Di 18’yê Adarê de bi îmzeya 200 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Yeke yeke yeke gelê Kurd yeke’ projeyeke neteweyî ji bo yekrêziya gelê Kurd hate avakirin ku têde bal tê kişandina ser yekdengî û hewldana avakirina sêwaneke hevpar ya ji bo rû bi rû bûna krîzan.
Tevgera Helwest ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî û piştevaniya xwe ji bo projeyê ragihand. Daxuyanî wiha ye:
“Ji destpêka avabûna xwe ve, Tevgera Helwest mijarên neteweyî kiriye stûna sereke ya xebat û bernameya xwe ya siyasî. Tevgera Helwest di gavên xwe yên xebatê de her tim pirsgirêkên neteweyî li pêş hemû pirsgirêkên siyasî û partiyê girtiye. Di pratîkê de, rasterast piştgirîya gelê me yê li Rojava kiriye. Her wiha em piştgiriya mafên gelê xwe yê li Bakur û Rojhilat dikin. Ji bo Başûr jî, beşdarvanekî sereke yê çalakiyên neteweyî ye.
Li ser bingeha siyasî ya tevgerê, Tevgera Helwesta Neteweyî piştgiriya xwe ji bo projeya lihevkirina neteweyî ji bo hejandina navendên biryargirtinê yên li cîhanê radigihîne û amade ye ku erkên ku di vî warî de dikeve ser milê wî pêkbîne.”
Hêjayî gotinê ye ku roja 23’yê Adarê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê pêngava projeya neteweyî ya ji bo yekitiya gelê Kurd li Başûr hatî destpêkirin silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. KCK’ê bang li tevgerên jin û ciwanan, hemû bawerî û beşên civakî yên li Kurdistanê, partî, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen û bi kurtasî her kesê ku di xeta welatparêziyê de ye kir ku bi piştgiriya mezin beşdarî banga yekîtiya neteweyî bibin. Her wiha heman rojê Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo ‘Projeya Yekitiya Neteweyî’ anî ziman.

