Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Gulistan Kiliç Koçyîgît beşdarî weşana zindî ya televizyona Îlke TV’ê bû û der barê hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re agahî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şandeya wan a ku çûbû Îmraliyê, dê sibê der barê naveroka hevdîtinê û peyama Rêber Apo de daxuyaniyekê bide.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol di 27’ê Adarê de bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn.

