Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de ku bandoreke mezin li hevsengiyên gerdûnî kir û pêvajoya piştre ji ANF’ê re nirxand.
Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş diyar kir ku di şerê ku DYE û Îsraîlê li hemberî Îranê da destpêkirin de planeke stratejîk a total demdirêj zelal nebûye û ev yek anîn ziman: ‘’Operasyon bi piranî li gel derbeyên sînordar ên lawazkirina kapasîteya Îranê ya leşkerî û nukleerî hatin birêvebirin û zelal nebû ku ev hedefên leşkerî wê bi kîjan encamên siyasî ve werin girêdan. Vê ekê nîşan da ku şer ji ‘stratejiya encamê’ ya beriya niha hatiye amadekirin wêdetir stratejiyeke zextê ye ku gav bi gav pêş dikeve û li gorî pêvajoyê teşe digire. Her wiha vê yekê di heman demê de di rêveberiya Donald Trump de pêvajoyên biryarstandinê nixumand û karekterê ku nayê derpêşkirin nîşan da.
Îdîayên têkildarî serkeftina şerî, lêgerînên piştevaniya ji NATO’yê û pêlên aborî yên gerdûnî yên rêli ber girtina Tengava Hurmuzê vekirin hem di nava raya giştî ya Emerîkayê de hem jî di nava gelên li herêmê de nediyariyeke mezinû bêbaweriyek afirandin. Di vê pêvajoyê de hate dîtin ku Trump di nava DYE’yê de û derdorên Komarparêz jî di nav de bi windakirina piştevaniyê re rû bi rû ma.
Dema ku em ji aliyê Îranê ve lê dinêrin jî serhildaneke civakî ya berfireh a piştî protestoyên di meha Çileyê de dihat payîn pêk nehat. Sedema vê yekê ya herî girîng ew e ku rejîmê bi awayekî lez kontrola xwecihî ji nû ve ava kir. Li gel vê yekê DYE’yê li hedefên sivîl xist û êrîşên rê li ber windakirinên sivîlan ên mezin vekirin di nava civaka Îranê de bandoreke matmayînê ava kirin. Vê yekê refleksa ‘konsolidasyona li hemberî gefa derve’ xurt kir.’’
Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş piştre anî ziman ku krîza Tengava Hurmuzêû zexta aborî berê DYE’yê da agirbestê û got: ‘’Yek ji faktoraşerî ya ku berê şerî da agirbestê Tengava Hurmuzê bû. Li gel girtina tengavê ya ji aliyê Îranê ve zêdebûna buhayên petrol û gazê, hem di nava DYE’yê de hem jî li welatên Rojava rê li ber zexteke aborî ya cidî vekir. Her wiha Îsraîlê Lubnan derveyî agirbestê girt û vê yekê nîşan da ku şer û pevçûn weke erdnigarî nehatine sînordarkirin. Ji ber vê yekê ihtimalî şerî ya ne bi awayekî rasterast ya domandina li ser aktorên wekîl gelekî bilind e. Gırêdayî van yekan em dikarin rewşa heyî weke ‘’kaosa kontrolkirî’’ pênase bikin. Şer û pevçûn êdî bes li gel DYE-Îsraîlû Îranê sînordar nîne, karektereke herêmî bi dest xistiye. Pêngavên Îranê yênli dijî Başûrê Kurdistanê û welatên Korfezê vê berfirehbûnê nîşan didin. Zexta li ser xetên enerjiyê û ya li ser Hurmuzê derketiye holê bandorên gerdûnî yên krîzê kûrtir dikin.’’
Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş bal kişand ser pozîsyona siyasî ya Kurdan a li Rojhilat û helwesta wan di tevahiya şerî de û got: ‘’DYE’yê di destpêka şerî de xwest ku aktorên Kurd beşdarî şerî bibin. Her wiha Trump bi xwe bi rêya telefonê dîplomasiyek bi rê ve bir û zext li partîû serokên Kurd ên li Başûr û Rojhilat kir. Lê belê DYE’yê bi awayekî erênî bersiv neda şert û mercên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên garantiya ‘’herêma qedexekirina firînê’ (no-fly zone) û statuya xweseriyê ya piştî şerî. Îranê jî di vê pêvajoyê de li hemberî Kurdan serî li zexta derûnî û leşkerî da. Kurdan, li hemberî vê zexta mezin û dîlemayê serî li rê û rêbazeke dîplomasiyeke aqilana dan û bi awayekî rasterast tevlî şer nebûn. Tevî zextên Trump jî parastina vê mesafeyê serkeftineke dîplomatîk a girîng e. Li gel ku dewletên Rojavayî jî nekarîn li hemberî Trump polîtîkayekê pêş bixin lê belê Kurdan di vê xalê de hevsengî baş parastin.
Janroj Yılmaz Keleş piştre bal kişand ser pozîsyona herêmî ya Kurdan a di pêvajoya piştîşerî de û bi taybetî jî turbulansa ku avaniya xweser a li Rojava jê derbas dibe û got ku divê tabloya heyî bi awayekî rastîn were nirxandin. Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku windakirinên siyasî yên li serxeta ji Kerkûkê heya Şengalê ne tesadufî ne, encamên xetayên îdeolojîk û stratejîk in û got: ‘’Civaka Kurd êdî li çar perçeyan jiyana bêyî statu qebûl nake. Xwesteka hemwelatîbûna wekhev û xwebirêvebirinê ji hemû gavan zêdetir e. Lê belê rêya vê yekê ji têkoşîna çekdaî derbas nabe; li Bakur jî û li Rojava jî serdema têkoşîna çekdarî emrê xwe kiriye û êdî derbas bûye. Di serdemên ku dewletên navendî lawaz bûne de dibe ku daxwazên statuyê zêdetir pêk werin. Lê belê ji bo ku ev derfet veneguherin rîskan divê Kurd di navbera xwe de bibin yek û koordînasyona xweava bikin. Di vê pergalê de ku ‘Kurdfobîyeke’ herêmî û zîhniyeta ewlehiyê serdest e, bidestxistina statuyê bes bi dîplomasiyeke xurt û piştevaniya navneteweyî pêkan e.’’

