Yekşem, 5 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Toulouseyê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 1975’an heta bi Civîna bilind a NATO’yê: Jinûve pênasekirina jeostratejîk a meseleya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê operasyonên NATO’yê: Di serdegirtina komeleyê de 7 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Turk: Gelê me wê bi siyaseta demokratîk re hemû pirsgirêkan derbas bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Aştî û Diyalogê: Em ê aştiyê ji xwecihî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayşe Gokkan: Piştevanî hêza me ya herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çîçek: Bi rika li hemberî zaliman em ê xweş bikenin!
Rojane

Çîçek: Bi rika li hemberî zaliman em ê xweş bikenin!

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku girtina komedyen Denîz Goktaş nîşaneya karakterê otorîter a rejîma li Tirkiyeyê ye û got, "Li dijî zalimên em ê bi bikenin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komedyen Denîz Goktaş, piştî pêşandana xwe ya stand-up’ê ya bi navê “Ölü Deniz – Denîz ê Mirî” ku li ser Youtube’yê ji aliyê bi milyonan mirovî ve hate ecibandin, ji ber henekên xwe yên polîtîk bi îdîaya “Biçûkxistina nirxên olî” û “Heqareta li Serokkomar” hate girtin. Girtina Denîz Goktaş li nava civakê bû sedema nerazîbûnê. Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çîçek, ku ji bo piştgiriya bi Goktaş re li Edliyeya Çaglayanê nobed girt, ev girtina bêhiqûqî û neheq ji ANF’ê re nirxand.

Cengîz Çîçek ragihand ku binçavkirin û girtina stand-upvan Denîz Goktaş nîşaneya karakterê otorîter ê rejîma li Tirkiyeyê ye û diyar kir ku ev zilm nîşaneya herî şênber a polîtîkaya çikandina bêhnê ya li fikrê cuda ye.

Çîçek bi bîr xist ku Tayyîp Erdogan beriya bi salan li xwe mikur hatibû û gotibû, “Em bûn desthilatdariya siyasî, lê belê nekarîn bibin desthilatdariya çandî” û destnîşan kir ku meseleya Denîz Goktaş divê weke pêvajooyeke oprasyonê ya rejîma AKP’ê ya ber bi desthilatdariya çandî ve bê nirxandin.

Parlamenter Cengîz Çîçek ragihand ku henekên polîtîk ên Denîz Goktaş ji bo derdorên çep û muxalîf, her wiha li cîhanê bû hêvî û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Sedema bingehîn a kombûna civakî û siyasî ya li dora Denîz ev e. Vê yekê jî nîşan da bê henekên siyasî çiqasî girîng e. Dema ku Denîz stand-up’ê dike bi sedan, bi hezaran kesên li pêşberî wî di heman kêliyê de dikenin. Ya rast, careke din eşkere bû ku desthilatdarî çiqasî ji kenê hevpar ê mirovan ditirse. Ev jî tirsa herî mezin a desthilatdariyê ye. Me ev yek di Berxwedana Gezî de dît. Pirrengî, cihêrengî û henekên li Geziyê jî desthilatdarî gelekî tirsandibû. Denîz Goktaş jî bi xwepêşandana xwe careke din bû dengê wê derdorê ku serî natewîne, serî li ber rejîmê natewîne, dipirse, dikene û her ku dikene jî bi jiyanê ve tê girêdan.”

Çîçek bi bîr xist ku Denîz Goktaş di 2’ê Tîrmehê de vegeriya Tirkiyeyê ku ev bi xwe jî peyameke girîng bû û got, “Denîz 2’ê Tîrmehê, di salvegera 33’emîn a Komkujiya Sêwasê de vegeriya Tirkiyeyê. Ez nizanim bê bi zanebûn di vê demê de hat Tirkiyeyê, lê belê ew wêne bi xwe bû wêneyê Tirkiyeyê. Bû wêneyekî welê ku piştî 33 salan jî tehemûl ji nivîskar, hunermend û rewşenbîran re nayê kirin. Bû nîşaneya wî mejî ku piştî bi salan a qetilkirina rewşenbîran careke din derkete holê. Rewşenbîrên ku doh bi şewitandinê hatin kuştin, îro jî di bin navê ‘nirxên mîlî û olî’, ‘ewlekariya cemaweriyê’ têne girtin. Ev yek nîşan dide ku li vî welatî ewlehiya rewşenbîran, çepgiran, Elewiyan, demokratan û şoreşgeran nîne. Denîz bi vî rengî, bi zanebûn an jî bi nezanî işaret bi tiştekî kir. Denîz ê ku di salvegera qetilkirina 33 rewşenbîran de vegeriya welêt, li rûyê vê sîstemê got ku ew zarokê vê xakê ye, nirxê vê xakê ye. Ji ber ku eger bixwasta venedigeriya, lê vegeriya. Yên ku nikarin xwe li vê rabigirin, destê wî bi kelepçeyê ji pişt ve girê dan û dîmenê vê yekê weşandin. Ev yek di heman demê de peyamek ji bo wan mirovan bû ku weke Denîz difikirin, dijîn û serî natewînin. Hinekan ‘bersûcên fîrarî’ yên Komkujiya Sêwasê li ber ‘dembihurînê’ xistin û bi necezakirinê xelat dan wan. Tê zanîn bê ew bersûcên fîrarî li ku ne, ji aliyê kê ve têne veşartin û parastin. Dema ku ji wî alî ve li meseleyê bê temaşekirin, tê dîtin ku yên 33 can qetil kirin serbest û azad in, lê belê yên ku henekan dikin, hunerê diafirînin, bi kenê dide kenandin, civakê dikenînin û bi jiyanê ve girê didin bi dest kelepçekirî têne girtin. Ev yek kurteberiya vê rejîmê ye. Yên ku di Komkujiya Sêwasê de jiyana me tarî kirin, nirxên me, canên me şewitandin azad in, lê belê yên weke Denîz ên me dikenînin, dikene û dide kenandin, mehkûm in. Ev yek di heman demê de destwerdana li lêgerîna me ya azadiyê, li kêfxweşiya me ya jiyanê ye. Tam ji ber vê yekê divê em bi rikberî bikenin û kenê xwe zêde bikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku Tirkiyeyê pergala mêtingerî û zextê heta niha ji aliyê du blokên desthilaldariyê ve hate meşandin û got, “Di hedefa van herdu blokên Tirkperest û Îslamîperest de timî em hebûn, Denîz hebûn. Denîz ê ku îro hate girtin 32 salî yıe. Doh Denîz di salên 20’î de birin sêdarê. Kevneşopî jî berxwedan jî bi rengê cuda dewam dikin. Denîz îro bi hunera xwe, bi gotina xwe, bi henekên xwe li ber xwe dide. Li hemberî heman zextê kevneşopiya berxwedanê dewam dike. Lewma xwedîderketina li Denîzan, tê wateya zêdekirina henekên Denîzan, tê wateya bi rikberî zêdekirina ken û henekan. Bi rika li hemberî zaliman û zilmê, bi rika li hemberî yên ku dixwazin me ji jiyanê sar bikin û ji jiyanê qut bikin em ê bikeknin, bikenin, bikenin. Ken çalakiyeke şoreşgerî ye. Hêvî wezîfeya demokrat û şoreşgeran e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Toulouseyê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo
Nûçeya Pişt re Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Jiyana girtiyên nexweş di metirsiyê de ye’

Hat destnîşankirin ku jiyana girtiyên nexweş Mehmet Edîp Taşar, Îbrahîm Tekîn û Firat Nebîoglû di…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn

HPG NRÇ’ê 10 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îdeolojiya Apoyî xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Starmer: Em bi guhertina rejîmê ya ji esmânan bawer nakin

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer destnîşan kir ku welatê wî dê beşdarî êrîşên li ser Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Toulouseyê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji 1975’an heta bi Civîna bilind a NATO’yê: Jinûve pênasekirina jeostratejîk a meseleya Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?