal e Newrozê karî xwe biparêze. Li gel ew qas hovîtiyê bi lehengên wekî Mazlûm Dogan gihaşt van rojan.”
Xelîl wiha dewam kir: “Newroz ne tenê şahiyek e, Newroz ruhekî berxwedanê û hebûnê ye. Newroz bi saya jiyana hevbeş û yekitiyê pêk hat. Eger em bixwazin reseniya Newrozê derxin holê, Newroz fitneyê red dike. Newroz nirxên welatparêzî û biratiya gelan e. Gelekan xwest wateya Newrozê biguherînin, lê ruhê wê yê resen nayê guhertin. Heta xwedîderketineke berxwedêr hebe dê wisa geş be. Ji bo ku em xwedî lê derkevin, divê yekitî pêk bê, yekitiyeke Kurdan a demokratîk bi pêş bixin. Ji bo ku yekitî çêbe, ji bo ku di asta dirûşman de nemîne, divê kongreyeke neteweyî çêbe û hêzeke xwe ya hevpar derxe holê.”
Aldar Xelîl di dewama axaftina xwe de got: “Da ku em bikarin li hemberî tevlîhevî, şer û aloziyên heyî xwe biparêzin, eger em vê pêk bînin, em ê bibin pêşengên Sûriyeyeke demokratîk. Wê êdî Kurd bibin pêşengê şoreşa demokrasiyê di Rojhilata Navîn de. Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin, lê ne tenê di sînorên Kurdistanê de ye. Sînor derbas kirine. Ev tê wateya ruhê berxwedanê yê pêşeng. Em ê bi saya şehîd, Rêber û berxwedana xwe bikin ruhê pêşeng ê demokrasiyê.”
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û got: “Rojeke nû, jiyaneke nû li her çar parçeyên Kurdistanê û her çar aliyên cîhanê agir hat pêxistin. Bi berxwedana şehîdan û felsefeya Rêber Apo em gihaştin vê astê. Dijmin xwest me tune bike, lê me got em hene.”
Gulo wiha dewam kir: “Heta Rêber Apo û dayikên şehîdan hebin em bi bin navekin. Berxwedan jiyan e, azadî ji bo Rêber Apo. Newroza we pîroz be.”

