Rejîma Îranê Kampa Sûrdaş ya ser bi sînorê Parêzgeha Silêmaniyê bi mûşekan bombebaran kir. Hat ragihandin ku êriş saet 16:00’an pêk hatiye.
Çavkaniyek ji kampê daxuyand ku tankerên avê yên kampê hedef hatiye girtin û di êrîşê de ti ziyaneke canî pêk nehatiye.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji destpêka şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de li Herêma Kurdistanê 21 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.

