Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Em ê ji bo Rêbertiya xwe her tiştî bikin
Rojane

Nobetên Edaletê: Em ê ji bo Rêbertiya xwe her tiştî bikin

Malbatên ku Nobeta Edaletê didomînin, peyama; "Em ê ji bo Rêberê xwe her tiştî bikin. Bi berxwedanê wê tecrîd bê şikandin" dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Amed, Stenbol, Wan, Îzmîr, Mêrdîn, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin didomin. 
 
STENBOL 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Marmara TUHAY-DER’ê de ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêlkirin di roja 31’emîn de berdewam dike. Çalakî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sancaktepeyê tê domandin. Di çalakiya bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, Hevserokên Komeleya Çavderiya Koçê (GOÇÎZDER) Mehmet Bogakan û Pinar Kandalê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin.  
Hevserokê GOÇÎZDER’ê Mehmet Bogakan ê li vir axaftineke kurt kir, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Bogakan, diyar kir ku li tu dera cîhanê tecrîdeke wiha nîne û got: “Ez bawer dikim ku tecrîda li ser birêz Ocalan em ê bi têkoşînê rakin.”
Pişt re Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol ê nameya Hakan Adiguzel ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ji Nobeta Edaletê re şand, xwend. 
Peyama Adiguzel wiha ye: “Weke hûn dizanin li Îmraliyê tecrîd û pêkanînên bi keyfî berdewam dikin. Tevî vê yekê çalakiya me ya greva birçîbûnê ya 10 rojan bidorveger didome. Heke di çarçoveya daxwazên me de gav neyên avêtin dê çalakiya me bigihe asta herî jor. Rewşa me niha baş e. Em dixwazin li her qadê xwedî li çalakiya xwe ya bi rûmet derkevin. Em we hevalên xwe û gelê xwe silav dikin.” 
 
EDENE
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 40’emîn de berdewam kir. Nobeta di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de li avahiya komeleyê tê meşandin, bi serdanên piştgiriyê didome. Rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiya îro kirin. Di çalakiya îro de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Di nobetê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyan daxwaza azadiyê hate kirin. 
 
ÎZMÎR  
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiya destpêkirin jî di roja 9’an de didome.
 Li eywana çalakiyê pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin”, “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bûcayê û rêveberên Komeleya Piştevanî û Çandê ya Wêranşar-Serêkaniyê serdana nobetê kirin. 
Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Wêranşar-Serêkaniyê ya Îzmîrê Ahmet Gultekîn ê di nobetê de axivî, wiha got: “Edalet û demokrasî ji bo herkesê lazim e û tişteke ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye ye. Heke pirsgirêka kurd li Meclisê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, ez bawer dikim ku bêkarî dê ji holê rabe, aborî baş bibe û aştî û aramî bê. Pirsgirêka ewil a Tirkiyeyê ev e û ji bo vê bi salan e em têdikoşin. Yekane armanca me pêkhatina aştî û aramiyê ye. Ev tenê ne pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Em ji vê pirsgirêkê nerevin û topyekûn têbikoşin.”
 Hevseroka HDP’a Bûcayê Nûrşen Ataman jî xwest ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û Nobeta Edaletê ya li derve hatiye destpêkirin bê kirin. 
 
MÊRSÎN 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 40 roj in didome. Di nobeta di pêşengtiya Dayikên Aştiyê berdewam kir de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin. 
 
WAN 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 39’an de didome. Bernamzetên DEM Partiyê û şêniyên Taxa Emînpaşa a navçeya Artemêtê serdana nobetê kirin. 
Hanîfe Koçak a tev li çalakiya nobetê bû, diyar kir ku ji bo ku şer û xwîn bisekine di çalakiya nobetê de ne û wiha got: “Ez bang li hemû gelan dikim; bêyî ku di girtîgehan de rewş xerab bibe divê herkes dengê xwe derxîne. Em ne ji bo şer an jî hinekan bikujin li vir in. Em ji bo edaletê li vir in. Bila herkes xwedî li girtiyan derkeve. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bi dawî bibe. Heke tecrîda li ser Îmraliyê rabe dê tecrîda li ser hemû girtîgehan rabe. Ne tenê dayikên kurd, bila dayikên din jî rabin ser piyan.”
Çalakiya nobetê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.  
 
MÊRDÎN 
Nivîskarên kurd ên li bajêr û gelek kesan îro serdana Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê didome kirin. Di Nobeta Edaletê ya bi stranan hate domandin de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 
Yek ji Dayikên Aştiyê ya di Nobeta Edaletê de cih digire, diyar kir ku divê dilê dayikan êdî zêdetir neşewite û got: “Êdî bes e.” Dayika Aştiyê Hasret Aslan jî anî ziman ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin. 
Dayika Aştiyê Adliye Yilmaz jî got ku “Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe” û xwest tecrîd bi dawî bibe û azadiya Ocalan pêk were. 

AMED
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 40’an de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Rêveberên Koma Şêwirmendê Darayiyên Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Enstituya Kurdî ya Amedê serdana çalakiyê kirin. Meryem Soylû ya bi stranên gotin kesên di çalakiya nobetê de hestiyar kirin wiha got: “Ji bo ku mirov stranên xweş bibêje divê tiştên xweş bijî. Me heta vî temenê xwe tiştên xweş nedîtin, dewlet zarokê di dêrgûşê de jî weke dijmin dibîne.” Çalakvanan diyar kirin ku heta ku azadiya Abdullah Ocalan pêk were dê çalakiya xwe bidomînin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê 7 bajarên ku wê namzetan lê nîşan bidin, eşkere kir
Nûçeya Pişt re Gulderen Varli: Ji bo çareseriyê navnîşan diyar e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê bi balafirên xeyalet B-2 bombe li Yemenê barand

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Austin ragihand ku bi bikaranîna balafirên bombardûmanê yên xeyalet B-2…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştina bi demê re tê meşandin’

Li Stenbolê ji bo girtiya nexweş Leyla Aygun, li Enqereyê jî ji bo Sabrî Yavûz…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li Îdirê agirê Newrozê vêxistin

Jinan li Îdirê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şam peymanê bi cih nîne

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?