Lêkolîneke nû ya li ser bandorên demdirêj ên melatonînê ku wekî rêkûpêkerê xewê bi awayekî berfireh tê bikaranîn encamên balkêş derxist holê.
Li gorî xebata ku di rûniştinên zanistî yên sala 2025an ên American Heart Association’ê de hat pêşkêşkirin, rîska têkçûna dil di nexweşên bêxewiya kronîk ên ku herî kêm salekê melatonînê bi kar tînin de, dibe ku bi awayekî berbiçav bilindtir be.
Di lêkolînê de daneyên tenduristiyê yên zêdetirî 130 hezar mezinan hatin lêkolînkirin. Li gorî vê yekê, di nav kesên melatonînê bi kar tînin de rîska pêşketina têkçûna dil di nav pênc salan de nêzî ji sedî 90 zêdetir hat tespîtkirin. Her wiha hat dîtin ku dibetiya rakirina van kesan a nexweşxaneyê ya ji ber têkçûna dil 3,5 qat, û rîska mirina giştî jî nêzî du qatan zêdetir e.
Tîma ku xebatê dimeşîne, dane di ser tora daneyên tenduristiyê ya navneteweyî re bi awayekî berawirdkirî analîz kirin. Komên melatonîn bi kar tînin û yên bi kar nayînin; li gorî temen, zayend, dîroka tenduristiyê û faktorên din ên rîskê hatin wekhevkirin.
Lêbelê pispor destnîşan dikin ku ev dîtin ji bo avakirina têkiliyeke rasterast a sedem-encamê ne bes in. Tê diyarkirin ku faktorên wekî giraniya bêxewiyê, fikar (anksiyete) an jî depresyonê, dikarin hem bikaranîna melatonînê zêde bikin hem jî bandorê li rîska nexweşiya dil bikin.
Vekoler diyar dikin ku bi taybetî di bikaranîna melatonînê ya demdirêj de divê mirov baldar be û destnîşan dikin ku divê ev destek bêyî pêşniyara bijîşk bi awayekî bêrêkûpêk neyê bikaranîn. Hate ragihandin ku ji bo teqezbûna semptoman hewcedarî bi xebatên klînîkî yên berfirehtir heye.
Melatonîn wekî hormoneke ku di laş de bi xwezayî tê hilberandin û dewra xew-hişyariyê rêkûpêk dike tê naskirin. Lêbelê li gorî pisporan, ji ber hêsaniya gihîştina wê û têgihiştina “bêzerar e”, bikaranîna wê ya berfireh hewceyî lêkolînên zanistî yên zêdetir e.

